Îran ji bo reqora darvekirinê dibeze

Rejîma Îranê her roj bi zext, tundî, îşkence, ceza, kuştin û darvekirina li dijî girtiyên siyasî dikeve rojeva çapemeniyê. Tenê di 6 mehên dawî de Rejîma Îranê 15 jê jin, bi giştî 894 girtî bi dar vekirin û ji bo reqora darvekirinê dibeze. Girtiya nexweş Şilêr Mam Qadrî jî li ruxmê bi nexweşiya pençeşêrê ye, nayê berdan û dermankirin.

•
1 deqe xwendin
Îran ji bo reqora darvekirinê dibeze

Rejîma Îranê, her çend bi Amerîka û Îsraîlê re şerekî mezin dimeşîne jî, ji şer zêdetir bi darvekirina mirovan, kuştin û zextên li ser girtiyên siyasî di rojeva cîhanê de cihê xwe girtiye. Saziyên mafên mirovan bi belge û raporan destnîşan dikin ku rejîm, herî zêde welatiyên kurd û belûç bi darve dike û li kolanan raste rast bi guleyan dikuje. Herî dawî hat ragihandin ku di 3yê tîrmehê de cezayê darvekirinê li 4 girtiyên siyasî yên kurd  birîne. Li gorî agahiyên herêma Rojhilatê Kurdistanê çar girtiyên kurd ên xelkê Bokanê; Rizgar Babamîr, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî û Kawe Salehî ku bi qasî 37 mehin girtîne, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Dîsa çavkanî destnîşan dikin ku ji bo welatiyê Bokanê Teyfîq Babamîr jî metirsiya cezayê darvekirinê heye. 

Hêzên Rejîma Îranê 3 sal berê 5 kes piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binçav kiribûn û şandibûn girtigehê. Di bin çavan de bi îşkenceya giran îfadeyên wan girtibûn. Destûr nedabûn ku malbat û parêzer wan bibînin. Niha cezayê darvekirinê li wan birîye. 

Dîsa li gorî rapora HRANAyê di 3ê Tîrmehê de girtiya siyasî Erxewan Fallahî bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin. Ji bo Mehnaz Çardulî û Mehdî Nazirî, cezayê darvekirinê û 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Atife Nazirî xwişka Mehdî Nazirî jî 10 sal cezayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Têkoşîna li dijî darvekirinê 

5 jinên kurd ên têkoşer bi salan in li dijî cezayê darvekirinê têdikoşin. Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di daxuyaniya dawî de anî ziman ku têkoşerên jin Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Spîde Qûliyan, Nêrgiz Mihemedî û Şerîfe Mihemedî her kêliyê di bin metirsiya darvekirinê de ne û bi vîneke xurt li dijî darvekirinê têdikoşin. 

Her roj mirovan darve dikin

Li gorî rapora dawî ya Navenda Mafê Mirovan a Îranê, di nava 6 mehên destpêka 2026an de herî kêm 894 mirov li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin. Raporên mafên mirovan, destnîşan dikin ku herî zêde welatiyên kurd û Belûç têne darvekirin. 

Li gorî agahiya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê herî dawî di 3ê Tîrmehê de ciwanê kurd Eşkan Malikî ku xelkê navçeya Qurwe ya parêzgeha Sineyê ye, li Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bi veşartî û bêyî agahdarkirina malbata wî hate darvekirin. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan pênc girtiyên din ên bi navên Îrfan Xelîlî, Elî Ekber Mehlûcî, Hisam Îsayî, Husên Şukûhî û Qasim Esanî, bi tometa ‘Şerê li dijî xwedê’ cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. 

Di 6 mehan de 92 belûç kuştin 

Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûçistanê jî da zanîn ku di şeş mehên borî de, herî kêm 92 welatiyên Belûç bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê an jî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane. Di nav qurbaniyan de 11 zarok û gelek jin hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 434 welatiyên Belûç jî hatine binçavkirin.

Girtiyên nexweş derman nakin 

Saziyên mafan destnîşan dikin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ku li girtîgeha Urmiyeyê dimîne û nexweşa pençeşêra pêsîrêye, ji ber ku nayê dermankirin nêzî 27 kîlo daye. Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ku li girtîgeha Urmiyeyê dimîne û nexweşa pençeşêra pêsîr ye, ji mafê tedawiyê û dermanan bêpar tê hiştin. 

