Gêlê
Kes ji bo xweza û dîroka xwe bi erka xwe ranebûye. Divê em bi pergalî dîrok, çand, ziman, xweza, warên kevnar, bajar û kolanên xwe ji mêtingeriyê biparêzin.

Çaxa çavên yekî, bi mirovên çermên wan ji ber hêza xweza û nemaze tavê reş in, xeftan lê, li ber strana ‘Kitan e Kitan e’ govendê digirin, li Berlînê, careke din tê bîra mirov wekî em hemû ji çola Kalaharî li cîhanê belav bûne. Lê mijara me ne ew e.
Katê yekî rehên qelenderî, mêvanperwerî û terxaniya bajêr bi dest xist û pê ve, Amedê mîna magnetê ye, mirov digire û zû bi zû bernade. Rojek ji rojên bihara dawî, bi destbirakê xwe yê stilîlî re, em derketin gera li derveyî bajêr. Piştî 50 km ji Amedê bi jor de, beriya Pîranê, çaxa ji rê dadigerî Gêlê, lê neçî nav bajêr û li destê rastê rêya xwe dom dikî, mirov tê meskenê 'çêkirî’ yê turîstan. Dewletê giş 'şêx û mişayixên’ xwe li jor li hev komkirine. Heta mezelekî piştre sazbûyî çêkirine. Bi dergevanên li ber derî û li dikanên kirîn û firotinê, li hundir û derve, li bazarê, sermaye azad tevdigere.
Li tenişta spehîbûna xwezaya kurê, bayê olî li te jî dixe xewn û texmînên dihatin kirin, mîna şîmaqek li rû bikeve, yek ji nû ve dihat ser hiş û rastiya rastiyê. Li gor qelemşorên dînî û hedîsên Quranê, hejmara ‘resûl’ û ‘nebî’yan ango pêxemberan 124 hezar e. Gorên dudu ji wan li serê çiyayê bilind ê li hember Gêlê bûn. Ji me û çend kesên wek me ku hejmara wan kêm bû, piranî turîstên bi rîh û sergirtî fatiha bi erebî dixwendin û li dezgehên dûre çêkirî, duayên xwe bi tirkî û erebî dikirin.
Erê, gor û dergehên du pêxemberan (Beriya Zayînê), Hz. Elyas û Zulkif ava kirine. Li qada li hember wan, gora Omer ibnî Pirican danîne û ji rexekî ve camkirî ye. Balkêş e piraniya pêxemberên Mezra Botan û Mezopotamyayê xwe li çolê girtine ji xeynî van her du pêxemberan. Ger em ji ber hoyên naskirî Nuh pêxember nehejmêrin. Hîn balkêş e ku, wekî li mizgefta bi Medreseya Sor a li Cizîra Botan, gora Nuh pêxember kesk e û li Gêlê gorên pêxemberan 4 metre dirêj in.
Omer ibnî Pirican ne nebî ye. Piştî salên 900î hatiye talana Kurdistanê. Cihê lêkolînê ye, lê bêhtir bêhna serleşkerekî ereban jê tê. Me li pîşeyên wan pirsî, Hz. Elyesa ji hevrîşimê qumaş çêkiriye. Li ser rêya hevrîşimê, bi darê tûyên xwe ve, warek gelekî guncav e ji kurmên hevrîşimê re. Zulkif jî hosteyek nanpêj bûye.
Warekî xweş e. Çaxa tu ji jor de, li newala bi ava Tîgrîsê dagirtî, heta bi bakurê rojhilatê Gêlê dizivire temaşe dikî, dilê te bi liv û jiyana xwezayê ji ser xwe diçe. Li peravê cihê masîgiran, kelekvan, evîndar hene. Li jêra newalê her çiqas gelek ji wan di bin avê de mabin jî, şopên dîrokê mirov dibin heyamên asûrî, med, roma û ermenan… Şopên wan wisa aşkere û li ber çav in ku yek nikare wan nebîne. Gêlê ne wek gund û bajarokên dora xwe ye. Wek warek yewnanan e, xaniyên wan tev spî ne.
Piştî darbeya 1980î li Kurdistan û Anatolyayê zêde mizgeft ava bûne ku hin mele ji vê yekê ne razî ne. Lê ne li Pîranê. Li vir mizgeft zêde xuya nedikirin. Diyar e ku dewletê hê xwe ji xofa Şêx Seîdê Pîran rizgar nekiriye.
