Ger jin bêdeng bibûna wê çi bibûya?
Bîranîna jinên berê ne bes e. Pêdivî ye ku mirov fêm bike ka çima ew têdikoşîn. Ji ber ku dîrok ne tenê ji bo bîranînê, lê ji bo fêrbûnê heye. Jinan bi bêdengiyê ti mafên xwe bi dest nexistin; jin axivîn, xwe birêxistin kirin, jin meşiyan, jinan nivîsandin, jin derketin qadan, jin ketin girtîgehê, jin hatin kuştin... Lê dîsa jî têkoşînê berdewam kir.

Mafên jinan bi bêdengiyê nehatin bidestxistin. Ji ber vê yekê bêdengiya li dijî kuştina jinan înkarkirina hemû têkoşînan e ku berê hatiye dayîn. Dema jinek tê kuştin, em gelek caran heman hevokan dibihîzin: ‘Çi şerm e’, ‘Jinek din hat kuştin.’
Paşê nûçe derbasî mijareke din dibe. Lê belê, mijar ne tenê kuştina jinekê ye. Mesele ew e ku mafê jinan ê jiyanê hê jî weke mijareke nîqaşê tê dîtin. Dema jinek rastî tundiyê tê, pirsa ‘Çima wê rê dayê ?’ tê pirsîn; dema jinek tê kuştin dibêjin ‘Di navbera wan de çi hebû?’; dema jinek rastî tacîzê tê dibêjin ‘Çima ew li wir bû?’; dema jinek li kolanê tê kuştin, ji kuştina wê zêdetir behsa sûcdar tê kirin.
Ev pirs nêzikatiya kuştina jinan radixe ber çavan. Li vir piştgiriya jinan a ji bo hev pir girîng e û tenê mijareke mirovî nîne, vediguhere mijareke siyasî. Ji ber ku ger jiyana jinan di civakê de ne ewle be, îdiaya wê civakê ya wekheviyê jî kêm e.
Beşek girîng a mafên ku îro hene, ji xweber derneketin holê. Jinan ji bo mafê dengdanê li ber xwe da. Ji bo mafê perwerdeyê, xebatê û milkiyetê şer kir.
Jinan şer kir ku di zewacê û hevberdanê de xwedî gotin bin. Di 1848an de, mafên jinan bi aşkere li Seneca Falls hat nîqaşkirin. Têkoşîna mafê dengdanê bi salan dewam kir. Susan B. Anthony, Elizabeth Cady Stanton û gelek jinên din ji bo mafên jinan ên siyasî xwe birêxistin kirin. Di encama van têkoşînan de gelek mafên ku îro ji bo me asayî xuya dikin derketine holê. Îro ji bo me xwezayî xuya dike ku divê jin bikaribin bixwînin, bixebitin, deng bidin, beşdarî siyasetê bibin û li ser jiyana xwe biryaran bidin. Lê di demekê de, yek ji van xwezayî nedihat hesibandin.
Hêza herî mezin
Dîroka têkoşîna jinan tiştekî girîng nîşanî me dide; jin dema bi tenê bimîne qels dibe. Dema jin bi hev re tevbigerin, dikarin guhertinên civakî biafirînin. Ji ber vê yekê hevgirtina jinan ne têgiheke romantîk e. Ew hewcedariyek berbiçav e. Dema jin tundiyê dibîne, jê bawer bike, dema jinek alîkariyê bixwaze, wê bi tenê nehêle, dema ku jinek tê kuştin, ne ku li ser reftarên mexdûr nîqaş bikin. Parastina mafê perwerdeyê, piştgiriya serxwebûna aboriya jinan bikin, normaldîtina hebûna jinan a di qada giştî de parçeyên têkoşîna jinan in.
Ji ber ku tundiya li ser jinan ne tenê sûcekî takekesî ye; ew jî li ser wê yekê ye ku civak li jinan çawa dinêre. Li ku derê tundî normal dibe, kuştin zêde dibin. Li cihê ku jin tê bêdengkirin, tundî nayê dîtin.
Di 16ê îlona 2022yan de, mirina Jîna Emînî li Îranê, bala jinên cîhanê kişand ser têkoşîna mafên jinan li Îranê. Piştre li gelek deverên cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat bihîstin. Di van her sê peyvan de rastî bingeha têkoşîna jinan hat; hebûna jinan, mafê jiyanê û mafê azadiyê. Ev ne tenê sloganek protestoyî ye; daxwazeke siyasî ye ku bi hev re mafê jiyan û azadiya jinan diparêze.