Îşkenceyê li girtiyan dikin 

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, diyar kirin ku di 29ê Hezîranê de, malbatên Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî, piştî derbasbûna sê hefteyan di ser girtina kurên wan re, li zindana Kamyaranê bi wan re hevdîtin pêk anîn. Her du girtiyên siyasî di hevdîtinê de diyar kirine ku di vê pêvajoyê de gelek caran ji zindanê veguhestine girtîgeha Îdareya Îtîlaatê ya Kamyaranê û ji bo girtina îtîrafên bi zorê, rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatine.

Li aliyê din girtî Daniyal Niyazî yê 18 salî ku xelkê Şîrwanê ya li parêzgeha Xorasana Bakure, 5 meh û 17 rojin bi şêwazekî kêfî hatiye binçavkirin û di girtîgeha Şîrwanê de tê girtin. Heta niha çarenûsa wî nediyare û destûr nayê dayîn ku parêzerê wî bikeve nav dosyeyê. Hat destnîşan kirin ku di bin êşkence û îtîrafên neçarî de tometa ‘dijberiya Xwedê’ xistine stûyê wî û di bin zexta derûnî de ye. Di 30ê Hezîranê de jî Seîd Asare ku xelkê Melekşahî û niştecihê bajarokê Îslamî yê ser bi bajarê Mîhran yê ser bi parêzgeha Îlamê ye, ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlata Îranê ve bê biryara dadwer û bi bikaranîna tundiyê hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat veguhestin. Hewldanên malbata Seîd Asare yên ji bo aqûbeta wî heta niha bêencam mane. 

Di rojên borî de hêzên Îdareya Îtîlata Bokanê bi êrîşkirina ser cihê karê Elî Zulfî, bê biryara dadwer û bi bikaranîna tundiyê binçav kir. Hêzên Îranê dema Elî Zulfî binçav kirin, dest danîne ser otomobîla wî ya taybet. Li aliyê din, Hêza Rejîma Îranê xelkê Seqizê Mîhran Behramî, li cihê kar binçav kirin û bê biryara dadwerî birin cihekî nediyar. Di heman rojê de, hêzên rejîmê Mihemed Mihemedî ku xelkê Seqizê ye, binçavkirin.

Dîsa dadgeha Îranê li Mamosteyê kurd Arya Nûranî yê parêzgeha Xorasana Bakure ye, bi 14 mehên girtîgehê ceza kir. 

D heman demê de mamosteyê teqawid Ehmed Elîzade, bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmeta Îranê hat cezakirin. Hezar û 80 saet xizmeta giştî ya xwebexş di şaredariya Ava Daxanê de hate dayîn.

Di vê pêvajoyê de xelkê Bokanê Mensûr Qadirzade, Yûsif Emînî û Elî Şukrî hatin girtin û şandin girtîgeha Bokanê. Ji bo azadkirina wan ji bo her yekî du milyar tumen kefalet dixwazin. 

Girtiyên jin ceza dikin

Zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên jin yên siyasî her ku diçe zêdetir dibe. 7 jinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn ya Tehranê dimînin, cezayê qedexeya peywendiya telefonî ya li gel malbatên xwe li wan hatiye birîn. Hat zanîn ku rejîmê ceza li Şiwa Îsmaîlî, Merziye Farsî, Ferux Teqîpur, Zehra Sefayî, Îlahe Fuladî, Gulrux Îrayî û Sekîne Perwane birîne. 

Girtiyan davê hucreyê

Malpera Dengê Girtiyên Îranê jî der barê îşkenceya li girtîgehan raporek parve kir. Di raporê de destnîşan kir ku li Atîfe Nazer, Rahîle Muînî, Rahîle Muînî û Mehbube Şebanî hatine girtin. Rejîmê cezayên girtîgeh, cezayê hucreyê, qedexeya derketina dervey welat li wan birî. Dîsa hinek ji wan jî bêyî biryara dadgehê girtî ne û îşkence li wan tê kirin. 

Du çalakvan ceza kirin

Rejîma Îran di 4ê Tîrmehê de jî 6 sal cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat li Elham Ziretpîşe birî. Dîsa ji ber bikaranîna hashtagên ‘Na ji darvekirinan re’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Sempatî ji bo girtiyên siyasî’ salek cezayê girtîgehê li Negîn Kiyanî birî.