Entegrasyona demokratîk, ne teslîmiyet e!
Piştî qonaxa leşkerî, qada têkoşîna siyasî firehtir dibe. Siyaset, qanûn, makezagon, perwerde, ziman, rêveberiyên herêmî, rêxistinbûna demokratîk û temsîla siyasî dê bibin qadên sereke yên vê têkoşînê.
Mazlûm Abdî di 25ê tebaxê de li Şamê daxuyaniyek da û got ku mîsyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye û pêvajoya entegrasyonê temam bûye. Piştî vê daxuyaniyê, hin derdorên kurdî vê pêşketinê wekî “teslîmbûn”, “şikestin” û “gavavêtina paş” nirxand.
Lê têkoşîna dehsalan a gelê kurd nikare tenê bi hêza çekdarî were pîvan. Amûra têkoşînê û armanca wê ne heman tişt in. Armanc ne ew e ku gel heta hetayê çekan hilgire; armanc ew e ku gel bi nasnameya xwe bijî, ziman û çanda xwe biparêze, îradeya xwe ya siyasî bi kar bîne û pêşeroja xwe bi azadî ava bike.
Ji vî alî ve, entegrasyona demokratîk ne paşveçûna têkoşînê, lê qonaxeke wê nû ye. Ev pêvajo dikare destkeftiyên ku gelê kurd di salên têkoşînê de bi dest xistine, di avahiya siyasî û qanûnî ya Sûriyeya nû de bi awayekî domdar bi cih bike. Armanc devjêberdana destkeftiyan nîne; armanc ew e ku ew destkeftî bibin maf, statû û garantiyên siyasî û qanûnî.
Ji bo kesên ku şer tenê ji aliyê hevsengiya leşkerî ve dinirxînin, pirsa sereke dibe “Kî qezenc kir, kî wenda kir?” Lê ji bo gelê ku di nav şer de jiyaye, şer tenê hevsengiya hêzan nîne. Ew jiyanên wenda bûne, malbatên ji hev belav bûne, mirovên ji warên xwe hatine derxistin, bajarên hilweşiyayî û birînên ku nifş bi nifş tên hilgirtin e.
Ji bo gelê ku ji nav şer hatiye, aştî ne tawîzeke ku tê dayîn e; berî her tiştî mafê jiyanê ye. Bidawîbûna statûya serbixwe ya hêzeke leşkerî bi xwe re nayê wateya şikestinê. Pirsa bingehîn ew e ku hêza ku di salên têkoşînê de hatiye afirandin, di qonaxa nû de çawa tê veguhastin da ku destkeftiyên siyasî û qanûnî werin misogerkirin.
Entegrasyona demokrîk çi ye?
Entegrasyona demokratîk û asîmîlasyon yek tişt nînin. Asîmîlasyon dixwaze nasnameyên cuda tune bike û civakê di nav nasnameyekê de bihêle. Entegrasyona demokratîk, berevajî vê, hebûna nasnameyên cuda qebûl dike û dixwaze wan di çarçoveya qanûnek hevpar de ewle bike.
Mantiqa asîmîlasyonê: Tu jî wekî min be!
Mantiqa entegrasyona demokratîk: “Tevî nasnameya xwe wekhev be.”
Ji ber vê yekê, entegrasyona demokratîk ne ew e ku kurd ji nasname, ziman û çanda xwe dest berdin. Berevajî vê, kurd bi nasnameya xwe di Sûriyeya nû de wekî gelekî wekhev cih digirin.
Entegrasyona demokratîk dikare rêyekê vebike ku destkeftiyên têkoşînê bibin maf û garantiyên siyasî û qanûnî. Ya ku di salên têkoşînê de bi hêz û berxwedanê hatiye parastin, dikare di qonaxa nû de bi qanûn û makezagonê were ewlekirin.
Lê entegrasyon dema ku dibe adaptasyona yekalî, wateya xwe ya demokratîk wenda dike. Tenê beşdarbûna kurdan di avahiya siyasî ya hevpar de têr nake; dewlet jî bi nasnameya kurdî re divê têgihiştin û nêzîkatiya xwe biguhere.
Heke armanca pêvajoyê girêdana avahiyên leşkerî bi navendê, belavkirina avahiyên herêmî û helandina cihêbûnên civakî di mekanîzmayên dewletê de be, ev ne entegrasyona demokratîk e; ev navendîkirin e.
Entegrasyona demokratîk wê demê watedar dibe ku gel û komên cuda bi nasnameyên xwe beşdarî avahiya siyasî ya hevpar bibin û di wê avahiyê de wekhev bin.
