Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî  didome

Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSD’ê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" hatiye organîzekirin, di roja...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî  didome

Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSD’ê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de dewam dike. Forum bi beşdariya nêzî 100 jinan li Hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê tê lidarxistin. Forum di roja duyemîn de bi nirxandina mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di aştiyê de" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha MSD’ê Canda Remo ve dest pê kir. Beşdar jî dê li ser mijarê nêrînên xwe bînin ser ziman û encamnameyek were derxistin.

Di roja yekemîn de mijarên "Stratejiyên çareseriyê aloziya Sûriyeyê bi çavê jinan" û "Beşdariya giştî ya jinên sûriyeyî" hatin nîqaşkirin.