Jin û civakîkirina aştiyê

Ji bo ku pirsgirêka şer û encamên wê bi tevahî werin fêm kirin, an jî piştrast bibe, divê hemû aliyên civakê di mijara aştiyeke mayînde de bi israr bin. Ji bo vê jî, dê bikêrhatî be ku pêşî rola jinan a di malbat û civakê de bi perspektîfa jinê were lêkolînkirin.

•
1 deqe xwendin
Jin û civakîkirina aştiyê

Di her serdemê de, şer û kuştin ji bo kes û civakan bûne sedema êş, xemgînî û wêraniyê. Civak û netewe ji ber van xirabiyan her gav ji hev qetiyane. Lê, di dîrokê de qet, bi qasî îro jihevdûrketin, parçebûn, nakokî û pevçûnên mezin ên navxweyî rû nedane. Dibe ku şer û pevçûnan hin caran sûd û hêzê dabin serdestan, lê mirovahiya ku zirar ji wan dîtiye, her wext aciziya xwe aniye zimên û ketiye şopa lêgerîna aştî û aramiyê. Ji bilî şerên ku ji aliyê serdestan ve ji bo berjewendiyên xwe li ser civakan tên ferzkirin, şerên navxweyî jî qewimîne. Li Rojhilata Navîn û gelek deverên din mînakên berbiçav ên bi vî rengî hene. Dema ku kes, civak û netewe dibin xwe-perest, ew yên din wekî dijber û dijmin dibînin, û di dawiyê de li hember hev bêrehm tevdigerin. Di encamê de, aramî û ewlehiya kes û civakan dikevin bin gefên wan derdoran. Ji ber vê yekê, tê qebûlkirin ku garantiya aştiyê her gav aramî û ewlehî ye.

 Ji bo ku pirsgirêka şer û encamên wê bi tevahî werin fêmkirin, an jî piştrast bibe, divê hemû aliyên civakê di mijara aştiyeke mayînde de bi israr bin. Ji bo vê jî, dê bikêrhatî be ku pêşî rola jinan a di malbat û civakê de bi perspektîfa jinê were lêkolînkirin. 

Di danûstandin û têkiliya malbatê de jin, di xurtkirina girêdanên hestyarî, bipêşxistina empatiyê û çareserkirina nakokiyan de roleke navendî dilîzin. Di têkiliyên navmalî de ew her gav guhdarên çalak û dabînkerên piştgiriya hestyarî ne û di parastina aştî û ahengiyê de jî wekî hêzek yekgirtî û avakerên civakek aram in. Bi gelemperî di têgihîştin û îfadekirina hestên endamên malbatê de rola wan nayê înkarkirin. Bi saya empatiya xwe, ew dikarin guhertinên di hestên zarok û hevjînan de hîs bikin û pêşiyê li krîzan bigirin. Ji ber van taybetmendiyan, divê bandora wan a li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî û bidestxistina aştiyê li ber çavan were girtin.

Em dizanin ku di çanda kurdan de jinan bi awayekî çêker û avaker wek navbeynkaran di çareserkirina nakokiyên giran û mezin ên malbatî û civakî de cih girtine. Ev sekna wan îro jî berdewam e. 

Di siyaseta navneteweyî de jî, hin nêzîkatî hene ku jinan wekî aştîxwazên xwezayî nîşan didin. Ji bo wê gelek lêkolîn hatine kirin. Yek ji wan lêkolînan ku li ser zarokan û performansa jinan e ku di pêvajoyên aştiyê de hatine kirin. Encama lêkolîna ku bi zarokên Îsraîl, Îtalya, Fînlandiya û Polonyayê hatiye kirin, gelekî zelal e. Li gorî daneyan, tevî hin cudahiyên çandî, zarokên kur ji keçan bêhtir gef û hêza laşî bi kar anîne. Lê belê zarokên keç ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li rêbazên cuda û çeker dane. Li ser vê bingehê, jinên ku vê şiyanê di temenê piçûktir de bi dest dixin, hîn bêhtir hewl didin ku êşa ji ber şer û pevçûnan çêdibe, bi dawî bikin û aştiyeke bi rûmet bînin civakê. 

