Keskîn Bayindir: Çareserî nasîna statuya gelê kurd e
6’emin Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dûrişmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve"...
6’emin Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dûrişmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve" dest pê kir. Kongreyê bi srûda “Her ne pêş” û rêzgirtinê dest pê kir. Eywana kongreyê bi alên DBP'ê hatiye xemilandin. Li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên wekî "Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye" , "Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin" û "Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan" hatin daliqandin.
Di kongreyê de Hevserokê dîwanê Dogan Erbaş, polîtîkayên hikûmetê yên şer rexne kir bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştî û demokrasiyê:
Axaftina Erbaş wiha ye: “Salon pir biçûk e. Em di ferqê de ne. Nêzî mehekê hevalê me ji bo salonek mezin ketin nava hewldanên. Lê ji ber ku li salonên mezin cih nedan, hevalê me neçar man ku em li vê salona biçûk vê kongreyê pêk bînin. Em wekî dîvanê ji bo li vê salona biçûk e,em lêborînê dixwazin. Lê cihê me deng e, dilê me fireh e. Têkoşîna hebûna xwe biparêze û azadiyê mezin bike didome. Îro em rastiya şerê ku ketiye roja 4’an de didome. Rastiya ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune’ heye. Em kesên ku li Moskova û gelek welatên cîhanê dibêjin ‘Ev ne şerê me ye, şerê Pûtîn e’ ji dil silav dikin. Di şer de yê êşê dijîn gel in. Îro kesên li dijî şer û diyar dikin ku çareserî bi aştî û diyalogê pêş dikeve me kêfxweş dike. Dema em dibêjin yên li dijî şerê Ukraynayê divê li dijî şerê Efrînê bin jî dibêjin hûn tev li heviyê dikin. Dayikên me dibêjin çi? Dema zarokên xwe dan axê digotin ‘Dil û kezeba me şewitî bila dil û kezeba dayikên din neşewitin.’ Li hemberî dayikên wisa rexneyên ku tên kirin ne rast in. Em li dijî hemû şeran in. Em li dijî hemû êşan in. Dilê me bi kesên li dijî şer in re ye. Sibê 28’ê Sibatê ye. 28’ê Sibatê ji gelek aliyan ve girîng e. Belkî darbe tê aqilê hin kesan. Lê ji aliyê me ve 28’ê sibatê wateyek pir cuda heye. 28’ê Sibatê di heman demê de ger ku pêk hatibûya dê îro gelek pirsgirêk nejiyane. Di heman demê de roja îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê de ye. Di serî de Rêzdar Abdullah Ocalan û hemu kesên keta wan ket vê mutabakatê em tevan silav dikin.” Axaftina Erbaş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.
Erbaş anî ziman ku di aştiyê de lîstik çênabin û wiha lê zêde kir: “Di şer de lîstik çê dibin, lê di aştiyê de lîstik çênabin. Em bang li CPT û hemû rêxistinên din dikin. Demek beriya demekê deriyên Îmraliyê vekin û pirsgirêkê çareser bikin. 24 salin Birêz Ocalan her kêliyên xwe ji bo çareseriya demokratîk dema xwe derbas kir û lê hûr bû. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Divê ev rastiya bê zanîn. Ku neyê zanîn neheqî dibe.
Sibê partiyên muxalefet tên cem hev. Ger ku alîgirê demokrasî û aştiyê ne, divê rastiya îmraliyê jî bibînin û ciddî nêzî Îmraliyê bibin. Yên rastiyê nebînin nikarin pirsgirêkan çareser bikin. “
Di kongreyê de Hevseroka Dîwanê Feleknaz Uca jî anî ziman ku dibe ku cihê wan teng be lê tu nez nikare wan asteng bike û wiha got: “Lê tu hêz nikare pêşiya têkoşîn û berxwedana me bigire. Li ku dibe bila bile em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe bersîva gelê kurd naqete bidin. Gelê kurd li li dijî hemû zilmê serî û çongê danîne.”
Li ser navê Dayikê Aştiyê: “Silavû hurmetê xwe ji were dişînim. Dayikên kezebşewitî hûn tev bi xêr hatin. Li ser navê dayikan ez vê kongeryê silav dikim. Hevî dikim ku bibe wesîleya aştiyê, berdanagirtiyên azadiyê. Dibêjin kurd qediya ne. Tenê bila tenê 2 saetan bepiya kurdan vekin. Wê demê dê hêz û berxwedana kurdan bibînin. Ew çiqas bi ser me de bên em ew qas mezin dibin. Em vê kongerê li dayikan û girtiyên zinanan pîroz dikin. Îro tiştekî em winda bikin tune. Tenê rêyek li pêş me heye, yekîtî yekîtî û yekîtî.”
Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî li ser rola DBP’ê ya Yekîtiya Neteweyî û aştiyê rawestiya. Sancar, anî ziman ku heta aştî li Tirkiyeyê pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve. Sancar, destnîşan kir ku aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê.
Axaftina Mîthat Sancar wiha ye: Ez we hemuyan bi dilgermi silav dikim. Hûn hemû bi xêr hatin cê kongreya bi coş. DBP di tekoşîna demokrasiyê û aştiyê de xwedî cihekî taybet e. Niha kongreya 6’emîn dike. Ez bawer dikim ku dê bi hêzek mezin bimeşe. DBP di heman demê de pêkhateya HDP’ê ye. Wekî pêkhateyên din ên HDP’ê bi fedekarî û biryariyek mezin têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê piştgiriyek mezin daye têkoşîna HDP’ê. Hebûna me, sazîbûna me û meşa me li ser esasê pircure, pir bawerî, pir ziman û vîna xurt hatiye avakirin. Yekîtiya me bi hêza gel pêk tê. Li her derê û her demê li dijî mirinê, li dijî şer, hêza me ya herî mezin gelê me ye. DBP di nava HDP’ê de berpirsiyariyên taybet digire ser xwe. Yek jê jî berpirsiyariya Yekîtiya Neteweya Kurd e. Rolek mezin daye ser xwe û pêk tîne. Xebatên taybet ên DBP’ê hêjayî pîrozkirinê ye. Gelê kurd li her derê bi polîtîkayên înkar û polîtîkayên tecrîdê re bi rû ye. Rêveberên gel li dijî van polîtîkayan xebatên Yekîtiya Neteweyî pêş dixin. Li dijî polîtîkayên înkar û tecrîdê Yekîtiya Neteweyî mecbûrî û pir girîng e. Divê tu kes hincetan nîşan nede û ji bo yekîtiya neteweyî bi lez û bez berpirsiyariyê bidin ser xwe. Li Tirkiyeyê heta aştî pêk neyê demokrasî pêk nayê. Ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe. Têkoşîna aştî ne tenê berpirsiyariya herêmekê ye. Werin em bi hevre ji bo aştiyê biqîrin. Aştî hema niha û li her derê lazim e. Li dijî têkoşîn û rêxistina me êrîşek pir mezin heye. Lê li dijî vê yekê vîn û baweriyek me ya pir xurt heye. Li girtîgehê hevalên me wekî dîlgirtiyên siyasî tên girtin. Têkoşîna azdiyê ji bo yekîtiya gelan têkoşînek nebe nabe ye. Têkoşîna azadiyê ji bo rûmeta gelê kurd nebe nebe. Têkoşîna azadiyê ji bo hemû hemû girtiyên siyasî bên berdan nebe nabe. Em tu carî ji têkoşîna azadiyê tawîzê nadin. Em bi serbilindî meşa xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê didomînin. Baweriya me tam


