Huner ji bo hunerê yan ji bo medyaya dijîtal?
Pir caran em dibînin ku pirs ne ew e ka berhem çiqas kûr e, belkî ew e ku çiqas tê temaşekirin. Ne ew e ka stran çi dibêje, belkî ew e ku çend caran hate parvekirin. Di vê rewşê de huner hêdî hêdî ji rola xwe ya çandî dûr dikeve û dibe amûrek ji bo xuyakirinê

Di dîroka gelê kurd de huner tenê xweşiyek an şahiyek nebûye. Ew gelek caran bûye berxwedan, parastina nasnameyê û veguhastina bîranînên kolektîf. Dema ku ziman hate qedexekirin, stran gotin. Dema ku nivîsandin hate astengkirin, çîrok hatin vegotin. Dema ku navê kurdî jî hat înkarkirin, hunermendan bi deng, bi gotin û bi pêşandanên xwe hebûna gelê xwe ragihand.
Her stranek kurdî, her pirtûkek, her şanoyek û her kovarek bi xwe re salan xebat, fedakariya kesan û hêviya nifşan hildigire. Gelek hunermend hebûn ku ne ji bo navdarî, ne ji bo pere xebitîn. Armanca wan ew bû ku ziman û çanda kurdî zindî bimîne. Ji ber vê yekê, hunera kurdî ya ku îro heye berhema gelek salan ked û biryardariyê ye.
Lê îro şert û mercên din hene. Medyaya dijîtal cîhanek nû afirandiye. Ew ji aliyekî ve derfetên mezin ji bo belavkirina hunerê çêkiriye. Hunermend dikare di çend deqeyan de digihîje bi hezaran kesan. Lê belê, ji aliyekî din ve, medyaya dijîtal her ku diçe dest bi pîvandina nirxa hunerê bi rêya "ecibandin", "dîtin", "şopîner" û hejmarên "tevlîbûnê" kiriye.
Pir caran em dibînin ku pirs ne ew e ka berhem çiqas kûr e, belkî ew e ku çiqas tê temaşekirin. Ne ew e ka stran çi dibêje, belkî ew e ku çend caran hate parvekirin. Di vê rewşê de huner hêdî hêdî ji rola xwe ya çandî dûr dikeve û dibe amûrek ji bo xuyakirinê.
Ev ne tenê pirsgirêkek ji bo hunermendan e. Ev pirsa sereke ya serdema me ye: Ma huner divê rastiya civakê, zimanê gel û bîranîna kolektîf biparêze, an divê xwe li gorî algorîtmayan, trendan û daxwazên bazarê biguherîne?
Dibe ku em nikaribin medyaya dijîtal red bikin. Lê em dikarin bipirsin: Gava ku hemû tişt dibe nîşandan, ma huner jî dibe tenê nîşandan? Gava ku hemû kes li pey têkiliyan û temaşeyan dimeşin, kî dê nirxa xebata salan biparêze?
Hunera kurdî heta îro bi sebir, bi bawerî û bi berpirsyariyek mezin gihandiye vê astê. Heger em bixwazin ku ew di pêşerojê de jî bi heman hêzê bijî, divê pîvanên me tenê hejmarên li ser ekranan nebin. Ji ber ku nirxa hunerê ne di hejmarên temaşeyan de, bi bandora li hiş û dilê civakê ye.
Huner ji bo hunerê yan ji bo dîtinê?
Di dîroka gelê kurd de huner carna ji siyasetê jî zêdetir bar hilgirtiye. Ji ber ku gelek deman, tiştên ku nikarîbûn li trîbun, parlamento yan medyayên fermî de bêne gotin, di stranekê, di helbestekê, di şanoyekê an di romanekê de hatin gotin. Huner ji bo kurdan ne tenê qadeke afirandinê bûye; ew bûye cihê parastina hebûnê.
Dema ku em îro li ser hunera kurdî diaxivin, divê em ji bîr nekin ku ew bi awayekî xweber çênebûye. Li paş her stranekê ku îro bi hêsanî li platforman tê guhdarîkirin, bi salan xebat, qedexe, koçberî, zindan û fedakariya gelek kesan heye. Li paş her pirtûkek kurdî nivîskarên ku şert û mercên dijwar derbas kirine hene. Li paş her şanoyekê kesên ku gelek caran bê salon, bê piştgirî û bê derfet mane hene .
Ji ber vê yekê, hunera kurdî ne tenê berhema afirîneriya takekesî ye. Ew mîrasek kolektîf e. Mîrasek ku nifşek ji nifşeke din re veguhastiye.
Lê her serdem pirsên xwe hene.
Pirsa me ya îro ne ew e ka hunera kurdî heye yan tune ye? Ev qonax derbas bûye. Pirs ev e ka hunera kurdî ber bi ku ve diçe?
