Ji Generalên Biçûk ên Apê Mûsa peyam: Em ê mîrateya şehîdên xwe biparêzin!
Ji bo "11ê Cotmehê Roja Belavkarên Rojnameyan a Cîhanê", ji Jeneralên Biçûk ên Apê Mûsa, Meryem Akçîçek û Hasan Gulî axivîn. Belavkaran diyar kirin ku karê wan ne tenê belavkirina rojnameyan e, di heman demê de berpirsiyariyek, parastina heqîqetê û xwedîderketina li mîrateya şehîdan e.

"11ê Cotmehê Roja Belavkarên Rojnameyan a Cîhanê", roja karkerên ku di şertên herî giran û dijwar de, di dema zext û zoriyê de jî rojnameyan digihînin gel e. Ev roj di heman demê de roja "Generalên Biçûk ên Apê Mûsa" yên Çapemeniya Azad û hemû belavkaran e. Di vê çarçoveyê de, ji belavkarên Çapemeniya Azad Meryem Akçîçek û Hasan Gulî derbarê girîngiya vê rojê de axivîn û peyamên têkoşînê dan.
Belavkirin ne tenê karek e, ked û berpirsiyariyek e
Meryem Akçiçek wekî Generaleke Apê Mûsa karê belavkariyê dike. Akçiçekê, ji bo 11ê Cotmehê Roja Belavkarên Cîhanê ji rojnameya Azadiya Welat re axivî û wiha got: “Ez rojnameya Yeni Yaşam û Azadiya Welat belav dikim. Ez nafikirim ku ez tenê rojnameyan belav dikim, ez di heman demê de ji bo dengê gel jî xizmetê dikim. Di dema me de, gihîştina agahiyên rast û zanîna nêrînên cihêreng gelekî girîng e. Ji ber ku çapemenî ne tenê nûçeyan dide; divê pirsgirêkên civakî, rewşa karkeran û dengê gel jî nîşan bide. Ji bo min, belavkirina rojnameyê ne tenê karek e; ew di heman demê de berpirsiyarî û kedek e. Ez bawer dikim ku divê çapemeniya azad û mafê wergirtina agahiyan ê gel her tim were parastin.”
‘Em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin’
Belavkar Hasan Gulî jî bal kişand ser zehmetî û qîmeta xebata belavkaran û bi van gotinan roja hevrêyên xwe pîroz kir: “Di serî de Jeneralên Biçûk ên Apê Mûsa, hemû hevrêyên min ên belavkar ku bi can û wijdan têkoşînê dikin, ez 11ê Cotmehê Roja Belavkarên Rojnameyan a Cîhanê ji dil pîroz dikim. Me qet karê xwe sivik negirt. Em ê her tim bi têkoşîn û keddayînê, xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin. Roja Belavkarên Cîhanê pîroz be.”


