Ev dîplomasî ye yan şerparêzî ye

Di mehên dawî de hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye û Serokê MÎTê yên bi Sûriyeyê û Iraqê re zêde bûne. Balkêş e piştî her hevdîtineke wezîran a bi dewletên cîran re li dijî kurdan wekî biryar û peymanên dorpêç, înkar, îmha û şer bi encam bûne.

•
1 deqe xwendin
Ev dîplomasî ye yan şerparêzî ye

Beriya civîna NATO ya li Enqereyê, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di 30ê hezîranê û 1ê tîrmehê de li Iraqê û başûrê Kurdistanê bi rayedarên Iraqê, YNK û PDKê re hevdîtin kir. Balkêş e piştî van hevdîtinan weşanên kurdî yên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Di salên borî de jî dema rayedarên Tirkiyeyê li Iraqê ziyaret pêk anîn, li dijî Mexmûr, Şengal û başûrê Kurdistanê planên dorpêç, êriş û ambargoyê derketin. 

Wezareta Karê Derve, diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan bi Konsulê Amerîka yê Enqereyê Tom Barrack re li Enqereyê civiyane. Ev hevdîtina beriya civîna NATO balkêş e.  Di salên dawî de kengî rayedar û nûnerên dewleta tirk çûne Iraqê û bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirine, li dijî kurdên ku têkoşîna azadiyê didin, biryar û planên şer, dorpêç, êriş, ambargo û înkarê hatine amadekirin û îmzekirin. Di salên dawî de bi peymana Hewlerê, Peymana Bexdayê, Peymana Şengal û gelek peymanên din der barê Şengal, Mexmûr û hêzên tevgera azadiyê de biryarên şer, êrîş, dorpêç û ambargoyê hatiye dayîn. Herî dawî dema Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin çû Iraqê û başûrê Kurdistanê me dît roja dîtir der barê malperên Azadiya Welat, Ajansa Welat, Nûmedya24, berû û gelek saziyên din de biryarên astengkirin û qedexeyan derketin. Dema em li dîroka nêzîk dinerin, em dibînin ku di 12ê hezîranê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack re li Enqereyê civiya. Di wê civînê de Hakan Fîdan diyar kiribû ku ew beriya civîna Lûtkeya NATOyê civiyane û xurtkirina hevkariya Tirkiyeyê û Amerîkayê nirxwandine.

Di 30ê hezîrana îsal de Serokê MÎTê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir. Kalin li Kerkûkê waliyê Kerkûkê yê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Mihemed Seman ziyaret kiriye. Balkêşe ku ev serdan piştî vegera waliyê Kerkûkê Mihemed Seman ya ji Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê pêk hat çêbûye.

Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî li Koşka Bexda û bi amadebûna serokê dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê Hemîd El-Şetrî, bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civîya. Di civînê de rêbazên pêşxistina hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê ya di warên ewlehî û îstîxbaratê de, axivîn. Di heman rojê de dîsa Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê re civiya û li ser mijarên ewlehiyê axivîn. 

Dema ku em li hevdîtinên berê û geşedanên piştî wan dinerin, em dibînin ku hemû hevdîtin li ser plan û projeyên înkar, îmha û êrîşên li dijî gelê kurd pêş dikeve. Em hinekî berê xwe bidin çend hevdîtinên salên dawî dê hin tişt bêtir xuya bibin. Di 3yê adarê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye, Iraqê û Balyozê Enqere Tom Barrack, li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya. Di 29ê çile de dema dorpêç û êrişên li ser Rojava dewam dikirin, Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan û Sefîrê Bilind ê DYAyê yê Enqereyê Tom Barrack li Enqereyê hevdîtin kirin. Piştî van hevdîtinan me dît ku peymanên ku ji bo pêşketina entegrasyona demokratîk a Sûriye û Rojava hatin astengkirin. Yek ji vana entegrasyona YPJê ya bi artêşa giştî re hîn nehatiye qebûlkirin. Dîsa erişên li dijî tabelayên kurdî zêde bûn. 

Dema em berê xwe didin hevdîtinên salek berê, dîsa em dibînin ku piştî hin hevdîtinan li ser Şengal û Mexmûrê zext pêş ketine. Di 2yê mijdara 2025an de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Bexdayê piştî civîna bi Fuad Hisên re hevdîtin kir û piştre got: “Tirkiye wê para avê ya Iraqê berde. Me li ser pirsgirêka ewlehiyê nîqaş kir û em piştgiriyê didin pêvajo.”

