Gava pêşîn

Ev qonax, herî kêm bi qasî Pêngava 15ê Tebaxa 84an deng veda. Me ji wê pêngavê re gotibû “Guleya Ewil” loma em ji vê qonaxê re jî “Gavan Pêşîn” dibêjin.

•
1 deqe xwendin
Gava pêşîn

Adil Ercan

Berî her tiştî ev; serkeftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mezinatiya wî ye. Serokatî wisa dibe. Pêşengî welê dibe. Xwedîderketin çawa dibe Rêberê Gelê Kurd nîşanê hemû cîhanê da. Serî de jî nîşanê ew xayîn û xwefiroşên ku digotin “PKK teslîm bûye Apo Kurd firotin, teslîm bûye…” û hwd. Ji bo ev pêngava dîrokî biser nekeve çi ji destê wan dihat dikirin û hê jî di wê hewldanê de ne. 

Bi awayê hêjmarî; Meclis bi giştî 600 kes in. 562 parlamenter di meclisê de amade bûn. Bi giştî yên beşdarî dengdayînê bûn û dengê xwe dan 562 parlamenter bûn. Ji vana, 468 dengê ERÊ, 88 NA û 6 ji wan jî bêalî sekinîn! Yanê; çi Erê, çi jî Na negotin! Her çi dibe bila bibe, ev du roj-sê roj in li ser vê pêşnûmaya ku Rêberê Gelê Kurd çarçoveyeke qanûnan pêşniyar kiribû diaxivîn, nîqaş dikirin… geh pefçûn geh bi alozî geh jî bi aramî domiya. Dawiya dawî roja 10 ê Tebaxê li Meclisa Tirkiyê, piştî 103 salan teqek li wî zirxê polayî ya hişmendiya Kemalîzmê ket. Yekem car; bi pêşnûmaya Çarçoveya Zagonê ya Rêberê Gelê Kurd, aliyê Kurdan hat pejirandin û pêşî bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd hat Meclisê û bi dengekî herî bilind (468) hat pejirandin.

Li ser xêrê be. Berî her tiştî bila li Rêberê Gelê Kurd, li Cangorî û têkoşerên vê doza qedîm pîroz be. Pîroz be dibêjim, lewra ev serê sed salan e ku kurdan bi her awayî liber xwe didan lê tu carî pergala tirk, rejima kemalîst kurdan wek muxatab nedîtibûn û nedidît. Berî derketina Tevgera Azadiyê, Tevgera APOGERÎ 28 Serîhildan-Raperînan rû dabû. Serhildan lidar ketibû. Her yek ji wan, herî zêde salek û nîv-du salan liber xwe dan! Piştî ku serok û rêberê Serhildanan hatin girtin (bi awayekî), di demeke pir kurt de ew birin sêdarê û qetil kirin, şûn de serhildan bi giştî têk çû! Bi vî hawî tam bîst û heşt caran, di navbera 52 salan de gelê kurd serî rakir! Lê her carê jî serî (serok) hatin girtin, yên dûmayiyên wan jî pê re belav bûn, hatin qetilkirin, sirgûn û zindankirin! Di her serhildanekî de herî kêm bi deh hezaran kurd hatin kuştin, bi sed hezaran hatin sirgûnkirin, bi sedhezaran hatin zindankirin. Lê kurd neqediyan..! kurdan dîsa xwe ji xweliya xwe afirandin û ji nava wê ariya pêncî salan roj li Kurdistanê hilhat ku tam pêncî saliya xwe de ew dijminê xwînxwar û înkarker anî îmanê!

Digel ku Roja kurdan dîlgirtî, di nav qefesa hesinî de bû jî, ew neyarê bavkalan anî ber lingê xwe û ji wan re ji tîrêjên xwe misqalek ronahî nîşan da. Yanê rêya mirovahiyê, rêya Aştiyê, rêya Jiyaneke wekhev nîşan da ku ew rê bi awayeke xwezayî wergeriya peymaneke nû. Ev peyman pir aliyên wê dişibe Peymana Medîne yê. Bi wê huner û taybetmendiyê Rêberê Gelê Kurd “di bêderfetiyan de derfet” diafirîne, ji bona Tirkiyê bi giştî û pê re ji bo Rojhelatanavîn Qonaxeke nû vekir. Bêguman di navenda vê Rojhelatanavîn de jî Kurdistanekî Yekpare û gewre heye. Ev Kurdistana ku ez qest dikim, bi feraset û hişmendiya herî nûjen ya Rêberê Gelê Kurd e dibêjim. Ev Kurdistan naşibe tu welatekî “Netewdewlet”an. Ew evîndar û dilxwazên wan netewdewletan vaya fêm nakin. Aqilê wan nagîje vê astê. Lewra ew têgihaştin û zerengiya wan kesan nîne. Têr nake. Loma ku jehr ji devê wan dibare! Bi her awayî êrîş dikin…

Bêguman ev tenê di wê bez û maratonê de rawestgehek e. Ma ji xwe piştî her bêhnvedanekî pêngavek nehatibû avêtin? Ev jî pêngava ewil ya vê qonaxê ye. Ev rojek û gaveke dîrokî ye. ev peyva dîrokî hema bêj her kes û her alî jî dibêjin. Bêguman, yên dilreş û xwînxwar (ku jiyana wan li ser xwîna ciwanan e) vaya bi neyînî vedibêjin. Hinek alî jî li gor dîtinên xwe, awir û baweriya xwe welê binav dikin. Lê ez bi awayeke eşkere û şênber vaya vedibêjim ku hinek li jor min qal kiribû. Ango di dîroka nêzîk, ya sed salên dawî de, herçend Kurdan bi dehan car serî hildabe, bi qehremaniyeke bêhempa liber xwe dabe jî wê lehengiya xwe wernegerandibû encameke wisa mayînde û fermî nekiribû. Yanê wekî mixetabekî xwe nedabû qebûlkirin. Bi navekî din, di şer de biser ketibû lê li ser maseyê têk çûbû. Vê carê Rêberê Gelê Kurd, digel ku di dest wan de ye jî, rêxistina Apogerî bi deh hezaran milîtan û cangoriyên xwe ve li ser piya amade ne. Dîsa li her çar aliyê Kurdistanê û li diyaspora ya cîhanê bi hezaran sazî û dezgeyên wî sazkirî ne. Û ya herî girîng jî bi milyonan kurd bê şert û merc girêdayî serok Rêberê xwe ne. Û hê gelek sedem û egerên cuda… ev qonax bi dijmin da pejirandin, mora xwe li dîrokê xist. Ma nexwe ‘dîrokî’ êdî çawa be! 

Ev qonax, herî kêm bi qasî Pêngava 15ê Tebaxa 84an deng veda. Me ji wê pêngavê re gotibû “Guleya Ewil” loma em ji vê qonaxê re jî “Gavan Pêşîn” dibêjin.

Bi guleya ewil şerekî domdirêj domiya. Kurd vejand. Ji bin axê rakir ser lingan, ew rawestand. Bi vê Gava Pêşî jî dê kurd êdî bi biryardarî, serbilindî bimeşe… lê dê ew qas zêde dirêj neke. Lewra di serdema ewil ya bi Guleya Ewilî ji xwe têra xwe dirêj ajot. Divê ji niha û pêde herkes, lê herkes! Jin, ciwan kal pîr teqez ji her yekî tiştekî tê. Divê bê fikar û bê hesab ji bo vê Meşa Azadiyê bigîje armanca Nîhayî-Dawî em ji dil û can, bi gav û saet di nav hewildan û tekoşînê de bin.

Dubare pîroz be li gelê kurd û hemû mirovahiyê!