Guhên me li dîrokê, berê me li pêşerojê!

Ev paradîgma ne devjêberdana têkoşînê ye, lê guhertina rêbaza têkoşînê ye; ne jibîrkirina berê ye, lê derxistina dersan ji berê û nêrîna ber bi pêşerojê ve ye.

•
1 deqe xwendin
Guhên me li dîrokê, berê me li pêşerojê!

Îro, dema ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, çareserkirina pirsgirêka kurdî û paradîgmaya civaka demokratîk tê nîqaşkirin, yek ji pirsên bingehîn ev e: Vê pêvajoyê, di ronahiya ezmûna dîrokî ya sed salên pirsgirêka kurdî de, divê em çawa binirxînin?

Rûbirûbûna bi dîrokê re pêwîst e

Pirsgirêka kurdî bi carekê derneketiye holê. Ew encama sed salên înkar, zext, asîmîlasyon, pevçûn, berxwedan û êşên mezin e. Modela dewleta-neteweyî û siyaseta li ser vê têgihîştinê hatiye avakirin, dîrokek giran li dû xwe hiştiye. Ji ber vê yekê, rûbirûbûna bi dîrokê re pêwîst e. Armanc ne tenê vegerîna li ser êşên borî ye, lê fêmkirina sedemên wan û têgihîştina vê yekê ye ku çima rêbazên berê nikarîbûn pirsgirêkê çareser bikin.

Dewlet, kurd û siyaseta kurd jî divê li dîroka xwe binêrin. Dewlet divê ji xwe bipirse: Çima siyaseta sed salan nikarîbû pirsgirêka kurdî çareser bike? Kurd û siyaseta kurdî jî divê li ezmûnên xwe binêrin û bipirsin: Kîjan rêbaz encam da, kîjan negihîşt armanca xwe û ji van salan çi ders hatin derxistin?

Ev pirs ne ji bo ku sûc û berpirsyariya dîrokî wek hev bêne dîtin in. Berpirsyariya dewletê ya di înkar, zext û asîmîlasyona li dijî gelê kurd de nayê înkarkirin. Lê gelê kurd jî, ji bo ku bikaribe pêşeroja xwe ava bike, divê ji ezmûna sed salên xwe ders derxe.

Ne dewlet bi ser ket û ne jî kurd hatin têkbirin

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, kurd di nav sînorên çar dewletên cuda de hatin hiştin. Bi damezrandina komara Tirkiyeyê re modela dewleta-neteweyî û têgihîştina navendparêzî hêzdar bû. Nasnameya kurdî hat înkarkirin, li ser ziman û çandê zext hat kirin û pirsgirêka kurdî bi salan wek pirsgirêkek ewlehiyê hat dîtin.

Ji Şêx Seîd û Agiriyê heta Dersimê û îro, dîroka me bi serhildan, berxwedan, zindan, îdam, koçberî û pevçûnên gelek mezin hatiye nivîsandin. Lê hemû van salan rastiyekê li dû xwe hiştiye: Ne dewlet bi ser ket û ne jî kurd hatin têkbirin.

Dewlet, tevî înkar, zext, asîmîlasyon û siyaseta ewlehiyê, nikarîbû hebûna gelê kurd ji holê rabike û pirsgirêka kurdî çareser bike. Kurd jî, tevî sed salên berxwedan, têkoşîn û bedêlên giran, hêj negihiştine çareseriyeke mayînde. Lê ev nayê wê wateyê ku gelê kurd têk çûye. Bi taybetî di 50 salên dawî yên têkoşînê de, nasnameya kurdî, hişmendiya civakî û siyasî û daxwazên maf û azadiyên demokratîk mezin bûne û heta îro hatine.

Rêbazek çawa?

Ji vir pirsa bingehîn derdikeve holê: Heke rêbazên berê nikarîbûn çareseriyekê biafirînin, gelo divê em heman rêbazan careke din dubare bikin?

Bersiv ne di dubarekirina borî de ye; bersiv di fêmkirina borî û avakirina rêyek nû de ye.

Pirsgirêka kurdî ku bi salan bi înkar, zext, zindan û îdamê hat pêşwazîkirin, îro gihîştiye maseya diyalog û nîqaşê. Ev guhertin bixwe encameke girîng e. Lê pirsa bingehîn ev e ku piştî vê qonaxê çi dê were avakirin.

Tam di vê xalê de girîngiya paradîgmaya civaka demokratîk a ku birêz Ocalan pêş xistiye derdikeve holê.

