Êrişa Ebû Zûhur bû pira navbera Şam û Telavîvê
Di binê vê de îmza Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanû û payebilindên îstîxbarata Îsraîlê hene.

Di 18ê Tebaxa 2026an de Îsraîlê li duhev 8 caran êrîşî Baregeha Hewî ya Ebû Zûhur kir. Îsraîlê baregehê hilweşand û got: “Me li dijî Tirkiyeyê ev êriş pêk aniye.” Piştî êrişê ji Suriyeyê pirtir di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de alozî û rageşî bilind bû. Gelek derdor vê aloziyê wek aloziya di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de pênase kirin. Dan zanîn ku herdu jî ji vê êrişê û rageşiya derketiye holê sud werdigirin û vê sûdê ji bo kampanyeya hilbijartênê bikar tînin. Ev îdîa çiqas rast e û ne rast e, mijara vê gotarê nîn e.
Lê tişta ku bal dikişîne ser xwe piştî vê erişê geşedanên di navbera Telavîv-Washington û Şamê de ne. Rojên ji 18ê Tebaxa 2026an heta 24an ji van geşedanan re mazuvaniyeke geş û gur kir.
Amerîkayê di 24ê Tebaxa 2026an de biryar da û Sûriyeyê ji lîsteya “dewletên destek didin rêxistinên terorîst” derxist. Wergirtina vê biryarê ji ber xwe ve pêk nehat. Hebûna xwe ya veşartî ya qirêj heye û hê bi temamî na zelal e. Ji xwe ne pêwîste ku mirov di nirxandineke wisa de dûr û kûr li wan bikole û qala wan bike. Balona vê çîroka qirêj û gendel di êrişa li dijî desthilatdariya Beşar Esat a 8ê Kanûna 2024an de pêkhat teqiya. Piştî ketina desthilatdariya Esad, xwadiyên rêxistina terorîst ya Heyet Tarîr El Şam (HTŞ) û Serokê wê Ehmed El Şara (Colanî) yên veşartî yek bi yek xwe aşkera kirin. Îngilistanê got: “Min wî di binê baskên îstixbarata xwe de mezin kiriye. Amerîkayê got: ‘Wan li Girtîgeha Ebû Gureyb a li Iraqê hevudu nas kirine’. Her wiha ji pratîka didome dertê holê ku destê Îsraîlê jî pir hindik di pêşketina çîroka Ehmed El Şara de heye. Ya Enqereyê û Erdogan jî wek “eyba bizinê” aşkeraye û her kes pêzane. Ji bo vê mijarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî û dostê wî Erdogan, Şara û desthilatdariya Şara ya li Şamê avakire.
Piştî ketina desthilatdariya serdema Esad desteka ji bo Ehmed El Şara li du hev aşkera bûn. Amerîka, Fransa, Îngilistan, Almanya, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û hin welatên din ji bo “rewakirina Colanî” di nava pêşbaziyeke lez û bez da bûn. Serdanên Şamê û vexwendina Ehmed El Şara bê navber pêk hatin.
Trump di 13ê Gulana 2025an de helwesta Amerîkayê ya ji bo desthilatdariya Şara aşkera kir û wiha got: “Amerîka dê ambargoyên li ser Suriyeyê rake.” Di 30ê heman mehê de jî biryarên wek rewşa awarte û 6 biryarnameyên serokên Amerîkayê yên berê ji ser Suriyeyê hildan. Rewşa Awarte û biryarnameyên mijara gotinê wek bingeha dadweriya ambargoyên li ser Sûriyeyê dihatin bikaranîn. Ehmed Şara, Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Hesen Hatab û Rêxistina Heyet Tahrîr El Şam ji lîsteya terorê derxist. Trump herî dawî 8ê Tebaxa 2026an de li Enqereyê di lutkeya bilind ya NATOyê de da zanîn ku ewê Suriyeyê ji lîsteya “welatên destek didin terorê” derxin. Pir berdewam nekir Wezareta Aboriyê ya Amerîkayê di 24ê Tebaxa 2026an de aşkera kir ku wan Suriyeyê ji lîsteya “Dewletên destek didin rêxistinên terorê” derxiste.
Ajansa SANA ya Suriyeyê aşkera kir ku di 22ê Tebaxa 2026an de heyeta îstîxbaratê ya Îsraîlê û heyat Sûriyeyê ya di bin serweriya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanû de li Urdunê civiyan. Di agahiyê de hat gotin ku aloziya ku piştî êrişa bi ser Baregeha Hewayî ya El Zûhur de derket holê di vê civînê de hate şîrovekirin. Li gor agahiya ajansa navborî Amerîkayê ji vê civînêre navbenkariyê kiriye. Ajansê diyar kir ku di civînê de biryar hat dayîn ku Bandora rageşiya navbera Îsrîlê û Tirkiyeyê de rû dide bandorê li Suriyê neke.