Îro, şerê li Kurdistanê ku bi dehan salan dom kiriye, gihîştiye qonaxekê ku dikare bi aştiyek birûmet bi dawî bibe. Ev aştî tê wateya cudakirina rast ji xelet û dayîna biryarên baş ên ku berjewendiyên civakan li ber çavan digire. Ji bo misogerkirina ewlehî û aştiyê, divê prensîbên gerdûnî yên wekî parastina edalet û dadperweriyê, nîşandana hezkirin û dilovaniyê, û bipêşxistina empatî û têgihîştinê werin şopandin. Dema ku ev pêk werin, aştî mayînde dibe. 

Jin di vê mijarê de baş dizanin ku di her şerî de erdnîgarî yan jî cewherê pevçûnê çi dibe bila bibe, divê di dawiyê de bi aştiyê biqede. Ji bo wê jî, di pêvajoyên aştî û danûstandinan de gelek mînakên beşdariya jinan ên serkeftî hene. Cudahiya kalîtîf a ku jin di pêvajoyên wiha de dikin, pir balkêş e. Zîhniyeta serdest gelek caran, lihevkirinek ku bi hezaran rêberên mêr nikarin bi siyaseta xwe bi dest bixin, ji hêla du dayikên aştiyê ve bi taybetmendiyên xwe yên mirovî ve tê kirin. Ev hêza civakî ya jinan nîşan dide. Di vê pêvajoya îroyîn a aştiya ku li welatê me hewl tê dayîn de jî hebûn û nêrîna wan gelekî girîng in. Tevî vê yekê, zîhniyeta serdest a mêr û dewletê nexwestiye ku jin û civak tev li pêvajoya danûstandina aştiyê bibin. Wekî ku gelek daneyên borî yên aştiyên cîhanê jî nîşan dane ku peymanên aştiyê yên ku jin beşdar nebûne qels çêbûne û şansê wan ê serkeftinê nemaye. Di gel vê yekê, jin û kesên aştîxwaz bi israr in ku beşdariya wan a di vê pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk de hebe. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan di înîsiyatîfa ku wergirtiye de, hemû pîvanên exlaqî yên ku dê berjewendiyên civakê gav bi gav misoger bike, diyar kiriye. Di parastina xwe ya bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" de aştiyê wekî lihevkirinek di navbera demokrasî û dewletê de pênase dike. Ew dibêje, "Di aştiyê de partî hene. Ti partî %100 serdest nîn e û divê nebe jî," û dû re sê şertên ji bo bidestxistina aştiyê bi rêz dike:

Şertê yekemîn, ji bo aştiyê ew e ku her kes dikare di ewlehiyê de bijî. Ev tenê bi parastina xwe ya civakê û karakterê exlaqî û siyasî yê wê civakê mimkun e.

Yê duyemîn, ne mimkun e ku aliyek bi ser bikeve. Bêyî ku kîjan alî rast an xelet e, heke her du alî jî li hev bikin ku çekên xwe deynin û serdestiya xwe bidin paş, şer rawestînin, wê hingê aştî dikare di rojevê de be. 

Yê sêyemîn, divê hemû alî di çareserkirina pirsgirêkê de rêzê li xebatên demokratîk û saziyên civakê bigirin. 

Piştî salên şer û pevçûnan, her kes bi salan e li benda aştiyeke birûmet e. Rêberê Gelê Kurd jî dixwaze vê rêya aştiyê bi awayê herî xurt pêşkêşî civakê bike. Li gor wî, her çend peymanên aştiyê di navbera du aliyan de werin çêkirin jî, heya ku civak bi dil û can di hemû warên jiyanê de beşdarî vê pêvajoyê nebe, mirov nikare behsa serkeftinê bike.

Tevgerên jinan û çalakvanên aştiyê jî teqez kirine ku aştî ne tenê dawiya pevçûnên leşkerî ye, di heman demê de pêvajoyek dînamîk e jî. Ev yek misogerkirina wekheviya zayendî di demokrasiyê de, edaleta civakî, mafên wekhev ji bo jinan, û xebata ku ji bo hemû pêkhateyên jiyanê û jiyana civakî tê kirin vedihewîne. Bi vê rêbazê, aştiya ku di navbera du aliyên şer kirine de hatiye pêkanîn, ji metneke siyasî vediguhere rastiyeke civakî. Ev jî tê wateya civakîkirina wê aştiyê. Gava ku her du alî jî cidî û li metna xwe ya ku hatiye misogerkirin xwedî derkevin, êdî ew aştî dibe aştiyek erênî û ya tevahiya civakê.