Gelê Hesekê bi girseyî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” meşeke girseyî li dar xist û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Gelê Hesekê bi girseyî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” meşeke girseyî li dar xist û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meşê ji çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi taxa Miftî ve bi rê ket.

Li wir, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hena Mustefa berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: “Silava Rêbertî ji bo her azadîxwazekî/ê banga bilindkirina têkoşîn, xwedî li berpirsiyariyê derketin û xebitîna ji bo pêşerojeke geşe.”

Hevserokê PYD’ê ya Hesekê Ferhan Dawûd silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan şandin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji pergala êşkence û qirkirinê, têkbirina îradeya gelê Kurde.

Ferhan Dawûd soza domandina berxwedan û têkoşînê heta têkbirina pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan, da.