Bi taybetî agahiya dawî ya “rageşiya di navbera Îsraîl û Tirkeyeyê de rûdide bandora neyînî li ser Sûriyeyê neke” çiqasa li rastiya ser erdê re li hev dike. Ev ne pêkan e. Tişta ne pêkan be çima wek biryar tê girtin û bi raya giştî re tê parvekirin?
Çend bersîvên vê pirsê hene. Lê du bersiv zêdetir girîng in û pirojektora wan bersivan dikare siyaseta tê kirin ronî bike.
Bersiva destpêkê di geşedanê nava 6 rojan de vejartiye. 18 Tebaxê de êrişa bi ser Ebû Zûhûr de pêk hat û heta 24ê Tabxê jî gelek hewildan pêk hatin û bi van hewildanan Sûriye rewa bû û di nava civaka navneteweyî de cihê xwe girt. Wek nimûne: Sûriye êdî ne wek dewleteke ku destek dide terorê ye. Ev pir mûhîme û cihê wê di nava pergala navneteweyî de çê dike. Derfetên din jî dide Sûriyeyê. Lê ev mînak ji bo Sûriyeyê çiqa derfeteke mezin e her kes baş dizane.
Di civîna li Urdunê ya bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hat de “odeya îstîşareya rê li ber aloziyên Îsraîl û Suriyeyê bigire” hat damezrandin. Di binê vê de îmza Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanû û payebilindên îstîxbarata Îsraîlê hene. Ev geşedan û xoşevîstiya her du aliyan qe naşibe xweşevîstiya navbera du welatên neyarên hev. Di be ku di vê “werhatina germ” ya herduyan de takiye hebe. Ev pêkan e û nebûna takiyeyê ne li gor xwezahiya vê lihevhatinê ye. Ji ber vê jî di her êrişên bi ser Sûriyeyê re pêk tên de jî takiye heye. Îsraîl ji êrişa xwe, lê Şam jî ji êrişên tên kirin sud werdigirin û dikin kampanyeya siyasete xwe. Serokwezîre Îsraîlê Netanyahu û ekîba xwe bi êrişên xwe hewl didin ji xwe re û ji stratejiya pêşerojê re derfet ava bikin. Her wiha ev êriş cihê Şara û Şeybanû ya li Şamê jî têra xwe xurt dike.
Bersiva din jî di nava bersiva yekem de dertê holê. Heke rageşiya Îsraîl û Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re pêk bê dê çewan bandora vê rageşiyê li ser Suriyeyê û desthilatdariya wî ya li Şamê nebe. Elbet dê bibe û hem jî pir zêde. Lê ev bandor ne wek tê dîtin. Di bersiva yekem de bandoreke çewan li ser Şamê û desthilatên wî tê kirin bi kurtasî hat gotin. Ew bondor jî wek tê dîtin baregeh hildiweşe. Lê textê li Şamê naheje, berovajiyê wî cihê xwe dikemilîne.
Ev ji bo Tirkiyeyê zêdetir wisan e. Tiştê ku Tirkiye ji bo Suriyeyê dixwaze bike, hêza leşkeriye. Lê Îsraîl her çend ji bo lewezkirina hêza leşkerî ya Şamê êriş bike jî di encamê de ji ber van êrişan û hevdîtinên aliyan yê li Parîs û Urdunê rê li ber hêza Suriyeyê ya siyasî û berfirebûna Suriyeyê ya navneteweyî têra xwe vedike. Tirkiye jî ne li dijî van geşedanan e. Siyaseta Tirkiyeyê ango ya Erdogan dixwaze ji bo Şamê bike Îsraîl bi êrişên xwe û hevdîtinên xwe yên bi Şamê re zêdetir çêdike.
Dertê holê ku aloziya li ser Suriyeyê di navbera Tirkiye û Îsrîlê de pêş dikeve ne tenê takiyeya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de ye. Bi qasê van herduyan Şam jî şirînge. Mirov kare li ser van daneyan bi hêsanî bêje di vê bazara heyî de sê destên hevpar di nava konsepta şer û êrişan de dostaniya sêalî ya veşartî birêve dibin. Ev hevkariya sêalî ya veşartî ne tenê ji bo îro û ji bo van hersê aliyan e. Pêwîstiya Amerîkayê, taybet jî pêwîstiya Serokê Amerîkayê Donald Trump bivê heye û pêkane ku mirov bêje ev projeya wî ye jî.