Li medreseyên Kurdistanê, ne tenê perwerdeya dînî, lê cih dabûn zanyarî, ziman û zanistiyên din jî. Li Cizîra Botan zanyarê fizîk û mekanîkê, yê li cîhanê navdar Îsmaîl el Cizîrî li yek ji van medresan xwendiye. Her wiha helbestvan û feylesofên kurdan wekî karên tesawûfê kirine, gelek caran sînorên dîn û dema xwe têk birine, bi reng û dengekî azad em guh bidin wan çend rêzikên ji helbesta Melayê Cizîrî, ya bi navê Sûrperî:
Sûrperî hatin semayê tev bi tok û gerdedenî Her yek yarek di dest de wek gula geş dikenî Ew sema bezm û civat wek bexçeyê ku zeyînî Min tu dît wek hîveke ronî xuyabû ez benî lê nizanim min di wê bezmê de yara kêyî tu
Beriya ku berê xwe dide Laleşê û Ehmedê Xanî berê xwe dide çiyayê Agirî. Cegerxwîn Hawara wan bi me gihandibû. Mehmet Emîn Bozarslan Ahmedê Xanî danî ser maseya me. Jan Dost hêsantir kir da ku em wî bêhtir nas bikin û bixwînin. Jan Dost bi kanî û rûbarên, bi çiya û zeviyên li dora wî, bi malbat û niştecihên wî, bi hogir û evîndar û evîna wî ve, Ehmedê Xanî hilkişandiye asîmanê heftan. Ger hinek rabin Ehmedê Xanî ji wê jorê daxînin nav xelkê wî, di wêjeya kurdî de, belkî şoreşek rû bide ku heta îro nedîtiye dîtin.
Bajarokê Pîranê kelehek ji berxwedana kurdan e. Serhildana Şêx Seîdê Kal li vir rû da. Bi hejmarek ber bi çav, gelek şêxên li Kurdistanê, ji Serhedê heta bi Sêrek û Amûdê piştgiriya vê serhildana serfiraziya kurdan kirin. Hin ji wan li Amedê, qada îro ya Şêx Seîd, dewletê ev bi dar vekirin. Hin ji wan wek şêxên Semsûrê, Qerejdaxê û Amedê û warên din ên Kurdistanê, dewleta Misto Kemal ew darizandin û avêtin zindanan. Piştî serhildanê, gelek ji wan wek Kamûran Înan û bi apanên xwe M. Galip Ensarî, malbata şêxên ku ziyareta wan li Qamişloka navbeyna Farqîn û Bismilê, li Qerejdaxê... Gulpinar, ji Tillmarûf heta bi Elî Qeradaxî yê li Qatarê wekî li ser doşeka sermayeya melîkên ereban, dewleta tirk û farisan ji wan re raxistî, mexel ketine.
Di serdema çil salên dawî yê têkoşîna li hember dewletê, bê ka şexên menzîlê, li warên ber çemê Zê çi anîne serê şervan û kurdan, hîn jî ji aliyê piraniya kurdan ve nayê zanîn.
Ensariyên li ser doşeka dewletê rûniştî, li dor û berê Amedê, Pîran û Gêlê, ji rewşa xwe razî, ketine xefka dewlet û partiyên wê, mîna kevên ribat in çaxa qirewat di stuyê wan de, beniyên gûz û behîvên dora Amedê, Pîran û Gêlê li ser sifrê li ber xwe dibînin...
Belkî ji her warî xurttir, li vê herema kurdên zaza, malwêraniyek hişmendiya dîrokî û kambaxiya bi serê zimanê kurdî de li dar in. Du xalên ku dewleta tirk hewl dide di wan her du rehên kurdan de hêlînên xwe çêbike.
Li gelek warên din ên Kurdistanê, dîn û dewlet destê wan di hev de, li ziyaretên di nav gundê Miks û Qamişloka Bismilê de, li Mêrdînê li Sultan Şexmûs a li ser rêya Amede, Weysel Qeraniyê li se rêya Bedlîsê, li Bazîdê, li Stîlîlê, li Gêlê çi rû dide, ji me gişan ve xuya ye. Qumaş yek in lê rengê kemberan cuda ye. Li pişt wêne û turîstgeha Gêlê û li warên din, ka çi dibe, ka dewletê bi destê dirêj, sazî û weqfên xwe, dîrok û hişmediya kurdan a dîrokî çawa tarûmar dike, ne cihê gazinan e.
Der barê mijarên jor de heta niha xebateke baş nehatiye kirin. Kes ji bo xweza û dîroka xwe bi erka xwe ranebûye. Divê em bi pergalî dîrok, çand, ziman, xweza, warên kevnar, bajar û kolanên xwe ji mêtingeriyê biparêzin.
Vêca bayê brûskê bi me, nemaze bi rewşenbîrên kurdan bikeve!


