Felsefeya nû û şah mat

Ev fikra netewe-dewletê ye û bingeha kolanyalîzma modern e. Îro jî, em di serdema şerê cîhanê yê 3em de dibînin; hişmendiya dewleta yekperest ji “Dewlet Ana-Dayik Dewlet” ya Kemal Tahîr derbas nebûye.

•
1 deqe xwendin
Felsefeya nû û şah mat

Li Tirkiyeyê hişmendiya civakî, tovê waweylê ye. Eger zeviyên hişmendiya civakan, zikê nerm û dilê hişk ê dewletê bin, tovê waweylê ye. Bi gotina kurdan “xwelî li seriyan” e. Hişmendiya fermî ya dewletê yekperest e û li gorî sosyolojiya qirkirinê û perwerdehiya pençîk a dewşirmeyan hatiye amadekirin. Lewma di her serdemê de, rewşenbiriya tirk û fikra azad, wijdanê azad yê kurdî bûne armanca desthilatdarî û darbeyên leşkerî. 

Tovê waweylê, tê wateya muhakemeya dadgehên Îstîklalê û DGMyan. Paşayên Îttîhat û Terakkiyê, hem feodal bûn, hem modern bûn. Paşayên ku dewleta tirk ava kir jî, hem feodal bûn, hem modern bûn. Feodalîteya her du baskan, li sînorên dewletê bû, modernîteya wan jî li derveyî welat, bi taybetî li Ewropayê bû. Lewma destîniyek ji moderniteyê dûr derketiye holê. Navên şoreşan heye, lê kiryar tev şeklî ne; di şifqe, pantalon û kirawatê de kilît bûne. Şoreşên ku dibêjin, bi îlankirina “komarê” hatine pêkanîn, ne rast e. Eger şoreş di wêjeyê de xuya neke, di hişmendiya entelektueliyê de dernekeve pêş. Nabe malê civakan; civak jî di xeşîman de têne kilîtkirin.

Li Tirkiyeyê jî hem qanûnên polayî, hem burokrasî, hem perwerdehî û hem romiyên biqesetor li pêşiya pêşketinan bûne dîwar û rê li ber pêşketin û guhertinên civakî û demokratîk digirin. Pêşketinek li derî xwezayê heye, çewisandin, kuştina mafan û demokrasiyê heye. Cihê ku maf û azadî lê nebin, kîn û nefret heye, şikestin û pirsgirêk zêde ne. 

Gelên li Tirkiyeyê, bi taybetî gelê kurd, di sed salên dewleta tirk de, li dijî îdeolojiya dewletê şer kir. Bi taybetî bi Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê nîv sedsal e ku li dijî vê îdeolojiyê şer dike; hem yekperestiya nijadperestî hate şikandin, qismî jî be, entelîjansiya tirk ji yekperestiyê rizgar kir. Ev jî tê wateya hişmendiyek nû û destpêka serdemek nû.

Ev serdema “Aştî û civaka demokrtaîk e’’ 

Yaşar Kemal dibêje; ‘’Eger çiya, mirov û heta mirin jî westiya be, niha helbesta herî baş aştî ye!’’ Ev gotin li bejna şerê kurd û tirkan a sed salî tê. Rêber Abdullah Ocalan, dema şûr ji kalan kişand û dest bi şer kir helbest nivîsî, dema şûr kire kalan û aştî da destpêkirin helbest nivîsî. 

Du helbestên ji hev cuda xuya bikin jî hev temam dikin. Helbesta pêşî ‘’hebûn, aîdiyet û diyalektîka hişmendiya civakî“ ye; helbesta duyem jî, bi gotina Baruch Spînoza, ‘’qencî, wekhevî, parvekirin, bawerî û hestên edaletê’’ ye. Her du helbest têne wateya çavkaniya ku gelê kurd xwe pê xwedî dike. Ev xwedîkirin, çand, bawerî, erdnîgarî, dîrok û wêje ye. Yanî hişmendiya şaristanî û dîrokî ye. Pirs jî ev e, gelo ev hişmendî wê bi ser bikeve û serdema şoreşgeriya gelan bide destpêkirin? Deriyê humanîzmê hatiye vekirin û gelo dê rewşeke ontolojîk derbikeve holê? Gelo wê lew-lewa yekperestên di sosyolojiya kujer de asê maye, bi dawî bike? Bersiva pirsê di dîroka wêjeya tirkî de veşartî ye. Di wêjeya tirkan de “temerkuz” heye temerkuz tê wateya “di yek noqteyê de kombûna hêz û hişmendiya parametreyên jiyanê.’’ Ev jî rê li ber guhertinan digire, demokrasiyê dikuje, hiqûq û mafan ‘’mulga“ dike. 

