Îstîsmara keda koçberan birînek li ser wijdana mirovahiyê ye

Yên ku karibin xwe bigihînin welatekî nû, di rastiyê de dikevin nav têkoşînekî din. Ji ber ku li gelek welatan koçber wekî hêza karê erzan û hêsan tên dîtin. Ew li avahîsaziyê, atolyeyên tekstîlê, zeviyan, restoranan, fabrîkayan û karên paqijkirinê de bi saetan şert û mercên dijwar de dixebitin.

•
1 deqe xwendin
Îstîsmara keda koçberan birînek li ser wijdana mirovahiyê ye

Di saetên sibê yên zû de dema ku min li malperên nûçeyan digeriya, dîmenek kurt rastî min hat ku tevahiya rojê ji bîra min neçû. Di dîmen de ciwanek afrîkayî li Tirkiyeyê hatiye xebitandin, lê dema ku ji bo standina mafê xwe çûye cem patronê xwe, gef lê hatiye xwarin. Hestên hêrs, bêçarî û şikestina ku li rûyê wê ciwanê de xuya bû, ne tenê trajediyeke malbatekê, lê her wiha şert û mercên milyonan koçberan ên ku li cîhanê rastî îstîsmarê tên jî nîşan dida.

Ev bûyer ne ya yekem e û ne jî dê ya dawî be. Ji ber ku îstîsmara ked û karê koçberan îro bûye yek ji girîngtirîn pirsgirêkên mafên mirovan li seranserê cîhanê. Di demekê de ku neheqî, şer û krîzên aborî her roj zêdetir dibin, milyonan mirov neçar dibin welatên xwe bihêlin û li pey jiyaneke çêtir biçin. Lê pir caran tiştê ku li bendê wan e ne jiyaneke bi rûmet, lê şêweyên nû yên îstîsmarê ne.

Li gelek welatên Afrîkayê, mirov ji ber xizanî, şer, bêîstîqrariya siyasî, birçîbûn û tirsên pêşerojê neçar dibin welatên xwe bihêlin. Ew bi hêviya jiyaneke çêtir dikevin rêyan, lê gelek caran di navbera mirin û jiyanê de dimeşin. Li çola Sahara bi tîbûn û germahiya dijwar re têkoşîn dikin, li deryaya navîn jî bi metirsiya mirinê re rû bi rû dimînin. Hazaran kesên ku dikevin destê bazirganên mirovan, li rêyan winda dibin an jî jiyana xwe ji dest didin, gelek caran tenê wekî hejmar tên dîtin.

Yên ku karibin xwe bigihînin welatekî nû, di rastiyê de dikevin nav têkoşînekî din. Ji ber ku li gelek welatan koçber wekî hêza karê erzan û hêsan tên dîtin. Ew li avahîsaziyê, atolyeyên tekstîlê, zeviyan, restoranan, fabrîkayan û karên paqijkirinê de bi saetan şert û mercên dijwar de dixebitin. Pir caran bê sîgorte, bê ewlekarî û bi mûçeyên kêm dixebitin.

Ya herî xirab jî ew e ku hin patronan bêçariya van mirovan wekî fersend dibînin. Hin kes mûçeya wan kêm didin, hin jî qet nadin. Demjimêrên zêde yên karê wan tên dizîn û ew her tim di nav tirs û tehdîdan de tên hiştin. Ji ber ku gelek koçber ziman nizanin, mafên xwe baş nas nakin an jî ji derxistina ji welêt ditirsin, dengê xwe bilind nakin. Pergala îstîsmarê jî tam ji vê bêdengiyê xurt dibe.

Bûyera ku di dimenê de hat vegotin mînakeke aşkere bû. Jinek xebitî bû, xwêdana xwe rijandibû û dixwest mafê xwe bistîne. Lê li şûna ku mûçeya xwe bistîne, bi tehdîdan re rû bi rû mabû li Tirkiyeyê bi polisan hatibû tirsandin.

Di dewletekî ku xwe dewleta qanûnê dibîne de, kesê ku divê were lêpirsîn ne karkerê ku mafê xwe dixwaze ye, lê patronê ku mûçeya karkeran nadaye, ked û karê wan dizîne û wan bê ewlekarî dixebitîne ye.

Ger li wir edalet hebe, pêdivî ye ku berî her tiştî ji wan kesan bê hesab xwestin ku mafê karkeran dixwin. Ji ber ku dizîna ked û karê mirovekî tenê sûcekî aborî nîn e, her wiha sûcekî exlaqî û li dijî rûmeta mirovahiyê ye.

Pirsgirêkên koçberan tenê bi dizîna mûçeyan ne sînordar in. Bi taybetî jinên koçber şert û mercên girantir dijîn. Mûçeyên kêm, cudakirin, heqaret, zordariya derûnî û tacîza û tecawiz di gelek raporan de tên qeyd kirin. Karên bê ewlekarî jinan bêtir bêparastin dihêlin û gelek ji wan nikarin neheqiyên ku rastî wan tên bibêjin.

Ev rewş ne tenê pirsgirêka koçberan e, lê pirsgirêka tevahiya civakê ye. Ji ber ku li cihê ku ked û kar bêqîmet tê dîtin û rûmeta mirovan tê binpêkirin, nikare ji edalet, qanûn û aştiya civakî were axaftin. Civakek ku îro li hember neheqiya li koçberan bêdeng dimîne, dikare sibê rastî heman neheqiyan bê.

Mixabin, hin derdorên civakê koçberan tenê wekî amûrekî aborî dibînin. Ew ji bîr dikin ku van mirovan jî xewn, malbat, hêvî û fikrên pêşerojê hene. Koçber jî wekî hemû mirovan dixwazin zarokên xwe perwerde bikin, malbata xwe biparêzin û jiyaneke bi rûmet bijîn.

Em divê ji xwe bipirsin: Çima ked û karê mirovekî divê li gorî neteweya wî were nirxandin? Ma mafê karkeran li gorî welatê ku ji wir hatine diguhere?

Bêguman bersiv na ye.

Mafên mirovan gerdûnî ne. Mafê ked û kar gerdûnî ye. Edalet gerdûnî ye. Di navbera mafê karkerê afrîkayî û mafê karkerê Ewropayî, Asyayî an jî Rojhilata Navin de tu ciyawazî tune ye. Li hember her neheqiyê, bê ka li kî tê kirin, divê were rawestandin.

Îro bêdeng mayîn li hember dizîna mûçeya jineke koçber, rê li ber neheqiyên mezintir vedike. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku dezgehên dewletê, rêxistinên mafên mirovan, sendîka û civaka sivîl bi awayekî xurt û biryardar li hember îstîsmara ked û karê koçberan rawestin.

Koçber sedeqe naxwazin, îmtiyaz naxwazin. Ew tenê dixwazin ku beramberî ked û karê xwe bistînin, şert û mercên karê yên mirovane hebe û bi edalet werin muamelekirin. Ev daxwaz ne kerem in, mafên bingehîn ên mirovan in.

Wijdana civakekê ne bi parastina yên herî hêzdar tê pîvandin, lê bi qasî ku dikare mafên yên herî bêparastin biparêze tê pîvandin. Ger îro dengê karkerên koçber nayê bihîstin, wê sibê wijdanê hevpar ê mirovahiyê bêtir birîndar bibe.

Ji ber ku neteweya ked û karê tune ye. Rengê terê laş tune ye. Sînorê rûmeta mirovahiyê tune ye.

Û tu kes nikare tenê ji ber ku mafê ked û karê xwe dixwaze, were tehdîdkirin.