Gelo ew gund Kurdistan e?

Rêzan li ber sobeyê ye, di xewna xwe de wî gundî dibîne. Her tişt li gorî dilê wî yî. Heft mirovên din tên Rêzan gava çav bi wan dikeve pir kêf xweş dibe. Silavên Nadyayê, Delîlayê û Ristem ji Rêzan û Çolo re tînin.

•
1 deqe xwendin
Gelo ew gund Kurdistan e?

Kadîr Stêra

Berhema Roger Sozdar a çîrokan, ji heft beşan pêk tê û hemû çîrok bi hevdu ve girêdayî ne. Çîrokên vê berhemê çîrokên bûyerî ne. 

Rêzan rastî Çolo tê û bi demê re pir û pir girêdayî Çolo dibe.

Gelo ev girêdayîbûn ji bo zarokekî çi qas baş e? An jî em mirov çawa dikarin hevsengiya girêdayînê çêbikin? Ev her du pirsên me li aliyekî û em ê vegerin ser mijareke din. 

Çawa malbata wî çav bi Çolo dikeve, nêzîkatiyeke hişk li hemberî wî nîşan dide. Em dizanin ku di mezhebê şafî de li hemberî kûçikan nêrîneke pir hişk heye. Li gorî vî mezhebî kûçik heram e. Malbata Rêzan jî bi vî çavî li Çolo dinêre û qet naxwazin ku Rêzan hevaltiyê bi Çolo re bike; lê Çolo bi pratîka xwe, gav bi gav vê nêzikatiya malbata Rêzan dişikîne.

Roj tê li ber wê serma payîzê, roj tê di gomê de radizê û roj tê dibe xwedî holikekê. 

Rojekê diçin çolê û ji nişkan ve dibîne ku sê kesên kinc kesk bi Çolo re dilizîn. Rêzan pêşî xwe vedişêre; lê Çolo wî dide dest. 

Navê xwe ji Rêzan re dibêjin. Nadya, Delîla û Ristem. Rêzan navê xwe û Çolo jî ji wan re dibêje. Lê dibîne ku ew jixwe Çolo dinasin. Lê gelo Rêzan dizane bê ew mirov ji ber çi li wir in? Qet rastiyê nizane bê ji ber çi li wir in; lê bi bûyîna bûyerekê ji efsûnekê êdî bawer dike. 

Ji Rêzan re dibêjin em li wê derê gundek nû ava dikin, hetanî em avakirina gund biqedînin em ê we gişan bibin wir. Lê dibêje divê ev di navbera me de bibe sêrek. Divê Rêzan qala wî gundî ji kesekî re neke. Heger qal bike, wê sûrprîz jî biqede. 

Êdî ew ji efsûnekê bawer dike; lê wê çawa biçe wî gundê hanê? Rojekê cardin li wê şikeftê ne. Ristem ji çenteyê xwe hespeke ji daran derdixe û diyarî Rêzan dike. Di jiyana Rêzanî de êdî hevaleke din jî heyî. Ristem jê re dibêje, gava me gund qedand tu yê li vî hespê siwar bibî wê di wê kêliya tu lê siwar bibî hesp mezin bibe û tu yê were wî gundê em ava dikin.

Li malê di hişê wî de hin pirs: "Gelo li wî gundê jî zarok hene? Gelo ew piranî ji kîjan lîstikan hez dikin? Gelo êdî kîjan ajalên wan hene?" 

Dê Rêzan çi qasî wê sêra hanê veşêre? Jixwe hemû sêr li meriv dibin bar. 

Rêzan gund meraq dike, lê nikare biçe dûrî gund. Ji ber ku li der û dora gundê wan leşker hene û li wan ê kinc kesk digerin û Rêzan û Çolo ber êvarekê de hindik mabûn rastî wan bên û ji ber dengê teqînan malbatê dihise ku Rêzan derkeve Çolê û jixwe ne bavê Rêzan ne jî gundiyan pezê xwe jî nikarin derxin çolê. Êdî leşkeran çol ji wan re qedexe kiriye. Hetanî ku qedexe didome ne Rêzan û ne jî Çolo kêfê ji jiyanê nastînin. Piştî qedexe diqede Kêfa Rêzan û Çolo cardin li wan vedigere; lê ew jî zêde nadome.

Li gorî baweriya bav mayîna Çolo li Gomê bereketa malê kêm dibe. A soxî naxwaze Rêzanî jî biêşîne. Ji Çolo re holikekê ava dike. Kêfa Rêzan û Çolo tê; lê Rêzan hinekî wê sêra hanê di xwe de nagire û ji dayika xwe re dibêje. Çawa ferq dike li xwe matmayî dimîne. Berê xwe dide çolê, guh li Çolo jî nake. Xwe sûcdar hîs dike, diçin şikeftê lê wan nabîne. Tirsa wî bêhtir dibe, vedigerin malê. 

Rêzan li ber sobeyê yî, di xewna xwe de wî gundî dibîne. Her tişt li gorî dilê wî yî. Heft mirovên din tên Rêzan gava çav li wan dikeve pir kêf xweş dibe. Silavên Nadyayê, Delîlayê û Ristem ji Rêzan û Çolo re tînin. Lê ji nişkan ve xaniyên wî gundê li çiyayê Sîpanê yek bi yek xera dibin. Li hêla din jî reqsa wan kesên kinc kesk didome. Rêzan dixwaze ji wan re bêje; lê reqs nasekine.

Ji nişkan ve radibe ku li nav cihê xwe ye. Gava li hespê xwe digere nabîne tirsa wî zêdetir dibe. Lê dawiya dawî hespê xwe yê ji daran dibîne. Tirsa wî hinekî kêm dibe.

Lê çi bi wan mirovên kinckesk hat? Nivîskar Sozdar, bersiva vê pirsê vekirî hiştiye. Erê em dibînin ku leşker li çolê û li çiyê digerin jixwe dengê teqînan jî tê; lê ne diyar e bê çi bi wan hatiye. 

Belkî li wî hespê Rêzanî siwar hatin û çûn wî gundê li çiyayê Sîpanê. Kî dizane? 

Ev berhema çîrokan berê xwe dide wargeha Mexmûrê jî, bê qey berhem xwe li wir temam dike. Hin rism ji aliyê zarokên Mexmûrê ve hatine çêkirin û piştî berhem der diçe li pirtûkxaneya Mexmûrê jî cihê xwe digire. Heger min Roger Sozdar nasnekira û ji wî bûyerek guhdar nekira wê ev berhem ji bo min nîvco bimaya û min ê di hişê xwe de ev çîrok temam bikira. Lê kî dizane belkî birayê Roger ê heq li wargeha Mexmûrê rastî vê berhemê hatibe û gava rastî hespa ji daran ketibe kelecanî bibe û li Roger bigeriya jê re qala hespê ji daran bikira. Belkî piştî ew qas sal du birayan dengê hevdu bihîstibin an jî belkî Rêzan Çolo dabe pêşiya xwe û xwe li wî gundê hanê dîtibin. Lê gelo ew gund Kurdistan e? Heger ew gund Kurdistan be wê ew keskayî pir lê bê.