Dîroka jinan
Her wiha ne temam e ku dîroka têkoşîna jinan tenê bi tundî û mexdûriyetê were vegotin. Ji ber ku jin ne tenê hatin kuştin, di şeran de mexdûr bûn an jî hatin parastin. Jinan li ber xwe da. Xwe birêxistin kir, di şer û qeyranan de biryar wergirt.
Kobanê di bîranînê de wekî yek ji mînakên herî xurt ên vê yekê hatiye xemilandin. Di sala 2014an de berxwedana şervanên jin ên YPJê di dema êrişên DAIŞê yên li ser Kobanê de bala navneteweyî kişandibû ser xwe. Li Kobanê rola jinan a di parastinê de li gelek deverên cîhanê li ser helwesta jinan a di nav şer û siyasetê de bû sedema nîqaşên nû. Ne tenê jinên ku çek hilgirtin li vir girîng bûn. Ya ku bi rastî girîng bû ew bû ku jin xwe tenê wekî kesên ku bên parastin nedîtin. Ji ber vê yekê ji bo tevgera jinan a Kobanê ne tenê bûyereke siyasî, her wiha îdiaya jinan a nivîsandina dîroka xwe ye.
Têkoşîna jinan ne girêdayî welatekî ye. Li Arjantînê tevgera ‘Ni Una Menos’ bi milyonan kes li dijî kuştina jinan derxistin kolanan. Têkoşîna ji bo mafên jinên reşik ên li DYAyê nîşan da ku tevgera jinan ne yekreng e. Li Amerîkaya Latîn jinan ji mafê kurtajê bigire heta tundiya li jinan şer kirin. Jinan li Hindistanê li dijî tundiya zayendî û newekheviya civakî xwepêşandan li dar xistin. Li Afganistanê tevî kêmkirina mafê wan ê perwerde û xebatê jî jinan axaftina xwe domand. Li Îranê jin piştî mirina Jîna Emînî daketin kolanan. Jin li Tirkiyeyê bi salan e ji Peymana Stenbolê bigire heta kuştina jinan, ji jiyana kar bigire heta îstismara zarokan li ser gelek mijaran têdikoşin.
Welat cuda, çand cuda, ziman cuda ye lê daxwaza jinan hevpar e: Jin dixwazin bijîn.
Jin deyndarên hev in?
Erê, lê ev deyn ne deynê fedakariyê, deynê hevgirtinê ye. Ger îro jin bikaribe bi serbestî bixwîne, jinên ku berê ji bo mafê perwerdeyê têkoşiyane li pişt wê ne. Ger îro jinek dema rastî tundiyê were dikare daxwaza piştgiriya hiqûqî bike, rêxistinên jinan hene ku bi salan li pişt vê têkoşînê bidin. Wê demê çima tê qebûlkirin ku îro jineke din were kuştin? Ew nikare were qebûlkirin. Ji ber ku dîroka jinan tiştekî din hînî me dike; maf bi têkoşînê tên bidestxistin, ne bi bêdengiyê.
Tekoşîna jinan tenê weke çîroka jinên berê jiyane ne hêsan e. Ya dijwar jî qebûlkirina berpirsyariya îro ye. Ger îro jinek rastî tundiyê were em çi dikin? Ger îro jinek were kuştin em çi dibêjin? Ger serxwebûna aboriya jinan bê astengkirin em îro çi dikin? Ger jinek di siyaset, karsazî, akademî yan jî li kolanan tenê ji ber ku jin e were şermezarkirin, em îro çi dikin?
Li vir têkoşîna jinan dest pê dike. Ji ber vê yekê bîranîna jinên berê ne bes e. Pêdivî ye ku mirov fêm bike ka çima ew têdikoşîn. Ji ber ku dîrok ne tenê ji bo bîranînê, lê ji bo fêrbûnê heye. Jinan bi bêdengiyê ti mafên xwe bi dest nexistin; jin axivîn, xwe birêxistin kirin, jin meşiyan, jinan nivîsandin, jin derketin qadan, jin ketin girtîgehê, jin hatin kuştin... Lê dîsa jî têkoşînê berdewam kir. Têkoşîna jinekê parçeyek ji azadiya hemû jinan e.


