Ji çekê ber bi fikrê ve
Ji bo neyar û hêzên navneteweyî jî, hemû hincetên ku kurdan wekî "hêzeke tundûtûj, ango terorîst" nîşan didan, di nav wî agirî de şewitîn û pûç bûn. Tevgerê bi vê yekê re isbat kir ku ew lîstikvanê herî samîmî û amade yê aştiyê ye.

Dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya zêdetirî nîv sedsalî, di sala 2025an de gihîşt qonaxeke wisa ku êdî hemû hevsengiyên polîtîk ên li Rojhilata Navîn ji binî ve hejandin. Bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan a di 27ê sibata 2025an de, ya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê daxwazeke ji rêzê ya agirbestê bû; ev bang destpêka paradîgmayeke nû û rûpeleke dîrokî ya werçerxanê bû. Pêngavên li pey vê bangê hatin avêtin, bîryardariya Tevgera Azadiyê û asêbûna hişmendiya dewleta tirk hîn bêhtir derxistin pêş çavan.
Radîkalîzma aştiyê: Ji agirbestê heya fesixkirina stratejîk
Gavên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê piştî banga 27ê sibatê avêtin, di dîroka tevgerên şoreşgerî yên cîhanê de mînakên wan kêm tên dîtin. Bersiva lezgîn a 1ê adarê ya ji bo agirbestê û li pey wê, biryara Kongreya 12an a PKKê ya di meha gulanê de ku biryara fesixkirina fermî û rawestandina têkoşîna çekdarî da, nîşana lûtkeya berpirsyariya polîtîk e.
Ev gavên radîkal nîşan didin ku Tevgera Azadiyê ti carê şer û tundûtûjî wekî armanc qebûl nekiriye. Çek di destê gerîla de tenê amûreke rewa ya xweparastinê bû ku li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê hatibû rakirin. Gava ku Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriya siyasî û demokratîk wekî stratejiya bingehîn îlan kir, tevgerê bêyî fikarên li ser paşeroja xwe ya rêxistinî, xwe feda kir da ku rê li ber aştiyeke rûmetdar vebike. Ev nayê wateya paşvekişînê; berevajî vê, gihandina têkoşînê ya qada herî dijwar e: qada siyaseta demokratîk û hişmendiya civakî.
Ruhê çikefta Ceseneyê: qedandina erka dîrokî ya çekê
Di 11ê tîrmaha 2025an de, li herêma Silêmaniyê li ber deriyê şikefta Ceseneyê, şewitandina çekan ji aliyê komek gerîla ve li ber çavên hemû cîhanê, peyameke xwerû û felsefî bû. Ev merasîm di têkoşîna 50 salî de xaleke werçerxanê ya wisa ye ku tê de hat ragihandin: "Êdî dema parastina bi çekan bi dawî bûye, dema parastina bi raman, felsefe û rêxistinbûna civakî dest pê kiriye."
Şewitandina çekan li şikefta Ceseneyê peyameke dualî da dost û dijminan. Ji bo gelê kurd û dostên wê, ev biryar bû nîşaneya baweriya bêdawî ya bi îradeya gel. Merasimê nîşan da ku hêza herî mezin ne di lûleya çekan de ye, di hişmendî û rêxistinbûna civaka demokratîk de ye.
Ji bo neyar û hêzên navneteweyî jî, hemû hincetên ku kurdan wekî "hêzeke tundûtûj, ango terorîst" nîşan didan, di nav wî agirî de şewitîn û pûç bûn. Tevgerê bi vê yekê re isbat kir ku ew lîstikvanê herî samîmî û amade yê aştiyê ye.
Fobiya siyaseta demokratîk û siyaseta dewletê ya mijulkirinê
Tevî ku salek di ser merasima li şikefta Ceseneyê re derbas bûye jî, dewleta tirk ti gaveke şênber û hiqûqî neavêtiye û siyaseta xwe ya "mijulkirinê" didomîne. Sedema vê bêdengî û bêhelwestiyê ne ji hêza dewletê, berevajî vê ji qelsî û tirsbûna wê ya ji rûbirûbûna bi heqîqetê tê.
Sîstema desthilatdar a li Tirkiyeyê bi dehan salan e ku hebûna, aborî û tora xwe ya rantê li ser "hinceta terorê" û şerê li dijî kurdan ava kiriye. Gava ku tevgerê çekan ji holê radike û qada sîyasetê pêşniyar dike, "fobiya sîyaseta demokratîk" di nav sîstema dewletê de derdikeve holê. Em dikarin bêjin ku dewleta tirk û deshilata wê ji ber du sedemên bingehîn asê maye.
Krîza îdeolojîk: Heke hinceta şer nemîne, dewlet nikare faşîzm û zextên xwe yên li ser civaka Tirkiyeyê rewa bike.
Endîşeya statuyê: Çareseriyeke demokratîk tê wateya guhertina destûra bingehîn, naskirina mafên kurdan û demokratîkbûna tevahiya welat. Ev yek bingeha sîstema navendîparêz û nijadperest hildiweşîne. Ji ber vê yekê, dewlet bi siyaseta mijûlkirinê re wext qezenc dike da ku pergala xwe ya rizîbûyî biparêze.
Perspektîfa Rêber Apo: aştî wekî qada têkoşînê ya herî bilind
Li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, aştî qet nayê wateya bêdengbûn, teslîmiyet an jî li bendê mayîna dilovaniya dewletê. Berevajî vê, aştî şêwaza têkoşînê ya herî herikbar û şoreşger e. Di vê qonaxê de, divê gelê kurd û dostên wan pêvajoyê ne di çarçoveya "hêviya ji gavên dewletê" de, lê di çarçoveya "avakirina hêza xwe ya cewherî" de bixwînin.
Rêxistinbûna neteweya demokratîk yek ji van hîmên herî bingehîn e. Li şûna sekinandinê, divê her gund, her tax û her bajar bibe qada avakirina komun û meclisên demokratîk. Hêza siyasî ya civakê tenê bi rêxistinbûnê dertê holê.
Bêguman bi vê xebatê re divê têkoşîna li dijî mijûlkirinê jî were xurtkirin. Divê bêdengiya dewletê li qadên navneteweyî, bi rêyên dîplomasiya gel, çalakiyên girseyî yên hiqûqî û demokratîk were şikandin. Her ku civak li mafê xwe xwedî derkeve, siyaseta dewletê ya mijûlkirinê wê di destê wê de biteqe.
Yek ji hîmên herî bingehîn ê vê pêvajoyê jî parastina cewherî ya nû ye. Rawestandina têkoşîna çekdarî nayê wateya bêparastinbûnê. Di paradîgmaya nû de, parastina cewherî ya herî mezin; ziman, çand, nasname û îradeya polîtîk a gel e ku li dijî her şêwaza asîmîlasyonê bibe kelem.
Di encamê de, em dikarin bêjin ku gavên ji 27ê sibata 2025an û vir ve hatine avêtin, Tevgera Azadiya Kurdistanê di asta exlaqî, ramanî û siyasî de xwe gihandiye lûtkeya serkeftinê. Dewleta tirk bi siyaseta xwe ya mijûlkirinê tenê asêbûna xwe kûr dike û nikare li ber herikîna dîrokê raweste. Erka herî mezin ku dikeve ser milê gelê kurd û hemû dostên azadiyê ew e ku bi vîzyon û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, vê qonaxa nû bikin bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û misogeriya jiyana azad û demokratîk. Metoda têkoşînê guheriye, lê armanca azadiyê ji her demê hîn nêzîktir e.


