Ji Komploya Navneteweyî ber bi Banga Aştiyê ve

Meşa 28 salan a ji 9ê Cotmeha 1998an heya 27ê sibata 2025an bi rengekî zelal nîşan da ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe ya dawî. Hêzên hegemonîk tevî hemû teknîk û derfetên xwe nekarîn Têkoşîna Azadiyê tasfiye bikin.

•
1 deqe xwendin
Ji Komploya Navneteweyî ber bi Banga Aştiyê ve

Komploya dîrokî ya ku di 9ê cotmeha 1998an de bi derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û bi dîlgirtina wî ya di 15ê sibata 1999an de gihîşt asteke krîtîk, di dîroka gelê kurd û herêma Rojhilata Navîn de weke nuqteyeke werçerxanê mezin cihê xwe girt. Ji wê rojê heya banga dîrokî ya çareserî û civaka demokratîk ku di 27ê sibata 2025an de hat ragihandin, tam 28 salên tijî berxwedan, veguherîna paradigmaya fikrî û têkoşîna hebûnê derbas bûn. Di vê heyama çaryekê sedsalê de, plansaziya hêzên hegemonîk ên cîhanî û dewletên herêmê yên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ji aliyê sekin û felsefeya Rêber Ocalan û berxwedana gelê kurd ve hat pûçkirin.

Hêzên hegemonîk bi pêşengiya DYA, NATO û dewletên hevkar ên herêmê, bi komploya 9ê cotmehê xwestin hesabên nû yên li ser Rojhilata Navîn bê astengî bixin meriyetê. Di bingeha vê geşedanê de armanca bingehîn ew bû ku Têkoşîna Azadiya Kurd bê serî bimîne, bikeve nav krîzeke kûr a hundirîn û bi tevahî bête tasfiyekirin. Her wiha xwestin ku bi rêya vê komployê şerekî kûr ê etnîkî di navbera gelê kurd û tirk de biafirînin. Bi vê kûrbûna şer re dihat armanc kirin ku Tirkiye bi tevahî teslîmî siyaseta derve bibe û civaka kurd jî di nava çerxa qirkirin û tunebûnê de bête fetisandin. Rola komployê di siyaseta herêmî de pêngava yekem a destwerdana leşkerî û siyasî ya li ser tevahiya Rojhilata Navîn bû ku piştre bi destwerdana li Iraqê û geşedanên din berdewam kir.

Piştî zincîra bûyeran û dîlgirtina li Îmraliyê, siyaseta ku li ser gelê kurd hat ferzkirin bêhêvîtî, teslîmiyet, teslîmgirtina îradeyê û parçekirina rêxistinî bû. Hate hêvîkirin ku tevger hilweşe û gel ji doza xwe ya azadiyê vegere. Lê belê, Rêber Abdullah Ocalan li hemberî vê siyaseta xedar sekneke dîrokî û bêhempa raber kir. Wî pergala tecrîda giran a Îmraliyê ya ku ji bo çewisandina wî hatibû avakirin veguherand navendeke mezin a hilberîna fikrên dîrokî. Înîsiyatîfa siyasî ji destê hêzên komploger derxist û dest bi geşkirina paradîgmayeke nû kir. Rêber Ocalan di nirxandineke xwe de vê helwesta xwe û veguhertina stratejîk wiha eşkere kir: "Min komplo bi rêya guhertina paradîgmayê pûç kir. Min ji bo netewe-dewletê ku çavkaniya pirsgirêkan e, alternatîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava kir." Bi van tespîtan re, doza kurd ji çarçoveya teng a netewe-dewlet û neteweperestiyê derket û gihîşt asteke gerdûnî ya ku çareseriyê ji krizên mirovahiyê re pêşniyar dike.

Têkoşîna gelê kurd di van 28 salan de qonaxên gelekî dijwar û girîn girtine ser milê xwe ser milên xwe. Pêşî di navbera salên 1999 û 2005an de qonaxa parastinê, pûçkirina êrişên tasfiyeker ên hundirîn û derveyî û ragihandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi pêş ket. Piştre ji sala 2005an heya 2015an qonaxa avakirina civaka sivîl, organîzekirina xweseriya demokratîk û tesbîtkirina berxwedana Şoreşa Rojava hat meşandin ku ev şoreş bû mînaka herî geş a pêkanîna fikrên Ocalan di pratîkê de. Di navbera salên 2015 û 2024an de berxwedana li hember tecrîda giran a Îmraliyê û êrişên berfireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîşt lûtkeyê. Ev meşa berxwedanê di 27ê sibata 2025an de gihîşt qonaxeke nû; li ser bingeha nirxandin û gavên Rêber Ocalan, banga serdemeke nû ya çareseriya siyasî, aştî û civaka demokratîk herêmê hate ragihandin.

Sedema bingehîn ku gelê kurd û Tevgera Azadiyê dikarî li hemberî komployeke ew qasî mezin li ber xwe bide û hebûna xwe biparêze, berî her tiştî girêdana kûr a gel a bi Rêbertiya xwe re bû. Çalakiyên bi diruşma "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" ku li dora Rêber Ocalan hatin hûnandin, çêbûna dîwarekî mirovî yê ji pola bû. Di heman demê de, pêşketina Tevgera Azadiya Jinê û rola wê ya weke stûna bingehîn a avakirina civakê nahêla ku tevger teslîmî paşverûtiyê bibe. Gerdûnîbûna felsefeya Konfederalîzma Demokratîk jî hişt ku doza kurd piştgiriyeke mezin ji ronakbîran û hêzên azadîxwaz ên cîhanê wergire.

Di encamê de, meşa 28 salan a ji 9ê Cotmeha 1998an heya 27ê sibata 2025an bi rengekî zelal nîşan da ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe ya dawî. Hêzên hegemonîk tevî hemû teknîk û derfetên xwe nekarîn Têkoşîna Azadiyê tasfiye bikin. Têkoşîna gelê kurd a bi pêşengiya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan, teslîmiyet parçe kir û pirsgrêka kurd ji projeyeke şer veguherand projeyeke aştiyê û navenda çareseriya demokratîk a tevahiya Rojhilata Navîn. Banga 2025an encama vê îradeya dîrokî ye ku îro ji bo hemû gelên herêmê bûye hêviya jiyana hevpar û azad.