Emerîkayê agirê şer dada û ji Iraqê vekişiya
Ya girîng hêza navxweyî ye. Hêza gel ya navxweyî ji bo parastinê nebe nabe. Mînaka Erebîstana Siûdî li ber çavan e. Li gel ku derfetên herî mezin di destê wî de heye jî bi leşkerên berhevkirî yên bi pereyan tu ancamên berbixêr bi dest naxe.

Di 30ê Îlona 2026an de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişand. Piştî vekişinê li heremê valahiyeke siyasî û leşkerî derket holê. Mijara herî sereke dê ev valahiya siyasî û leşkerî çawa bê dagirtin û hevsenga li heremê dê çawa bê sazkirin e.
Îran û hêzên wekîl yên Îranê vekişîna hêzên leşkerî yên Emerîkayê bi şahiyên serkeftinê pîroz kirin. Van hêzan dixwazin valahiya siyasî û leşkerî ya derketiye holê li gor berjewendiyên rejîma Îranê û ritûelên şîatiyê organîze bikin. Ji bo vê gelek derfet jî derketine holê û di vê çarçoveyê de van hêzan lez dane xwe.
Li Yêmen û Bendava Bab el-Mandeb ê pêşketin û serketina Husiyan, li Lubnanê têkneçûna Hizbûllahê, neketina rejîma Îranê û vekişîna DYAyê ya ji heremê ji bo Pastarên Îranê û hêzên wekîl ên Îranê bingehên moralê ne. Pêkane ku li ser vê encamê hin desthilatdarên wek Iraq û Ummanê jî li gor vê geşedanê xwe ber bi siyaseta rejîma Îranê ve bidin.
Ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve rengê rewşê şêlûtir e. Emerîka û Îsraîl di şerê li dijî Îranê de bi ser neketin. Rejîma Îranê derbên giran xwar lê rejîm neket. Ev encam prestîja Emerîkayê ya li heremê û li cîhanê hejand e. Di vê atmosferê de bandora Emerîkayê ne tenê li ser Îran û wekîlên Îranê yên li heremê lewaz bû; bandora Emerîkayê li ser welatên li heremê, bi Emerîkayê re tevdigeriyan jî lewaztir bû. Baweriya Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Mîrîtiya Hevgirtî ya Ereb, Katar, Kuwet, Uman, Urdin, Iraq, Suriye, Tirkiyey û hwd. jî ji siyaseta Amerîkayê ya li heremê pir kêm bû. Ji ber vê ye ku welatên li ber Emerîkayê bûn ne ewqa rehet in. Ev rewşeke nû ye. Hêzên li heremê jî hewl didin li gor rewşa nû siyasetê birêsin. Xebata lêkirina Peymana Parastina Mekkeyê ji vana yek e. Her çiqa pêşengiya mijarê Erebistana Siûdî bike jî ev piroje ne tenê pirojeya parastina Siûdîye. Ev piroje li heremê pirojeya parastina siyaseta nû ya Emerîkayê ye jî. Emerîka hewl dide bi vê pirojeyê li dijî Îranê bi serkeve. Ev hesab çiqa biserkeve ne diyar e. Her ku diçe hêzên Husî (Ensarullah) derbên giran li Erebîstana Siûdî didin. Ev derbên giran tenê li Erebîstana Siûdî nakeve. Ji Erebîstana Siûdî pirtir li Amerîka û siyaseta Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn jî dikeve.
Li dijî Siûdî serketina Husîyan ne tenê serketina Husiyan e. Ji Husiyan zêdetir serketina Îranê ye û li dijî Emerîka û Îsraîlê destê Îranê xurtir dibe. Morala şer di nava pastarên Îranê û wekîlê Îranê yên li dijî Îsraîl û Emerîkayê şer dikin domîne dike. Mijara herî beloq jî berê senpatiya civaka Îslam ya şîa û sune dide ser rejeîma Îranê. Encama vê dê heta ku biçe ne diyar be jî gelek civaknas destnîşan dikin ku ev dê textê gelek keyayên manarşî yên li Rojhilata Navîn bihejîne.
Vekişîna Emerîkayê ya ji Iraqê û serketina Husiyan rasterast zextê li kurd û Kurdistanê jî dike. Hê Emerîka ji heremê derneketibûn ji Iraq û Îranê êrişên herî zêde li dijî kurdan pêk hatin. Li heremê bi zanebûn kurd û Emerîka ji ber ku li dijî DAIŞê di eniyek de cîh girtin û DAIŞê têk birin wek mutefîkê li heremê tên pênasekirin. Li gel ku di 6ê Çileya 2026an de piştî civîna Parîsê Emerîkayê pişta xwe da kurdan û li ber Şamê û Enqereyê cih girt; li gel ku kurdan di şerê Emerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de li ber Emerîka û Îsraîlê cih negirt jî ev hişmendî neguhêrî. Heta ev bi zanebûn tê sorkirin û dikin sedema êrişê. Ev ne tenê ji aliyê Îran û wekîlên wî ve tên sorkirin. Ev ji aliyê Tirkiye, Suriya û Iraqê ve jî bi heman niyetî tê sorkirin. Bi vê hevkariya antî kurd tê xwestin ku statuya kurdan ya li Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin û rê li ber qirkirina çandî û fîzîkî vekin.
Dîplomasî û desteka ji derve her dem encamên tê xwestin dernaxe holê. Pir caran rê li ber xetereyên meztir jî vedikin. Ev di Rojava de û niha jî xetereya ser Başur de xwe pirtir nîşan dide.
Ya girîng hêza navxweyî ye. Hêza gel ya navxweyî ji bo parastinê nebe nabe. Mînaka Erebîstana Siûdî li ber çavan e. Li gel ku derfetên herî mezin di destê wî de heye jî bi leşkerên berhevkirî yên bi pereyan tu ancamên berbixêr bi dest naxe.
Partî û rêxistinên Kurd siyaseta xwe li ser daxwaza gel ya hevgirtî birêxistin nekin nikarin bi ser bikevin. Li Başûr yekîtiya pêşmerge ji ailiyê seranserê Kurdistanê û Kurdan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. Ne avakirina hikûmetê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdan lewaziya herî mezin e. Banga Hevserokê KCKê Cemîl Bayık ya: “Em ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bê şert amadene û di serî de bi PDKê re û hemu partiyên din re rûnin.” Ev jî ji aliyê gel ve li piyan û bi çepikên ji dil hat pêşwazîkirin. Cîhan jî û gelê Kurd jî dibêje: Hêza ku nikaribe di nava çarçoveya demokrasiyê de hikumet ava bike dê nikaribe li gor daxwaza gel tevbigere û yekîtiya neteweyî jî avabike. Divê ev bê şikandin û her partî siyaseta xwe li ser daxwazê gelê xwe ava bike.
Valahiya leşkerî û siyasî ya piştî vekişîna Amerîkayê li heremê derketiye holê bi vê biryardariya siyaseta gel kontrolkirina wê pêkan e.


