Dolar û Euro rekor li ser rekorê şikandin

Banka Navendî faîza polîtîkayê ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15’ê. Vê yekê jî kir ku lîreya tirk li hemberî dolar hêj bêhtir bêqîmet bibe.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Dolar û Euro rekor li ser rekorê şikandin

Banka Navendî faîza polîtîkayê ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15’ê. Vê yekê jî kir ku lîreya tirk li hemberî dolar hêj bêhtir bêqîmet bibe. Beriya biryara faîzê dolar derdora 23,5 lîreyan bû û nîv saet piştî biryarê jî dolarî 24 lîre derbas kir. Di saetên êvarê de jî dolar derket 25,46 lîreyên tirk û rekoreke din jî derbas kir. Euro jî derket 27,88 lîreyan. Dolar niha bi 25,20 lîreyan û euro jî bi 27,50 lîreyan e.