Naveroka entegrasyonê û guherîna dewletê
Pirsa bingehîn ev e: Kurd bi kîjan maf û statûyê dê beşdarî avahiya siyasî ya Sûriyeya nû bibin?
Nasnameya kurdî di makezagona Sûriyeyê de tê naskirin, mafê zimanê dayikê tê garantîkirin, rêveberiyên herêmî têne xurtkirin û temsîla kurdan a siyasî tê parastin. Beşdarbûna kurdan di jiyana siyasî de li ser bingeha wekheviyê û bi îradeya xwe ya civakî pêk tê.
Lê mijar tenê ev nîne ku kurd dê çawa beşdarî avahiya siyasî ya Şamê bibin. Pirsa girîngtir ev e ku Şam dê bi kurdan re çawa têkiliyek siyasî ava bike? Heke dewlet heman têgihîştina navendî ya kevn biparêze û ji kurdan bixwaze ku xwe bi sîstemê re biguncînin, ev entegrasyon nîne; ev adaptasyona yekalî ye.
Entegrasyona demokratîk ji her du aliyan ve guherînê dixwaze. Kurd bi nasnameya xwe beşdarî avahiya siyasî ya hevpar bibe, lê dewlet jî avahiya xwe ji bo hemû gel û komên civakê vekirîtir û demokratîktir bike.
Sûriyeya nû li ser bingeha wekheviyê tê avakirin; kurd, ereb, suryan, elewî, ermen û hemû komên din dikarin bi nasnameya xwe wekî hemwelatiyên wekhev di jiyana siyasî de cih bigirin. Dema kurd dikevin nav sîstemê, sîstem jî divê demokratîk bibe.
Ji ber vê yekê, naveroka entegrasyonê ne tenê cihê kurdan di nav dewletê de ye; ew di heman demê de guherîna têgihîştin û avahiya dewletê ye. Mafên kurdan ne bi sozên siyasî, lê bi qanûn û makezagonê tên parastin û garantîkirin.
Divê hêza têkoşînê biçe qada siyasî
Hêza leşkerî, civakî û siyasî ya ku di salên têkoşînê de hatiye avakirin, bidawîbûna statûyekê ji holê ranabe. Pirsa îro ew e ku ev hêz di qonaxa nû de çawa tê veguhastin bo qada siyasî.
Hêza ku di salên têkoşînê de hatiye komkirin, di dema rast de dikare bibe hêzeke siyasî û veguhere bo destkeftiyên qanûnî. Ev jî beşek ji siyaseta rastîn e.
Tu têkoşînek nikare heta hetayê bi heman amûran bidome. Ma kurd heta hetayê divê şer bikin? Ma paşeroja gelê kurd tenê bi hevsengiya leşkerî ve tê diyarkirin? Heke bersiva van pirsan erê be, wê demê siyaseta demokratîk, qanûn, makezagon, perwerde, ziman û saziyên demokratîk ji bo çi ne?
Têkoşîna çekdar dikare di şert û mercên dîrokî yên taybet de wekî amûreke têkoşînê derkeve holê. Lê guherîna amûrê ne bi wateya dawîbûna daxwaza azadî û wekheviyê ye. Hêza ku di qada leşkerî de hatiye afirandin, heke bikaribe bibe hêzeke siyasî, wê bibe yek ji testên herî girîng ên qonaxa nû.
Mezintirîn têkoşîn ne destpêkirina şerekî din e, lê parastina civakê ji şerekî din û ji hilweşîna wê ye. Rastiya siyaseta nû jî li vir dest pê dike.
Perspektîfa Ocalan a aştî û civaka demokratîk
Vê qonaxa nû bê perspektîfa rêbertiya Ocalan a aştî û civaka demokratîk hêsan nabe ku were fêmkirin.
Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk a sala 2025an tenê bangek ji bo bidawîkirina pevçûnê nîne. Ew perspektîfeke berfirehtir e ku dixwaze li şûna pergala siyasî ya ku ji aliyê şer ve hatiye şekildan, siyaseta demokratîk û îradeya hevjiyana hevpar bixe cih.
Di vê perspektîfê de, armanc tenê rawestandina şer nîne. Armanc ew e ku şertên siyasî û civakî bên afirandin ku gelê kurd û hemû komên din bikaribin bi nasname û îradeya xwe di jiyaneke demokratîk de cih bigirin.
Daxwaza aştiyê teslîmbûn nîne. Teslîmbûn devjêberdana îradeyê ye; aştî jî parastina îradeya xwe û lêgerîna rêya hevjiyanê ye.
Bersiva “teslîmbûn” ê bi çend gotinan
Kesên ku entegrasyona demokratîk wekî “teslîmbûn”, “şikestîn” an jî “tasfiyeya têkoşînê” dibînin, têkoşînê di nav amûr û demekê de dihêlin.
