HSD: DAIŞ'î ji Serêkaniyê û Iraqê hatin
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî DAIŞ'ê eşkere kir û diyar kir ku di encamê de 374 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî DAIŞ'ê eşkere kir û diyar kir ku di encamê de 374 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. HSD’ê anî ziman 70 jê karmendên girtîgehê bi giştî 121 karmend û şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên Pêngava Gurzê Gelan bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat û endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Mehmûd Berxwedan amade bûn. Ji Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed daxuyanî da û wiha got: “20'ê çileya 2022'an de êrişeke berfireh û plankirî ya terorîstên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Hesekê pêk hat. Gelek komên çete yên DAIŞ'ê yên xwekuj ji derve ve tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîteke teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê ya derve xwe teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin. Di heman demî de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên HSD’ê yê kumuxadeleyê cihê êrişê bike derbe bikin. Di heman demê de bi hezaran çeteyên di hundirê girtîgehê de jî êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hundirîn yê girtîgehê kirin. Her wiha qemyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAIŞ'ê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û eger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xwêran û her weha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.”
‘HSD’ê bi lehengî li ber xwe dan’
Welat, destnîşan kir ku ji bo piştgirî û bingeha êrişê, li taxên wekî Xwêran û Zixûr di hindek malan de sixinaq hatibûn kolandin û wiha lê zêde kir: “Bi vî awayî zemînekî ji bo serketina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaniyekî bi qehremanî nîşan dan û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Van hevalên me hiştin ku planê DAIŞ'ê bi sûrat û lezgîniya ku hatiye plankirin nemeşe û planê wan asteng bibe. Dû re jî hêzên me yên HSD’ê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi rêbazekî rêxistinkirî û bi sûrat girtîgeh xistin dorpêçê. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama qulkirina dîwar de hinek DAIŞ'iyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê derdora wan avahiyan jî hate dorpêçkirin.”
'Hamleya Gursê Gelan êrîşa DAIŞ’ê pûç kir’
Welat, bal kişand ser hamleya Gursên Gelan û wiha dirêj kier: “Hêzên me derdora Taxa Xwêran bi giştî û taxên derdorê kontrol kir û piştî vê gavê êdî êrişa dijber ji hêla hêzên me ve dest pê kir. Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAIŞ'ê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê hate destpêkirin. Hêzên HSD'ê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrişkar û piraniyên wan hatin tunekirin û her wiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.
Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgehekî cûda hatin kirin. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi sûrat mûdaxelekirin û destpêkirina pêngava paqijiya Hasekê rewş kete bin kontrolê û ev plana DAIŞ'ê têk çû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku eger plana wan ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi ser biketana, wê him êrişî taxên dîtir yên Hasekê bikirana û him jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAIŞ'ê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlanbikirana. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kuştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin. Lê ev plana DAÎŞ'ê bi fiyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê.
'DAIŞ ji Serêkaniyê û Iraqê hatin’
Welat bal kişand ser hêza li pişt DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Bêguman ev plana DAIŞ'ê berfireh bû û tenê ne êrişekî herêmî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jê jî ji hêla Iraqê hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye tespîtkirin li derveyî sînorên Suriyeyê hatibû çêkirin. Bêguman ev êrişa DAIŞ'ê ji nişkê ve çênebû. Piştî serketina Baxozê a mezin, di aliyê coxrafîk de DAIŞ tune bûbû, lê belê DAIŞ xwe ji nûde ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe birêxistin kir û her tim xwest cardin vegere hêza xwe ya berê û tirs û xofekî terorê li ser civakê û gelên herêmê çêbike. Heger DAIŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber xwe sipartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi şiklekî dîrekt an jî endîrekt ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta tirk ya herî zêde ye. Ji ber ku êrişên dewleta tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û tehdîdên wî yên daîmî, him moral dide DAIŞ'ê û him jî zemînekî ku DAIŞ ji xwe re xwe bi rêxistin bike û nefes bistîne derdixe holê. Her weha herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê jî zîvirîne wekî herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAIŞ'ê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine, ji van herêman hatibûn. Di vî alî de berpirsiyartiya