Di salên dawî de medyaya dijîtal cîhaneke nû afirand. Ji aliyekî ve ev şert û mercên baş peyda kirine. Hunermendek ku berê nikarîbû bigihîje temaşevanan, îro dikare di çend deqeyan de dengê xwe bigihîne bi hezaran kesan. Ev yek bi xwe pêşveçûnek girîng e.
Medyaya dîjîtal hêdî hêdî pîvanên nû yên nirxandinê çêkirine. Berê pirs ev bû ka berhem çi dibêje? Îro gelek caran pirs ev e, ka çend kes wê bibînin? Berê pirs li ser nirxa hunerî bû. Îro gelek caran pirs li ser nirxa bazarê ye.
Di vê şertê de gelek hunermend bêyî ku hay ji xwe hebin ketine nav pêvajoyekê ku tê de dîtin ji afirandinê girîngtir dibe.
Heta ku carna mirov hest dike ku hin berhem ne ji bo gotina tiştekî hatine çêkirin, lê ji bo ku li ser ekranan zêdetir xuya bibin.
Ev rewş tenê li muzîkê nayê dîtin. Li şano, edebiyat, wênekêşî û gelek qadên din jî heman pêvajo heye. Hêdî hêdî naverok li paş dikeve û pêşkêşkirin li pêş dikeve. Wate li paş dikeve û form li pêş tê.
Di şertên wiha de gelek ciwan bi baweriya ku navdarî armanca sereke ye dest bi hunerê dikin. Ew tiştê ku nifşên berê bi salan xebitîn ku biafirînin, niha gelek caran di çend saniyeyan de tê pîvandin.
Belê, her kes dixwaze berhema wî were dîtin. Ev tiştekî xwezayî ye. Pirsgirêk ne di dîtinê de ye. Pirsgirêk ew e ku dîtin bibe armanc, ne encam.
Gava ku hejmarên temaşeyan dibin pîvana sereke, hunermend bêyî ku hay ji xwe hebe dest pê dike li gorî daxwazên algorîtmayan afirandinê. Hêdî hêdî ew ne li gorî daxwazên civakê, ne li gorî pirsên çandî û ne jî li gorî daxwazên hunerê diafirîne. Ew li gorî daxwazên ekranê diafirîne.
Lê ekran ne bîra civakê ye. Algorîtma nikare ziman biparêze. Temaşe nikare mîrasê ava bike.
Ew tişt ku zimanek diparêze, ew tişt ku çandekê zindî dihêle û ew tişt ku mîrasek ji nifşekê bo nifşekê din vediguhezîne, karê kûr, dirêj û biberpirsiyarî ye.
Ji ber vê yekê divê em careke din li ser armanca hunerê bifikirin. Ma huner tenê ji bo ku were dîtin heye? Ma stran tenê ji bo ku li ser platforman belav bibe hatiye afirandin? Ma şano tenê ji bo çend wêne û videoyên kurt hatiye çêkirin? Ma nivîsandin tenê ji bo bertekên lezgîn hatiye nivîsandin?
Ger em li dîroka xwe binihêrin, bersiv zelal e. Hunera kurdî bi armancek mezintir ji navdarî û dîtinê hatiye avakirin. Ew ji bo zimanekî ku hat xwestin bêdeng bikin hatiye afirandin. Ew ji bo bîranînên ku dixwestin bidin jibîrkirin hatiye afirandin. Ew ji bo civakek ku dixwestin tune nîşan bidin hatiye afirandin. Ji ber vê yekê divê em medyaya dijîtal wek amûrekê bibînin, ne wek armanc.
Huner dikare ji teknolojiyê sûdê werbigire. Dikare ji platforman sûdê werbigire. Dikare xwe bigihîne cîhanê. Lê gava ku huner xwe bi tevahî radestî pîvanên wan bike, ew hêdî hêdî wateya xwe wenda dike.
Dema me ya îro ne demeke bê huner e. Belkî demeke gelek-huner e. Lê di nav vê gelekbûnê de pêdivî bi nirxandinê heye. Pêdivî bi pirsînê heye. Pêdivî bi rexneyê heye. Ji ber ku civakek ku nikare li ser hunera xwe rexne bike, nikare wê bi pêş bixe.
Û belkî pirsa herî girîng jî ev e:
Gava ku dengên ekranan bêdeng dibin, gava ku hejmarên temaşeyan têne jibîrkirin û gava ku moda serdemê diguhere, ji berhema me çi dê bimîne?
Ger bersiv tenê çend hejmar bin, em têk çûne.
Ger bersiv bîr, wate, ziman û çand be, wê demê huner hîn jî li ser rêya xwe ye.


