Jin bi biryar in

Jiyana gel a li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e ku di bin şert û mercên şer de dewam kiriye. Heta niha bi milyonan kesan di vî şer û pevçûnê de zirar dîtiye. Hinekan jiyana xwe, hinekan malên xwe wenda kirin û gelek kes jî ji cih û warên xwe, çanda xwe dûr ketin, koçber bûn û bi bişaftinê re rû bi rû man.

•
1 deqe xwendin
Jin bi biryar in

Şer her tim di nav civakan de dibe sedema kuştin, nexweşî, alozî û neheqiyê. Aştî jî piştî şer û pevçûnan dibe pêdiviya wê civakê. Wekî ku tê zanîn civak ji zayenda jin û meran pêk tê. Gava ku di jiyanê de yek ji van tune were hesibandin, ew jiyan kêm û seqet dimîne.

Li gorî serjimêriya 2026an, nifûsa Tirkiyeyê ji 86 milyonî jî  derbas bûye. Nîvê vê nifûsê jin in, lê belê, ji ber hişmendî û pergala heyî ew di gelek sazî û dezgehên fermî û taybet de ji rêjeya wan a di nifûsê de pir kêmtir e. Ev rêje di asta rêveberî û biryardanê de hîn kêmtir e.

Di qada siyasetê de jî ev yek naguhere. Rêjeya endamên jin ên Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bi qasî %20.1 e. Ev rêje ji rêjeya navînî ya cîhanê ya bi qasî %27 û rêjeya navînî ya OECDê kêmtir e. Tirkiye di parlementoyên navneteweyî de di rêza jêrîn de ye.

Her wiha di hilbijartinên herêmî yên 2024an de, rêjeya temsîliyeta jinan, a di serokşaredariyê de, li dora %3-4 e. Nûnertiya wan di şaredariyan de jî li dora %5-10 e. Sedema sereke ya vê rêjeya nizm pergala serdestiya mêran a di mekanîzmayên hilbijartina namzetên partiyên siyasî de û nebûna rêbazên temsîliyeta wekhev e.

Jiyana gel a li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e ku di bin şert û mercên şer de dewam kiriye. Heta niha bi milyonan kesan di vî şer û pevçûnê de zirar dîtiye. Hinekan jiyana xwe, hinekan malên xwe wenda kirin û gelek kes jî ji cih û warên xwe, çanda xwe dûr ketin, koçber bûn û bi bişaftinê re rû bi rû man. 

Êdî civak li bendê ye ku ev yek bi rêya aştiyeke birûmet û jiyaneke demokratîk a ku mafên gelê kurd û gelên din diparêze, pêk were. Ji bo vê armancê, nêzîkî du salan e pêvajoyek tê meşandin, ku her çend giran be jî, hêviyê dide civakê.

Xebatên ku tên kirin û komîsyonên ku hatine avakirin girîng in, lê cihnegirtina jinan ji bo aştî û çareseriyê xetereyeke mezin e. Di komîsyonên ku ji bo vê pêvajoyê hatine avakirin de ji aliyê civakîbûnê ve kêmasiya herî berbiçav jî ev yek e. Ji ber ku jin beşa ku herî zêde ji şer û pevçûnan bandordar dibe ye, cihgirtina wan di serkeftina pêvajoyê de dê xwedî roleke girîng be.

Ji ber ku mînakên berê nîşan dane ku hewldanên çareserkirina vê pêvajoyê tenê bi rêya aktorên siyasî bi ser neketine, divê hevgirtina platformên jinan ên cua alîkariya serkeftinê ya pêvajoyê bike. Ji bo ku ev mesele hemû civakê eleqedar dike, gelek platform, înîsiyatîf û komên ku ji hêla jinên xwedî raman û meylên cihêreng ve hatine damezrandin, di nav hewldanên xurt de bin. Ew jî di wê zanînê de ne ku di demên dawî de wan hewldanên xwe zedê kirine û li hev dicivin û li ser daxwazên hevpar yekbûna xwe pêk tînin. Ev hewldanên ji bo şikandina pêşdaraziyên kûr ên berê û belavkirina aştiyê li beşên berfirehtir ên civakê hêja ne. Bi vî rengî, aştî dê bi avakirina têkiliyan û yekîtiya bingehîn pêk were.

