Helbest, Zelgul û vilika koyê Mûzirî

Carinan Zelgul wekî gula çiyayên Dêrsimê, bi rengê xwe yê xwînî dibe sembola bedewiyê û birîna dîrokî; carinan jî dibe ronahiya dilê evîndarên ku ti carê çong nedan erdê.

•
1 deqe xwendin
Helbest, Zelgul û vilika koyê Mûzirî

​Helbest ne tenê rêzkirina peyvan an vehonandina gotinên li pey hev e; ew herikîna hestên herî kûr û dengê ruhê mirov e ku li hemberî êş, bêçaretî, tenêtî, dem û mekanan serî hildide. Helbest, di gelek kêliyan de, stargeha yekane ye ku mirov dikare tê de bi bêdengiya xwe re biaxive, birînên xwe bike gotin û ronahiyekê ji dil ber bi dilên miqabil ve bişîne.

​Dîwana nû ya Mordem Zel, “Zelgul” ku ji aliyê Weşanên Arê ve hatiye weşandin, daye ser rêya derwêşên dîwane û li ser vê xetê şopa wan dişopîne. Helbestvan xwendevan ji nav bajarên qelabalix lê tenha yên Stenbol û Amedê radike; bi rê dike û ber bi çiyayên bilind û biheybet ên Dêrsimê ve dibe. Li wir, di nav ewr û berfa spî de, ku bêhna axê bi esaleta Zulfîqar re tevlê dibe, xwe li qûntarê Mûzirî dixe bextê Dizgûno û bîranînan bi evîneke pîr û pak re dirêse:

​“Çênê...

Ewro zerê min zaf veseno

Ewro zerê mi to rê veseno

Ewro hal yamano Çênê

Ewro hal yamano”

 

​Têkoşîn, êş û gerdûnîbûna hestan

​Di vê dîwanê de, helbestvan êşa xwe ya kesane diguherîne heqîqeteke gerdûnî. Hestên ku di navbera mehên adar, tîrmeh û tebaxa 2025an de di nav ronahiya xewn û xeyalan de hatine hûnandin, ne tenê qîrîna dilekî birîndar in; ew dengê hemû evînan in ku di nav sînorên dem, cih û şertên dijwar de hatine qefilandin in.

​Mordem Zel bi hostatî nîşan dide ku êşa wî tenê ne ya wî ye; ew êşa wan hemû kesan e ku li ser vê axê bi hesreta azadî, evîn û rûmeta mirovahiyê têdikoşin. Di kesayetiya Rindê Dêrsim, Ekrem, Serhildan û Şevhatê de, ew gelek têkoşerên azadiyê û şehîdan bi bîr tîne. Bi vî awayî, merheleya têkoşîna dîrokî bi ruhê serhildêr ê Besê Hozat re dihûne û digihîne hev.

​Dîwan, xwendevan digihîne wê têgihiştinê ku helbest dikare bibe stargeha herî ewle ya ruhî. Dema ku jiyan dibe deryayeke tijî pêlên dijwar, riste dibe perava ewle ku mirov xwe lê bigire, bêhneke nû bistîne û hêviyê ji nû ve bihone.

​Evîn û dubendiya kûr a rengan

​Di rûpelên vê berhemê de, evîn bi gelek rengan xwe nîşan dide. Carinan Zelgul wekî gula çiyayên Dêrsimê, bi rengê xwe yê xwînî û berfînî, dibe sembola bedewiyê û birîna dîrokî; carinan jî di kesayetiya xwe de dibe ronahiya dilê evîndarên ku stûxwar bûne lê ti carê çog nedan erdê. Evîna wî ya ji bo welat, bi her bêhna xwezayê re mezin dibe. Ew bi bêhnfirehiya axa Dêrsimê serxweş dibe û vê serxweşiyê bi dewlemendiya dimilî dixemilîne. Ziman li vir ne tenê amûreke gotinê ye; dibe dengê rih û bîra neteweyî ku dikare kûr bibe û rastiya xwe tê de bibîne.

​Di berhema xwe de, helbestvan gotinê dike amûra hestên xwe yên serhildêr. Ew nikare ji Zelgula xwe dûr bikeve û di heman demê de nikare ji banga azadiya welatê xwe re jî bêdeng bimîne. Ev dubendiya kûr a di navbera evîna kesane û berpirsyariya civakî de, bi hêza wêjeyî ve dibe stûna dîwanê:

​”...

Li Halvoriyê

Em dibin parçeyek civîna 37an

Besê dibe şahidê evîna me

Zerîfe dibe şahidê eşqa me

Elîşêr dibe hêstirên çavên me

Pîr Seyd Rîza mara me dibire

Em dibin yek…”

​

Encam û çarînên dawî

​Ji aliyê hunerî ve, dîwana Zelgul xwedî zimanekî zelal, sade û bi bandor e. Nivîskar bêyî ku xwe di peyvên giran an xemilandinên nepêwîst de wenda bike, hestên xwe bi dilsoziyeke bêpîvan vedibêje. Ev sadebûna hunerî rê dide her xwendevanî ku perçeyekî ji jiyana xwe, evîna xwe an êşa xwe di nav van rûpelan de bibîne.

​Bi kurtasî, Zelgul ne tenê malzaroka helbestan e; ew rêwîtiyeke rihî, bîranîneke ji welat, stranek ji bo evînê û gaziyek ji bo azadiyê ye. Mordem Zel careke din dide xuyakirin ku helbest dikare hem dermanê birînên dil be, hem jî bibe bîra neteweyekê.

​Ev berhem li benda xwendevanên xwe ye; bi van rêzikên kûr û biêş dixwazim bi dawî bikim:

​”...

Can da ji bo min

Piştre bû teqemenî

Bû agirê dojehê

Di çavên min de alav da

Lê çavên min kor

Zimanê min lal bû

Guhên min nedibihîst

Di nav deryaya hestên mirî de

Weke guleyeke çardehxwir

Hat di serê min de teqiya…”

 

​