Endamê defakto yê peymana Mekkeyê
Belkî îro ev korîdora Serokê Amerîkayê Donald Trump bê wate bixuye. Dibe ku hinek vê bûyerê wek bûyereke ji rêzê destnîşan bikin. Lê ne wisa ye.

Gotineke filaş a tirk heye û wiha dibêje: “Du dewlet û yek millet.” Bi vegotineke din; Tirkiye û Azerbeycan du dewlet in lê azerî û tirk yek millet in. Ev pênase hestê nijadperest ên tirk zêde-zêde dinepixîne û wek “girêkeke kor” nijadperest ên tirk û azerî dikelijîne. Ev kelijandin ji bo civakê berbihev bîne rêbazeke klasîke û bi têra xwe jî bibandor e.
Di pratîkê de hişmendiya “Du dewlet û yek millet” ji bo cografyeya Tirkiye û Azerbaycanê jî di meriyetê de ye. Ev di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de derket holê. Di şer de Ermenistan têk çû û Qarabax 20ê Îlona 2023an de ket destê Azerbaycanê. Mijara têkçûna Ermenistanê ji têkçûna welatekî zêdir encaman aşkera kir. Rusyayê di vê têkçûnê de dît ku sînorê têkçûnê di sînorê Qerebaxê de nasekine. Baş zane ku ev têkçûn daxwazên Turan digijgijîne. Lê Rusya ji ber konjoktura şer a bi Ukraynayê re vê encamê di nava bêdengiyê de dihêle.
Lê Îran têkçûna Ermenistanê û serketina Tirkiye û Azerbaycanê wek bingeha têkçûneke di nava sînorê xwe de hîs dike. Ev encam li ser erdê û hêza demografiya li herema mijara gotinê dertê holê. Gotinên xweş û niyeta baş nikare vê rastiyê ji holê rake. Îstîsna ne têde cografya û demografî li ser siyasetê ava nabe. Lê siyaset li ser cografya û demografiyê ava dibe. Bi gotineke zelaltir; Berjewendiyê demokrafiyê û konjoktora cografyayê reng dide siyasetê.
Îran welateke kevnar û bi tecrube ye. Bandora van her du hêzên şênber baş zane û di piratîka wî de jî ev baş tê dîtin. Wek gotina bi nav û deng a dapîr û bapîrê kurdan “diz û xwediyê malê li hev aşkerane.” Lê ji ber hesasiyetên pêştir deng li hev nakin. Îran zane ku serketina li Qerebaxê hestên avakirina Azerbaycana Mezin geş û gur dike.
Ji bo têgihîştina vê mijarê hêsantir bike, divê eleqeya Korîdora Trump, ango Korîdora Zengezurê ya di 8ê Tebaxa 2025an de hat vekirin di nava vê şîroveyê de bê bibîranîn. Trump çima hat û li ber deriyê Qafkasyayê korîdor vekir? Kiryarên Trump bi cîhanê daye fêmkirin ku bê berjewendiyên xwe gunehê xwe jî nade kesî. Belkî îro ev korîdora Serokê Amerîkayê Donald Trump bê wate bixuye. Dibe ku hinek vê bûyerê wek bûyereke ji rêzê destnîşan bikin. Lê ne wisa ye. Trump baş zane ku vekirina vê korîdorê ji aliyê Amerîkayê ve herî hindik bi qasê serkeftina şer de ya li dijî Îranê girîng e. Ev der êdî heta 100 sal paşê ya Amerîkayê ye. Av der erdê Amerîkayê ye û di ser Ermenistan û Azerbaycanê de dibe sînordaşê Rusya û sînordaşê Îranê. Tişta ku Amerîka nikaribûn di xewna xwe de bibîne di enacama şerê Qerebaxê de bi dest xist. Ev geşedan li hesabê Ermenistan û Azerbaycanê tê. Hesabê Tirkiyeye jî tê. Lê Rusya û bi taybet jî Îran ji ber vê zêde-zêde bifikar in.
Tişta ku mutefêkên Amerîkayê yên wek Bahreyn, Katar, Kuweyt, Siûdî, Urdun û Mîrîtiyên Hevgirtî yê Ereb nikaribûn bi dewlemendiya petrolê bikin, di encama şerê Qarabaxê de li ber deriyê Qafkasyayê û li ser sînorê Îranê pêk hat û Amerîka bu sînordaşê Îranê. Ji vî jî wêdatir têkiliya Îranê ya di ser Ermenistanê de bi Rusyayêre çê dikir jî têk çû. Îran anha tenê di ser Derya Hazarê de dikare têkilî bi Rusyayê re çêke. Geşedanên pêk tên destnîşan dikin ku danîna vê têkiliya bi Rusyayê re jî di demên pêş de di nava xetereyê de ye.
Trump di ser Korîdora “tifaqa” bê nav di navbera Ermenistan, Azerbeycan û Tirkiyeyê de çêkir. Ev berya Peyman Parastinê ya Mekkeyê pêk hat. Li gor berjewendiyê Amerîkayê û Trump di hedefa van her du geşedanan de jî lewazkirin û têkbirina Îranê heye. Pir aşkeraye ku piştî avakirina Korîdora Trump, dostaniya Trump a bi Erdogan re zêter bû û Trump di her axaftina xwe de Erdogan zêdetir biriqan e.
Balkêşe ku kes qala dostaniya navbera Azerbaycanê û Îsraîlê nake. Kes qala têkiliyên Tirkiyeyê ya di ser Azerbaycanê de bi Îsraîlê re pêk tê nake. Kes qala vê “tifaqa” stratejîk a li ber deriyê Qafkasyayê û li ser sînorê Îranê hatiye avakirin nake. Kes nabêje Peymana Hevkariya Mekkeyê berdewama pirojeya Trump ya Korîdora Trump e. Kes qal neke jî herkes baş zane ku çêkerê van her du geşedanan jî nasdike û ew jî Amerîka û Serokê Amerîkayê Donald Trump e.