Li gorî vê nêzîkatiyê, paşveçûna çekan wekî paşveçûna têkoşînê tê xwendin. Ev nêzîkatî siyaseta ku tenê di bin siya hêza leşkerî de tê dîtin teng dike.
Ji ser klavyeyê ragihandina “teslîmbûnê” hêsan e. Zehmetî ew e ku hêza ku di salên têkoşînê de hatiye afirandin di şert û mercên nû de bibe destkeftiyên siyasî û qanûnî ku paşeroja gel ewle bikin.
Daxwaza domandina şer jî hêsan e. Lê kesê ku dixwaze şer bidome, li hemberî hemû bedelên ku civak dê bide berpirsyar e.
Heke hêza gel tenê bi çekên di destê wî de bê pîvan, gel bi çekan ve tê girêdan. Ev nêzîkatî aqilê siyasî, îradeya civakî û ezmûna dîrokî ya gelê kurd kêm dinirxîne.
Her paşveçûnê wekî şikestin, her danûstandinê wekî tawîz û her lêgerîna aştiyê wekî teslîmbûn dîtin, qada siyasî teng dike. Têkoşînek ku nikare li gorî şert û mercên nû xwe nû bike, ne tenê pirsgirêka hêzê, lê pirsgirêka aqilê siyasî ye jî.
Gelê kurd ne mecbûr e ku paşeroja xwe di dorhêla şerê bêdawî de bigire. Hêza rast ew e ku hêza têkoşînê ya di şertên şer de hatiye afirandin bê veguhastin bo azadî, wekhevî û statûya gel a siyasî.
Qada sereke ya têkoşînê di qonaxa nû de
Piştî qonaxa leşkerî, qada têkoşîna siyasî firehtir dibe. Siyaset, qanûn, makezagon, perwerde, ziman, rêveberiyên herêmî, rêxistinbûna demokratîk û temsîla siyasî dê bibin qadên sereke yên vê têkoşînê.
Îro pirsên derbarê paşeroja avahiyên leşkerî tenê nekin navenda nîqaşê. Awayê avakirina Sûriyeya nû û cihê kurdan di vê pergala siyasî de dê bibe mijara sereke.
Ma kurd dê wekî civakeke bêdeng û bêstatû bimînin, yan dê bi nasnameya xwe wekî gelekî wekhev û avaker cih bigirin?
Beşeke girîng a têkoşînê dê ji niha û pê ve li ser vê zemînê were meşandin. Siyaseta kurdî di qonaxa nû de bernameyeke demokratîk dixwaze. Nasname, mafê zimanê dayikê, rêveberiyên herêmî, temsîla siyasî û mafên civakî bi armancên zelal, pêkanî û garantîkirî tên destnîşankirin.
Têkoşîn naqediye, zemîna xwe diguhere
Daxuyaniya Mazlûm Abdî ya 25ê Tebaxê deriyê qonaxeke nû ya siyasî ji bo kurdan vekiriye. Bidawîbûna mîsyona HSDê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe ne bidawîbûna têkoşîna gelê kurd e. Karê îro yê sereke ew e ku hêz û destkeftiyên têkoşîna berê bên veguhastin bo qada siyasî û qanûnî ya qonaxa nû.
Di vê çarçoveyê de, entegrasyona demokratîk dikare ji bo gelê kurd bibe yek ji destkeftiyên siyasî yên girîng ên têkoşîna dehsalan. Hêza ku di salên têkoşînê de hatiye afirandin, dikare di qonaxa nû de veguhere maf, statû û garantiyên siyasî û qanûnî.
Lê ev yek tenê wê demê dikare bibe destkeftiyek rastîn ku nasname, ziman, iradeya siyasî, rêveberiya herêmî û mafên civakî yên gelê kurd bi qanûn û makezagonê bêne parastin.
Heke entegrasyon bibe navendîkirineke ku armanca wê helandina kurdan e, li hemberî wê rawestan pêdivî ye. Lê heke kurd bi nasnameya xwe wekhev beşdarî avahiya siyasî ya hevpar bibin û Sûriyeya nû ber bi demokratîkbûnê ve biçe, wê demê vê pêvajoyê wekî “teslîmbûn”ê nîşankirin ne rast e.
Serkeftina rast ew nîne ku gel heta hetayê di şer de bimîne. Serkeftin ew e ku gel bi parastina nasname, ziman û îradeya xwe siyasî bikaribe paşeroja xwe bi azadî û wekhevî ava bike.
Entegrasyona demokratîk devjêberdana destkeftiyên gelê kurd nîne; ew guherîna qada têkoşînê ye: ji qada çekdarî ber bi qada siyasî ve.


