Guherîn û Veguherîna Komarê
Guherîn û veguherîna komarê, ji nû ve pênasekirina wateya "Dewletê" ye. Dewlet ne hebûn an pêkhateyeke pîroz e ku mirov bibe qurbana wê, dewlet tenê amûreke xizmetguzariyê ye ku divê di bin fermana mirovên azad de be.

Guherîn û veguherîna Komara Tirkiyeyê ber bi pergaleke demokratîk, piralî û wekhev ve, ne tenê guhertina hikûmetekê an jî sererastkirina çend qanûnan e. Ev pêvajo, di cewherê xwe de şoreşeke zihniyetê, avakirina peymaneke nû ya civakî û ji nû ve dîzaynkirina saziyên dewletê ye.
Komara ku di sedsala xwe ya yekem de li ser bingeha "monolîtîk" (yekperestî, yek netewe, yek ziman, yek çand) û navendparêziyeke hişk hatibû avakirin, îro êdî nikare daxwazên azadiyê yên sedsala 21an bitepisîne û civakê bi rê ve bibe. Ji bo ku ev komar veguhere "Komara Demokratîk", divê veguherîn li ser çar stûnên bingehîn pêk were.
Stûna yekemîn veguherîna felsefî û destûrî ye. Divê guherîn ji hişmendiya "Dewleta Pîroz" ber bi hişmendiya "Mirovê Azad" ve çêbibe. Bingeha qeyrana komarê ya sedsalî di hişmendiya "Her tişt ji bo dewletê ye, civak û mirov amûr in" de veşartî ye. Destûra heyî (ku herî dawî di bin siya ruhê darbeya 1982an û pergala yek kesî de hatiye teşedan) li ser parastina dewletê ya ji welatiyan hatiye avakirin.
Lewre, guherîn herî pêşî di qada hiqûqê de, bi nivîsandina destûreke nû ya ku hemû beşên civakê (kurd, tirk, elewî, sîvîl, jin, karker, karmend) tê de cih digirin, dest pê dike. Ev destûr divê ne li ser bingeha "etnîsîteyê", li ser bingeha "Hevwelatiya Demokratîk" were avakirin.
Zimanê kurdî û zimanên din ên herêmî divê di asta destûrî de werin naskirin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were mîsoger kirin. Pênaseya hevwelatiyê divê ji ferzkirina nasnameyeke etnîkî were derxistin û bibe sîwana azadiyan. Naskirina piralîbûnê wekî hîmê sereke ya jiyana hevpar were dîtin.
Stûna duyemîn veguherîna sazî û rêveberiyan e. Xurtkirina xwerêveberiyên herêmî ye. Navendparêziya hişk a Enqereyê, çavkaniya herî mezin a otokrasiyê ye. Gava ku ji tayînkirina mamosteyekî li Colemêrgê bigire heta çêkirina parkekê li Amedê hemû biryar ji navendekê têne girtin, ew derî li ber dîktayê vedike. Lewre, veguherîna komarê bi parvekirina desthilatdariyê pêkan e. Divê şaredarî û meclîsên herêmî ji aliyê darayî û îdarî ve serbixwe bin. Divê gel bikaribe biryarê li ser budçe, çand û geşedana herêma xwe bide. Divê xweseriya demokratik hebe.
Pergala qeyûman ku îradeya gel a hilbijartî desteser dike, derbeya herî giran e li ser rûmeta komarê ye. Divê pergala qeyûman êdî bi dawî bibe. Veguherîn, bi misogerkirina tewandina serî li ber sindoqê û îradeya gel a herêmî dest pê dike.
Stûna sêyemîn veguherîna civakî û aborî ye. Parvekirina edaletê û rûbirûbûna bi dîrokê re ye. Komareke ku aboriya wê li ser bingeha rant, talankirina xwezayê û xizanîbûna karkeran dimeşe, nikare bibe demokratîk. Her wiha, komareke ku êşên rabirdûyê vedişêre û bi wan êşan re rûbirû nayê, nikare pêşerojeke hevpar ava bike.
Siyaseta aborî ya komarê divê ji xizmeta sermayeya alîgir û nêzikî desthilatdariyê were derxistin. Çavkaniyên welat divê ji bo herêmên ku bi salan hatine paşguhkirin (bi taybetî Kurdistan) û ji bo mafên karkeran werin veqetandin. Heta ku edaleta aborî nebe, azadiya polîtîk kêm dimîne. Divê pergala aboriya demokratîk û civakî serwerbe.
Edaleta Veguherbar be û rûbirûbûna bi rabirdûyê re pêk were. Komar divê bi rûpelên xwe yên tarî re (komkujiyên wekî Dêrsim, Zîlan, Mereş, Roboskî, windayên di binçavan de, bi hezaran kuştiyên faîl “nediyar” û polîtîkayên bişavtinê) rûbirû bibe. Avakirina "Komîsyonên Heqîqet û Edaletê" dê birînên civakî derman bike û lihevhatineke rasteqîn di navbera gelan de ava bike.
Stûna çaremîn veguherîna hişmendiyê ye. Ji Çanda "Zextê" Ber bi Çanda "Diyalogê" ve ye. Dibe ku saziyên dewletê biguherin, lê eger hişmendiya civakê û hişmendiya polîtîkayê neguhere, otokrasî dikare her tim di bin maskeyên nû de zindî bibe.
Dewletê bi salan bi riya ragihandin û perwerdehiyê fobiya "dijminên navxweyî" û "welat dabeş dibe" meşandiye. Pêwîst e pergaleke nû ya perwerdehiyê ya azadîxwaz, piralî û aştîxwaz were avakirin ku tê de tu netewe an ol ji yê din bilindtir neyê dîtin. Ev jî tê wateya hilweşandina paradîgmayên "Parastina Navxweyî".
Bêguman guherîn ji jor de, ango tenê bi destê desthilatdarî û parlamentoyê pêk nayê. Guherîna rastîn gava ku rêxistinên civakî, rêxistinên jinan, sendîka, tevgerên ekolojiyê û saziyên mafên mirovan bibin xwedî bandor, pêk tê. Civak divê ne tenê di dema hilbijartinan de, her roj bibe çavdêr û hîmê biryaran. Ji bo vê divê rê li ber dinamîzma civaka sivîl were vekirin.
Wekî encam; guherîn û veguherîna komarê, ji nû ve pênasekirina wateya "Dewletê" ye. Dewlet ne hebûn an pêkhateyeke pîroz e ku mirov bibe qurbana wê, dewlet tenê amûreke xizmetguzariyê ye ku divê di bin fermana mirovên azad de be.
Dema ku Komar ji sînorên netewe-dewleta mono radîkal derkeve û ber bi Komara Demokratîk a Gelan ve gavan bavêje, wê demê Pirsa Kurd jî, qeyranên aborî, hiqûqî û siyasî jî dê bi çareseriyeke mayînde bi encam bibin. Ev veguherîn pêwîstiyeke dîrokî ye û mifteya wê jî di destê hevgirtina hêzên demokratîk ên civakê de ye.


