Hêlîn Umît: Divê em bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de bin

Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îlana agirbestê ya PKKê, gavên divê...

•
2 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Hêlîn Umît: Divê em bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de bin

Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îlana agirbestê ya PKKê, gavên divê bêne avêtin û mijarên têkildarî vê yekê nirxand.

Hêlîn Umît diyar kir ku wan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi serdemeke nû kirine wiha ev tişt anî ziman: “Di daxuyaniya PKKê de helwesta me ya li pêşberî vê banga Rêber Apo bi şênberî hate destnîşankirin. Me banga Rêber Apo weke 'manîfestoya serdemê' pênase kir; yanî weke manîfestoyekê nirxand. Niha hinek nîqaş hene: Weke ku ev bang ji nişka ve hatiye kirin, ya jî qaşo di encama hevdîtinên sala dawî ya heyet û rayedarên dewletê ya bi Rêber Apo re yên li Îmraliyê 'hatiye amadekirin', atmosfereke tê afirandin. Beriya her tiştî dixwazim vê yekê bibêjim. Ev nêzîkatî teqez şaş e û hewldana berevajîkirina rastiyê ye. Em vê yekê baş zanin, paradîgmayeke Rêber Apo heye, pêvajoyek heye ku bi salan e li serdixebite û dixwaze bi pêş ve bibe. Lewma tişta ku em jê re 'manîfestoya serdemê' dibêjin, di rastiyê de şênberkirina paradîgmaya 'civaka demokratîk' e ku Rêber Apo bi taybetî piştî komploya navneteweyî danî holê. Girîng dibînim ku ev yek bê dîtin. Belê, bangeke kurt bû, rûpelek bû lê belê weke ku hinek analîzvanan gotin, hatibû 'krîstalîzekirin', kurteberiya fikrên wî yên şênber bû. PKKê bi têkoşîna xwe ya ji 50 salî pirsgirêka Kurd, hebûn û pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd raxist pêş çavan. Kir ku gel têbikoşe. Êdî zemîneke welê afirî ku ev yek bi amûrên li derveyî çekê jî bê kirin. Ji niha û pê ve bêguman divê giranî ji vê yekê re bê dayin. Hûn ê bibêjin, baş e çima ewqasî dirêj kir? Di vê mijarê de li gel hebûna pirsgirêkên me yên 'guherîn û veguherînê', bi taybetî zext, êrîş, hewldanên sabotajê, tevdanên ji derve li pêşiya pêkhatina 'guherîn û veguherînê' bûn asteng. Ji ber vê jî Rêber Apo hem bûyerên li herêmê şopand, nirxand hem jî dît ku bi banga Devlet Bahçelî li Tirkiyeyê roje