HSD: Di êrîşa SÎHA’yê de 3 şervanên me şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir. HSD’ê ragihand ku duh (di 23’ê cotmehê) de 3 şervanên wan ên ji bo dermankirinê ji Sirînê çûbûn Kobanê, di rêya vegerê de balafireke Tirkiyeyê yên bêmirov ew bombe kirine û şehîd bûne.
Di 23’ê cotmehê de balafirên bêmirov (SÎHA) yên Tirkiyeyê, li Kobanê li dijî wesayitekê êrîş pêk anîbû. Di êrîşa bombeyî de şervanên MSD’ê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn jiyana xwe ji dest dan.