Her çiqas jin di pêvajoyên aştiyê de qurbaniyên herî mezin ên şer bin jî, ew pir caran ji maseya danûstandinan têne dûrxistin. Ji ber vê yekê, peymanên aştiyê jî ne mayînde ne. Êdî di gelek pêvajoyên aştiyê de hatiye dîtin ku nebûna jinan kêmasiyek e. Ji bo aştiyek mayînde ku tevahiya civakê eleqedar dike, divê jin jî aliyek bingehîn ê pêvajoyê bin. Ku wisa nebe, şer dê careke din li civakê vegere. 

Jin piştgiriyê didin vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin. Lê belê, berteka wan a li hember nebûna nûnerên jin di Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê û bin-komîteyên wê de, ku di çarçoveya rêziknameyên qanûnî de hatine damezrandin, gelekî dijwar e. Di civaka sivîl û siyasetê de jî nebûna nûnerên jinan di Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê de bû sedema nîqaşeke berfireh. Jinên ku bertekek neyînî nîşanî wê yekê dan ku her heşt endamên Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê yên ku beşdarî civîna yekem bûn mêr bûn, dixwazin bi mekanîzmayên serbixwe beşdarî pêvajoyê bibin. 

Ev rewş di her platformê de ji aliyê rêxistinên jinan ve bi tundî tê rexnekirin û ew daxwaza avakirina komîteyên çavdêriya jinan ên serbixwe dikin da ku beşdarî pêvajoyê bibin. Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye" dibêje, "Divê komîteyek çavdêriyê ya serbixwe, ku ji hêla tevgera jinan ve bi mekanîzmayên xwe ve were damezrandin, wekî mixatab û pêkhateyek fermî ya pêvajoyê were nas kirin." Ji bo ku vê daxwaza xwe pêk bînin jî hewldanên wan ên avakirina komîteyan didomînin.

Her çiqas rexneyên wan hebin jî jin diyar dikin ku qanûna çarçoveyî ya ku li parlamentoyê hatiye pejirandin xalek destpêkê ya girîng e ku dê dawî li şer û pevçûnê bîne. Dîsa ew dest nişan dikin ku aştî tenê bi bêdengkirina çekan nayê sazkirin, divê hemû beşên civakê bikaribin beşdarî pêvajoyê bibin. Rêbaza rast jî ew e ku jin biryardariya xwe ya temsîlkirina di hemû komîteyên ku ji bo Komîsyona Çavdêriya Parlamentoyê werin damezrandin de nîşan bidin. 

Xaleke din a pêwîst jî ew e ku jin ne tenê di pêvajoyê de werin temsîlkirin, lê di heman demê de bibin beşek ji mekanîzmayeke çavdêrî û destwerdanê ya serbixwe. Bi awayekî giştî tê qebûlkirin ku komîteyên ku nûnerên rêxistinên jinan jî di nav de ne, dikarin bi bandortir bixebitin. Hebûna wan a di xebatan de dê rêbazên demokratîkbûnê jî bi pêş bixin.

Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê, ku ji bo çavdêriya çareserkirina pirsgirêka kurdî, pêkanîna pêvajoya demokratîkbûnê û pêvajoya bêçekkirinê hatiye damezrandin, di civîna xwe ya yekemîn de, bi 8 endamên xwe yên mêr, biryar da ku çar bin-komîteyan ava bike. Endamên van bin-komîteyan, ku dê li ser Karûbarên Dadwerî û Hiqûqî, Çavdêrî û Lêpirsînê, Yekîtî û Entegrasyona Civakî, û Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk bisekinin, divê di zûtirîn demê de ji raya giştî re bên ragihandin da ku dest bi xebatên xwe bikin. 

Heke jin di van komîte û desteyan de cih negirin, em nikarin bi rastî behsa aştiyê bikin. Ji ber ku jin hêmanek girîng a vê pêvajoya aştiyê ne û pêdivî bi temsîlkirina jin û rêxistinên jinan heye.

Lê çi dibe bila bibe, wisa xuya ye ku jin her tim bi biryara xwe ya şopandina vê pêvajoyê re dilsoz in û dê dilsoz bin…