Gav bi gav ber bi Civaka Azad û Demokratîk ve
Ev zagon wê bibe mifteya vekirina rêya azadbûna civaka kurd û civakên Tirkiyeyê. Bi vê gavê, deriyê Komara Demokratîk tê vekirin.

Di 5ê tebaxa 2026an de, piştî kedeke bîst û du mehan, pêşnumeya zagonê ya bi navê 'Piştgirtina Neteweyî û Hevgirtina Civakî' ji aliyê 360 parlementeran ve hate destnîşankirin û pêşkêşî Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hate kirin. Berî ku ev pêşnumeya zagonê ji meclisê re were pêşkêş kirin, ji ber derengmayînê gelek rexne û hişyarî dihatin kirin; lê di heman demê de gelek fikar û metirsiyên ku gengaz bûn bibin sedema sabotekirina pêvajoyê jî di nav xwe de dihewandin. Li ser naveroka pêşnumeya zagonê jî gelek nîqaş hatin kirin.
Naveroka pêşnumeya zagonê bi gelemperî ji du aliyan ve hate nirxandin: yek, ji aliyê teknîka hiqûqî, ya duyemîn jî ji aliyê zimanê zagonê. Lê nirxandina bingehîn û watedar a pêşnumeya zagonê pir nehat nîqaşkirin û nirxandin. Ev jî nirxandina aliyê siyasî û rola vê zagonê ya di pêşvebirina pêşeroja civaka demokratîk de bû.
Civaka kurd rexne û nirxandinên bi awayekî li cih û mafdar dikir. Rexneyên sereke yên ku dihatin kirin ev bûn: kengî zarokên wan ji ser çiyayên Kurdistanê vegerin malên xwe û beşdarî civaka xwe bibin; kengî girtiyên siyasî, bi taybetî girtiyên nexweş, bigihîjin azadiya xwe; gelo koçber û penaberên ku ji welat û malbatên xwe dûr ketine û çûne sirgûnê kengî vegerin welatê xwe û bigihîjin malbatên xwe; çapemeniya raya giştî jî li ser vê yekê nîqaş dikir ku gelo ew ê çi bikevin nav çarçoveya zagonê. Gelo birêz Ocalan dê bikeve nav vê zagonê? Gelo dozên Kobanê, birêz Demîrtaş, Yuksekdag û hevalên wan jî dê bikevin nav vê zagonê? Li ser van hemû mijaran nîqaş û nirxandin hatin kirin.
Ev bendewarî, nirxandin û nîqaşên civaka kurd mafdar û li cih bûn. Lê ji bo watedariya zagonê û rola wê ya di pêşvebirina civaka demokratîk de, divê ev nîqaş, nirxandin û bendewarî nebin asteng. Civaka kurd bi feraset û baweriya bi vîna xwe, tevî bendewariyên mafdar, fedakariya xwe kir û ji bo pêşeroja civaka demokratîk nebû asteng.
Hesasiyeta Tevgera Azadiyê jî gelek girîng û li cih bû. Tevgera Azadiyê ji bo ku zagon ji meclisê derbikeve bibe bersiva pêvajoyê, gelek hewl da, pêşnumeyê xurt kir û fedakariyên girîng kirin; ji bo berjewendiyên xwe jî ti mijarek neanî rojevê.
Lê li ser du mijaran gelek sekinî. Yekem, ji aliyê exlaqî, siyasî û hiqûqî ve pêdiviya azadiya birêz Ocalan û pêkanîna şert û mercên xebata pêvajoyê ya birêz Ocalan bû. Di nav van şert û mercan de têkildana birêz Ocalan bi Tevgera Azadiyê, bi siyasetê, bi rojnamevanan û bi ronakbîran re jî hebû.
Ev hesasiyet gelek li cih bû. Ji ber ku, çi ji aliyê hiqûqî ve be, çi ji aliyê siyasî ve be û çi ji aliyê exlaqî ve be, domandina girtina birêz Ocalan hişmendî û nêzîkatiya nerast a mixataban nîşan dida. Ev rewş jî ji bo pêvajoyê fikar û metirsiyên din di nav xwe de dihewand.
Hesasiyet û nerazîbûna din a Tevgera Azadiyê jî li ser zimanê pêşnumeyê bû. Ziman û gotinên nivîsan, hem binhişa amadekaran nîşan didin, hem jî nexşerêya wan a ji bo pêşerojê. Ji vî alî ve di zimanê pêşnumeyê de gelek xetere hebûn. Lê piştî nerazîbûnên Tevgera Azadiyê gelek sererastî hatin kirin.
Bîst û du mehên pêvajoyê bi gelemperî bi nîqaş, nirxandin û rexnekirinên li ser van mijaran derbas bûn. Her wekî ku me anî ziman, ev nîqaş û nirxandin mafdar û li cih bûn. Di aliyê din de jî, bi taybetî desthilatdariya Tirkiyeyê bi hişmendiyeke serdest û antîdemokratîk tevdigeriya, zagonên li gor pêdiviyên pêvajoyê dernedixistin û bi hişmendiyeke ewlekarî hewl dida Tevgera Kurdî tesfiye bike. Lê ev nîqaş nebûn sedema rawestandin an xitimandina pêvajoyê.
Birêz Ocalan di nav van nîqaşan de bi hesasiyeta gewherfiroşî xebitî û di encamê de xitimandina li ber pêvajoyê vekir û pêvajo dîsa da meşandin. Birêz Ocalan hem hesasiyeta civaka kurd li ber çav girt û ji bo ku zêdetir girtiyên siyasî werin berdan, koçber û penaberên kurd ji sirgûnê vegerin welatê xwe hewl da; hem jî hesasiyeta rêxistina xwe li ber çav girt û formulên cuda ji bo xebatên pêvajoyê pêşkêş kirin.
Ji ber vê yekê, Ocalan bi fedakarî ji xwe û ji rêxistina xwe dest pê kir û berê civaka kurd û civaka Tirkiyeyê da pêşerojê. Ocalan di hevdîtinên 2yê tebaxa 2026an de wiha got:
"Rêya bi hezar kîlometreyan bi gavekê dest pê dike. Bi vê zagona em ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî dikevin ser rê. Em li destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê ne ku herî kêm bi qasî avakirina Komara Tirkiyeyê girîng e. Çawa ku di pêvajoya avakirina komarê de ked, fedakarî û xebateke mezin hate dayîn, îro jî ji bo avakirina Komara Demokratîk pêwîst e ku bi heman cidiyet, berpirsyarî û dilsoziyê were xebitandin."
Birêz Ocalan bi vê hewla xwe ji bo pêşerojek azad, aram û demokratîk, li pêşiya me peywireke exlaqî û civakî danî. Dîsa xuya kir ku rêbertiya Ocalan rêbertiya meşa azadiyê û civaka demokratîk e.
Em dizanin û dibînin ku bi vê zagonê her tişt çareser nebûye. Lê di heman demê de rewşeke ku pêwîstî bi nêzîkatiyeke neyînî hebe jî tune ye. Bi ked û xebatên xwe em ê kêmasiyan sererast bikin. Ya girîng ev e ku em vê gave bi awayekî rast fêm bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê berpirsyariyê deynin ser milên xwe.
Ev zagon wê bibe mifteya vekirina rêya azadbûna civaka kurd û civakên Tirkiyeyê. Bi vê gavê, deriyê Komara Demokratîk tê vekirin.