20ê gulana 2025an de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi serokkomarê Sûriye yê demkî Ehmed Şera û Wezîrê Karê Derve Esad Hesen Şeybanî û Wezîrê Teşkîlata Îstixbaratê Huseyîn Es-Selman li Sûriyeyê civiya. Di van hevdîtinan de me dît ku peymana 10ê nîsanê ya li ser esasê Entegrasyonê nexistin meriyetê û dawiya dawî êrîşî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd kirin. Nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di meha gulanê de ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve li Bexdayê hatibûn binçavkirin, piştî 37 rojan hatin berdan. Hat gotin ku destê rayedarên Tirkiyeyê têde hebû. 

Rojnameger kirin hedef 

Dema em berê xwe didin hevdîtinên 2 sal berê, em dibînin ku di vê pêvajoya hevdîtinan de herî zêde rojnameger bûn hedef. Di 2024an gelek civînên veşartî û eşker di navbera Iraq-Tirkiye û PDKê de li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan û destkeftiyên gelê Kurd hatin lidarxistin. Ev li hevkirin piranî ewlehî û leşkerî bûn. Piranî berjewendî yek alî bûn. Di van planan de Iraq û PDK tenê bi rola nokerî bûn. Di heman salê de Wezîrê Parastinê, Serokê MÎTê û Wezîrê Derve yê Tirkiye, dîsa Wezîrê Navxweyî bê navber berê xwe didan Bexda û Hewlêrê. Ev hevdîtin hemû ser esasê xweşkirina rêya Erdogan ya ji bo Iraqê bû. Serdan û trafîka dîplomasî bi rengekê bû her ji destpêkê ve zelal bû pîlaneke sê alî ya dijî Tevgera Azadiya bû. Di 16yê cotmeha 2024an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî du roj berî dema hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya dema şeşemîn, bi serdaneke ji nişka ve çû Enqereyê. Nêçîrvan Barzanî pêşiyê bi Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin û piştre jî bi Erdogan re civiya. Yek ji mijarên wan yên sereke, ji bilî axaftina li ser komployên wan yên li dijî Tevgera Azadiyê, plana ji bo hilbijartinê ya bi gotina “yan em pê bileyîzin, yan jî emê têk bidin” danîn. Bi gotineke din, an wê hilbijartin bi dilê wan be û rewşa xwe rast bikin an jî wê têk bibin, proseya siyasî û demokratîk a li Herêma Kurdistanê bi tekamî têk bidin.

Piştî peymana 15ê tebaxa 2024an Tirkiye bi Iraq û PDKê re ketin nava hemû rê û rêbazan li dijî PKK, welatparêz, rojnamevan û Kampa Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Dest bi şehîdkirina welatî û rojnamevanan û qedexekirina saziyên rewşenbîrî û çandî kirin. Ewilê encamên lihevkirinê bi kuştina rojnameger û Çapemeniya Azad destpê kir. Piştî vê lihevkirin Rojnamevan Azîz Koyluoglu, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin şehîdkirin. Piştre jî bi şehîdkirina welatparêz û azadîxwazan dewam kirin. Dîsa bi van hevdîtinan bêtir cih dan ku leşkerên tirk li  başûr bi cih bibin. 

Bi van hevdîtinên dîplomatîk, Iraq û PDKê bi hev re hebûna hêzên Tirkiye ya li ser xaka başûrê Kurdistan û Iraqê rewa kirin. Destûr dan ku navend û baregehên nû bêne avakirin. PDK û Iraqê di warê îstixbaratî de piştgiriyeke xurt da dewleta Tirkiye.

Piştre 22yê nîsana 2024an Serokkomarê Tirkiye bi şandeya ji Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe Elî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Bazirganî Omer Polat, Wezîrê Binesazî û Veguhestinê Abdulkadir Oraloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mihemed Fatîh Kacar, Serokê Têkiliyên Serokkomar Fahrettîn Altun û Şêwirmendê Siyaseta Derve Akîf Aagtay serdana Bexda kirin. Piştî gihiştina Bexda û li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd civiyan. Piştre jî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civineke berfireh lidar xistin. Di van civînan de li ser tunekirina PKKê, bikaranîna çavkaniyên aboriyê û bicihkirina leşkeran a li ser axa Başûr niqaş kirin. Dîsa ji bo têkiliyên îstîxbarî pêş bixin hin peyman îmze kirin.