Paradîgmaya civaka demokratîk 

Bangewaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya 27ê sibatê 2025an tenê dîtina wek bangewaziyeke ji bo devjêberdana çekan, naveroka wê teng dike. Pirsa bingehîn ew e ku pirsgirêka kurdî ji niha û pê ve bi kîjan rêbazê, li ser kîjan zemîna siyasî û bi kîjan têgihîştina civakî dê were çareserkirin.

Paradîgmaya civaka demokratîk li vê xalê rêbazeke nû pêşkêş dike. Siyaseta demokratîk, civaka rêxistinkirî, azadiya derbirînê, mafên çandî, hiqûq û bihêzkirina îradeya civakê dibin hêmanên bingehîn ên vê rêyê.

Ji bo ku gel bikaribe pêşeroja xwe bi destê xwe diyar bike, tenê rê ne ku bi dewletê re bikeve pevçûnê. Xurtkirina civakê, firehkirina qada siyaseta demokratîk û beşdarbûna civakê di pêvajoyên birweryargirtinê de jî parçeyên vê rêyê ne.

Paradîgma civaka demokratîk ne tenê li çareseriya pirsgirêka kurdî ya li hemberî dewletê dinêre. Ew dipirse ku civaka kurd di hundirê xwe de çawa dê were birêxistinkirin, îradeya xwe çawa dê bi hêz bike û di biryarên li ser pêşeroja xwe de çawa dê beşdar bibe.

Dema ku rêbazên înkar, zext û pevçûnê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin, lêgerîna rêyek nû dibe pêwîstî. Ji vî alî ve, paradîgmaya civaka demokratîk tenê teoriyeke nû nîne; ew encama ji nû ve xwendina dîrokê ye.

Pîvana qezencê çi ye?

Nasîna nasnameya kurdî û pejirandina wê, bikaranîna azad a zimanê kurdî, parastina çandê, rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk û danîna van mafan di bin garantiyeke hiqûqî û destûrî de, bingeha qezencê ye.

Dîtina paradîgmaya civaka demokratîk wekî “gavavêtina bi paş ve” ne rast e. Pîvana bingehîn encam e: Nasnameya kurdî, ziman û çand dê di kîjan zemîna hiqûqî de bêne parastin? Qada siyaseta demokratîk dê çiqas berfireh bibe? Civak dê di biryarên li ser pêşeroja xwe de çiqas xwedî gotin be?

Heke encama pêvajoyê aştiyeke birûmet, mafên demokratîk û qezencên mayînde be, em çawa dikarin vê yekê wek têkçûn an gavavêtina bi paş ve bi nav bikin?

Aştî ne înkarkirina êşên ku hatine jiyîn e

Aştî ne înkarkirina êşên ku hatine jiyîn e. Ew vekirina rêyek nû ye, da ku ji borî ders were derxistin û nifşên nû heman êşan careke din nejîn.

Rawestandina çekan destpêkeke girîng e. Lê aştiya mayînde tenê bi rawestandina çekan nayê pîvan. Ewlehî bi gavên pratîk, bi mafên ku di bin garantiyeke destûrî de ne û bi guhertinên ku di jiyana siyasî û civakî de pêk tên, tê avakirin.

Îro li ber me derfeteke girîng heye. Ev derfet ji bo ku ji berê ders were derxistin û rûpelek nû were vekirin e.

Rêyek nû ya siyasî û civakî

Dewlet li hemberî dîroka sed salan berpirsyar e. Kurd û siyaseta kurdî jî li hemberî dîrok û ezmûna xwe ya siyasî berpirsyar in. Lê ev nayê wê wateyê ku berpirsyariyên her du aliyan wek hev in. Lê her du aliyên pêvajoyê jî divê ji berê dersan derbixin û ji bo pêşerojê rêyek nû ava bikin.

Pêvajoya aştiyê û paradîgmaya civaka demokratîk divê li ser bingeha vê ezmûna dîrokî û pêdiviya ku ji vê ezmûnê derdikeve bê fêmkirin. Ev paradîgma ne devjêberdana têkoşînê ye, lê guhertina rêbaza têkoşînê ye; ne jibîrkirina berê ye, lê derxistina dersan ji berê û nêrîna ber bi pêşerojê ve ye. Pirsa bingehîn ew e ku li ser bingeha civaka demokratîk rêyek nû ya siyasî û civakî were vekirin. Çareserkirina pirsgirêka kurdî bi aştiyeke birûmet û mayînde jî tenê bi vê guhertinê dikare pêk were.

Dîroka sed salan tiştekî zelal ji me re dibêje: Rêbazên kevn nikarîbûn pirsgirêkê çareser bikin. Paradîgmaya civaka demokratîk a birêz Ocalan tam jî li ser bingeha vê ezmûna dîrokî divê were fêmkirin.