Ji ronesansê ber bi dejenerasyonê ve
Îro nav û rûyên ku rojeva civakê dagir dikin, ne bi berhemên xwe yên nemir, lê bi rêya medyayê û şuhreta pûç hatine avakirin. Nifşekî nû yê "hunermendan" derket ku ji kûrahiya dîrokî, ji êş û bedewiya vê xakê qut bûye û nirxên çandî dişikîne û bê qîmet dike.

Sedsalek temam derbas bû ku civaka kurd rastî siyaseta kûr a bişaftin, qedexekirin û înkarê hat. Lê belê, ligel hemû zext û niximandinan, di salên 1980 û 90î de, bi geşedana siyaseta kurdan re, di çand û hunera kurdî de - bi taybetî li dervayî welêt - mîna ‘ronesansek nû’ çêbû. Muzîk û huner bûn stûna sereke ya berxwedan, vejîn û parastina hafizaya neteweyî. Muzîka kurdî ne tenê lê dihat guhdarîkirin; civak bi kûrahî diparast, şiyar dikir û dida pey xwebûna xwe.
Lê belê, piştî salên 2000î em rastî zîvireke (vegereke) xedar û felaketeke çandî hatin: pêvajoya dejenerekirina nirxan û valakirina cewherê hunerê.
Ji pêşengiyê ber bi "çanda pirparê" ve
Bêguman e, ronesansa mijara gotinê hemû sînor û kelemên talan û înkarê hilweşandin, rûyê pergalên bişaftinê deşîfre kir. Bi afirenêrî û temsîla kesayeta hunermendê civakê, mînaka modela resen ava kir. Civaka kurd ev modela bi hêvî û kelecan hembêz kir. Lê belê mixabin, bi guhertin û veguhertinên siyasî- civakî re, cewher û armancên ronesansê, hin û hin veguhezîn dejenere, piyase û îflasa pardîgmaya ronesansê!
Çawa ku tovê pirparê pir zû şîn dibe û her derê dide ber xwe, wisa jî qada hunerê dagir bû ji aliyê kesên ku ne xwedî deng, ne xwedî afirîneriya estetîk û ne jî xwedî kesayeteke hunerî. Huner ku berê amûreke xwebûn û azadiyê bû, îro ketiye bin zexta reklam, şuhreta erzan û piyaseya bazara mezaxtinê.
Ka ew kesayeta hunermend ku pîvan, pênase û xasiyeta wê hebû?
Îro nav û rûyên ku rojeva civakê dagir dikin, ne bi berhemên xwe yên nemir, lê bi rêya medyayê û şuhreta pûç hatine avakirin. Nifşekî nû yê "hunermendan" derket ku ji kûrahiya dîrokî, ji êş û bedewiya vê xakê qut bûye û nirxên çandî dişikîne û bê qîmet dike.
Sûc tenê yê sîstemê ye yan yê civakê ye jî?
Gava ku em behsa vê dejenerebûnê dikin, divê em çavên xwe ji rastiyeke tal re negirin: Gelemperiya civakê jî ji vê rewşê berpirsiyar e. Di serî de jî, çapemeniya kurd, sazî û dezgehên siyasî, rewşenbîrî - çandî û sermayeya kurdan…
Çimkî hunermend encama daxwaza civakê ye. Eger civak berhemên vala, şahiyên bêaheng û kesayetên bêcewher bi destçepikan pêşwazî bike; eger amade be ku li cihê hunera kûr, çanda erzan bipejirîne, wê demê civak bixwe dibe hevparê vê tawanê. Dûrketina civakê ji wêje, helbest û hunera rastîn, hişt ku tîraj û dîtinên torên civakî bibin pîvana "serkeftina" hunerê.
Metirsiya herî mezin: Dûrketina ji xwe
Siyaseta sed salî ya înkar û bişaftinê nekarî giyanê vî gelî bi temamî teslîm bigire, lê îro dejenerasyona navxweyî û xemsariya siyaset û ronakbîriya civakê metirsiyeke mezintir diafirîne. Her babet û mijar xwe dispêre meseleya xwebûn û nasnameyê. Heger gelê kurd heya îroj asta netewebûna xwe temam nekiribe, ji sedê sed sedema dagirkerî û qirkirina çandî ye. Heger em daw û doza resentiya çand û hunera kurdî dikin, bê şik û guman e, resenî bi xwebûnê encax pêkan e. Bişaftin (asîmîlasyon) wek ku peyvek bi sosret ketiye ser zimanê me, em pê hincet û kêmasiyên xwe pîne dikin, hew dizanin ku bişaftin tenê ji bo perwerde û axaftina zimanê zikmakî ye. Naxêr, bişaftin pergalek giyanî (rihî) ye, mîna aşleya darê ye! ‘’Kesayetiya asîmîlekirî, kesayeteke ji çand û nasnameya xwe biyanîbûyî ye.’’ Bi gelemperî, di siyasetê de, di çand û hunerê de, di ronakbîrî û ragihandinê de, xwebûna bi aqilê kurdewar gelekî lawaz e.
Êdî dema wê hatiye ku em civaka xwe û qada xwe ya civakî-hunerî rasterast rexne bikin:
Huner ne tenê kêfxweşiya demkî ye; ew nasname û rihê gel e.
Şuhret ne kesayet e û her dengê ku derdikeve ne muzîk e.
Rizgarî di wê de ye ku civak vegere ser resenî û kûrahiya xwe, pîvanên xwe yên estetîkê bilind bike û li ber vê galegala pûç û dejenere raweste. Hunermendê rastîn divê dîsa bibe wijdanê civakê û civak jî divê bibe parêzvana hunera resen.


