Hêzên Ewlehiya Hundirîn 84 çete girtin
Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê û derdora wê hatiye...

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 6’an de dewam dike.
Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar di saetên sibehê de dest bi lêgerîn û paqijkirina beşên 2 û 4’emîn ên kampê kir. Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar daxuyanî da û ragihand ku xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5’an û serjimarî û kontrolkirina nasnameyan li beşa Muhacîrat bi dawî bûn.
Di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku lêgerîn li beşa 1’emîn a penaberên ji Iraqê jî bi dawî bû û wiha got: "Operasyon bi tevkariya niştecihan û saziyan sivîl bi awayekî ewle bi rê ve çû. Armanc parastina ewlehiyê û rêgirtin li ber metirsiyên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ye."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja 5’an de hêzên operasyonê bi ser kozikên çeteyan de girtin û 11 çete hatin girtin. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku der barê bûyera kuştina jinekê de jî lêkolîn û lêpirsîneke berfireh hate kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Lêpirsîn bi 8 jinên DAIŞ’î re hat kirin. Di encamê de derket holê jinên ˈSaziya Husbeˈ ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê yên li beşa Muhracîrat îşkence li jinê kiriye, piştre ew kuştiye."
Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê sibeha îro operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li beşên 2 û 4’emîn dan destpêkirin.
Operasyona Ewlehiya Domdar a 6’ê Mijdarê dest pê kir. Di 2 rojên pêşîn de Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar de zêdetirî 100 kîlometresêgoşe li gundewarên başûr û rojavayê Holê paqij kir. Bi lêgerîn û paqijkirina gundewarên Holê re Qonaxa Yekemîn ya operasyonê bi dawî bû û derbasî qonaxa duyemîn a paqijkirina navenda kampê bû.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiyê, di Qonaxa Yekemîn de 47 çete û hevkarên wê li gundewarê Holê hatin girtin.
Hêzên operasyonê di roja 3’yemîn de derbasî navenda kampa Holê bûn û xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşên kampê didomînin. Di vê qonaxê de 37 çete li navenda kampê hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar, di operasyonê de heya niha 84 çete hatin girtin. Jineke DAIŞ’ê ku hatibû kuştin û veşartin hatin dîtin, her wiha miqdareke çek û materyalên perwerdeya zarokan ên li gorî fikra DAIŞ’ê hatin dîtin.


