Êrîşa li ser zimanê Kurdî neyartiya kurdan e

Divê zextên li ser kurdî bi dawî bibe û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Tirkiye li gorî navê komarê tev bigere û mafan nas bike.

•
3 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Êrîşa li ser zimanê Kurdî neyartiya kurdan e

Divê zextên li ser kurdî bi dawî bibe û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Tirkiye li gorî navê komarê tev bigere û mafan nas bike.

Dîsa îlon dîsa komkujî dîsa wehşet dîsa êrîş dîsa, dîsa dîsa… Di salvegera komkujiya 24’ê îlona 1996’an de ku 10 hevalên girtî, dîlên azadiyê bi awayeke wehşî qetil kirin de, bi ser saziyên kurdî de girtin. 28 sal berê bi darê mîx tê de kutayî bi qelasên stûr bi qûndaxên tivingan û hema çi amûrên wan hebû bi wan amûrên xwe êrîşî ser dîlên azadiyê kirin. Di nava zindanê de qaşo dîlên destê wan de bû! Lê ev pergala dirinde û wehşî çi dîlîtî çi mafê mirovan û çi jî zagonan nasnake û li gor wê dilê xwe yê reş tevdigere û bi vê tevgera xwe jî pesnê xwe dide!

Roj tune ku êrîşek li ser Kurdan pêk neyê. Her sibehekê teqez bi agahiyeke dilsoj, sotîner û hovane yê vê pergalê em dibihîzin! Piştî 28 salan dîsa 24’ê îlonê dîsa êrîş dîsa komkujî… vê carê jî Komkujiya spî. Bi ser saziya ziman û perwerdeya Kurdî MED-DER’ê de girtin. Di heman wextê de bi ser malên rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî ve girtin. Bi dehan rêveber û mamosteyên Zimanê Kurdî binçav kirin. Piştî çar rojan sewqî dadgehê kirin. 22 kes bi şertê kontrola edbî berdan û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî jî girtin. Di bin zext û pêkutiyan de ji mafê azadiya jiyana xwe bêpar man.

Digel ku sed û yek sal e vê komara dagirker li ser me Kurdan înkar, îmha û pişaftinê bikar tîne jî wisa diyar e ku jê têr nebûye. Dîsa heman feraset û rêbazên xwe yê ku sed sal jî di ser re derbas buye diceribîne, dubare dike û dikeve nava hewildanan. Wer bawer dike ku dê bi vê rêbazê xwe Kurd tune bike! Ya rastî ew jî dizane ku dê bisernekeve. Lê dîsa jî hewildanê xwe didomîne! Vê carê na vê carê, vê carê na vê carê, wisa çend salan carekî teqez komkujiyeke wisa spî pêk tîne.

Dewleteke ku navê wê komar be divê bi awayê navê xwe tevbigere. Ango komarî ne pergaleke dîktatorî, Yekperestî an jî Monarşî ye. Herî kêm welê tê zanîn ku demokrasî tê de heye. Ku demokrasî hebejî wê demê divê peywirê dewletbûnî û Komariyê jî hebe, wekî ku peywirê hemwelatiyan heye; Dewlet berpirsiyar û neçare ku ewlehiya jiyana hemwelatiyên xwe bigire. Neçare perwerdeya bi zimanê wî hemwelatî pêş bixe û di nava civaka medenî û pêşketî de ciyê xwe bigrire. Dîsa peywirê dewletê ye ku tendurustiya hemwelatiyên xwe tedarik bike. Mafê sazîbûnî, mafê xwendin perwerde dîtin, bijartin, helbijartin û hwd. Yê hemwelatiyan heye. Yanê divê dewlet ji pêşdibistanê heta zanîngehê, ji malê heta parlamento, dadgeh û hemû sazî û dezgeyên fermî yê dewletê de; hem li welêt hem li derveyê welêt ew bi zimanê Kurdî kar û barên xwe bike. Çawa ku bi Tirkî perwerde tê dîtin bazar û kar hem yê civakî hem yê fermî pê tê kirin di heman demê de bi zimanê Kurdî jî dikare dibistana xwe bixwîne, perwerdeya xwe bibîne siyaset û dîplomasiya xwe bi zimanê xwe bike. Di Tirkiyê de rêjeya herî zêde ku ji bilî tirkî bi zimanê Kurdî tê axaftin heye. Yanê Kurdî duyemîn ziman e ku li Tirkiyê pê tê xeberdan, xwendin