Ev fikra netewe-dewletê ye û bingeha kolanyalîzma modern e. Îro jî, em di serdema şerê cîhanê yê 3em de dibînin; hişmendiya dewleta yekperest ji “Dewlet Ana-Dayik Dewlet” ya Kemal Tahîr derbas nebûye.

Pirs ev in; gelo şerê kurdan ê nîv-sedsalî, aqilek nedaye dewleta tirk? Pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, metafîzîka yekperestiyê parçe nekiriye? Rêber Apo çi qas dewlet muhatap girtibe jî, gelê kurd û gelên tirk jî muxatab girtine. Dixwaze were fêmkirin. Dewlet ji bo gelan heye, divê dewlet di xizmeta gelan de be, ne ku gel ji bo dewletê bin û bibin kole. 

Piştî şerê nîv-sedsalî, îdeolojî û paradîgmayên birêz Abdullah Ocalan, yên derbarê civak, dewlet û demokrasiyê, bandor li beşeke girîng a mirovên serwext kiriye. Lê yekparêz vê rastiyê berevajî dikin. Tirsê belav dikin. Tirs jî weke hêza atomîc bandorê li civakan dike û rastiya îdeal, yan jî îdeala rast berteref dike. 

Tenê entelîjansiya tirk, beşek ji entelîjansiya kurd jî dibe sedema dilxelênekan. Bi gotina feylesofê fransî Michel Foucault, rewşek “anakronîk” heye û divê entelîjansiya tirk jî, ya kurd jî xwe di aliyê “diyakronîk” de biguherîne. Bi formasyonek qeşagirtî, sar û kesayetek felcoyî encam nayê bidestxistin. 

Bi yek gotinê û sahîhe ku şerê nîv-sedsalî, deriyê girtî yê li pêşiya wêjeya kurdî, li pêşiya entelîjansî û siyaseta kurdî jî vekir. Em siyasetê deynîn aliyekî, lê wêje tê wateya xweavakirinê, nivîskarî tê wateya hostatî û endezyariya avakirina civakan. 

Wêje, avakirina evîn û eşqa mezin e… 

Mambêjiya civakî, dengbêjî stranbêjî û folklor navên vê rastiyê ne. Xala duyemîn û girîng; wêje, hem endezyariya civakan e, hem dadgehkirina kesayetan e. Divê wejevan, xwe nespêrin dîwarê “bêterefî”yê, Ev reva ji kar û pîşeyê xwe ye.

Ti kes nikare înkar bike; têkoşîna nîv-sedsalî kilîd şikandin û deriyê gihîştina hemû nirxan û mafan vekir. Ev serdema ku hatiye zeftkirina Aştî û Civaka Demokratîk e û tê wateya çareseriya hemû pirsgirêkan.

Bêguman û sahîh e; tirkên tûranî û yekperest, dê fikrê waliyê Enqereyê Newzat Tandogan biparêzin û bixwazin deriyê şikefta tarî ye sedsalî girtî bihêlin. Lê kurdan qonaxek gerdûnî zeft kiriye. Bi diyalektîka hişmendiya civakî û “organîzmaya çandî” hereket dikin, wê hişmendiya yekperest berteref bikin. 

Organîzmaya çandî, tevgera bimantiq û nirxandinên felsefî, wê organîzmaya bi nexeşiya alzheîmer û muzdarîbiya mêjiyê kurmî berteref bike. 

Gelek kes dibêjin, dewleta tirk, hîna li ser rebaza xwe ye, derewan dike. Dixwaze kurdan bixapîne. Bêguman mafê wan heye, sed sal in ku dewlet ji bo kurdan yek tişta rast û baş nekiriye. Di ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” re jî salek desrbas bûye, titştek xuya nake. Ev jî rast e û sahîh e. 

Lê, kurd jî ne kurdên berê ne. Gora betonî parçe kirine. Qeyd û bend û qanûnên polayî parçe kirine. Êdî bi nirxandinên felsefîk û hişmendiyek çaprast a lîstika “dam”ê, bi lîstika kişikê hereket dikin. Argumanên dîrokî datînin holê û rastiya dewletê diqîrin ku li dijî rastiya gelan hatiye avakirin. Di pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de lîstika kişikê dewam dike. Kurd hemleyên bimantiq, nirxandinên felsefî dikin û bi nasnameya nû wê bêjin şah mat ! 

Tevgera kurdan heye û wê bibe bereketa siberojan…