Diyarkirina pêşerojê
Krîza pergalî ya ku îro li cîhanê heye, êrişeke rasterast e li ser nirxên komunal ên ku li dora jinê teşe girtine. Sîstema kujer a modern, çavê xwe berdaye xweza, aborî, ax û jinê. Di encamê de, civakek tê afirandin ku ji cewherê xwe hatiye dûrxistin, rûbirûyî koletiyeke kûr hatiye kirin û di nav ezperestiyê de hatiye eciqandin.

“Hişê ku li gorî şer û pevçûnê difikire û hişê ku li gorî avakirinê difikire ne yek in.”
Rêber Apo
Civîna NATOyê jî hat pêk hat. NATO xwe weke 3.0 ji nû ve bi rûxistin dike û mîmariya xwe ya şer ji nû ve ava dike. Dê gelek bê nîqaşkirin û nirxandin. Lê divê em bizanibin ku em jî weke gelê kurd bi pêşengiya Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û rêxistinên xwe mîmariyeke nû; mîmariya aştî û civaka demokratîk înşa dikin.
Di serdemeke wiha de ku cîhan di bin dorpêça polîtîkayên ultra-neteweperest, faşîst û zayendperest de dinale, Rojhilata Navîn careke din dibe qada şerên parvekirinê yên hêzên hegomonîk. Armanca bingehîn a van desthilatên ku ji aliyê hêzên serdest ve tên destekkirin, talankirina çavkaniyên jiyanê, karker û sarmayeyê ye. Ji bo vê armancê, ew amade ne ku qanûn û destûra xwe bixwe jî binpê bikin. Di nav vê geremola şer de ku herêmê dişewitîne, banga herî watedar a sedsala 21ê, bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê sibatê ye. Ev bang, her çend di cewherê xwe de berpirsyariyeke dîrokî bide ser milê Tevgera Azadiyê jî, di esasê xwe de ji bo gelên Tirkiye û herêmê deriyên jiyaneke hevpar, demokratîk û azad vedike.
Krîza pergalî ya ku îro li cîhanê heye, êrişeke rasterast e li ser nirxên komunal ên ku li dora jinê teşe girtine. Sîstema kujer a modern, çavê xwe berdaye xweza, aborî, ax û jinê. Di encamê de, civakek tê afirandin ku ji cewherê xwe hatiye dûrxistin, rûbirûyî koletiyeke kûr hatiye kirin û di nav ezperestiyê de hatiye eciqandin. Sersebeb jî ne însanên xerab in. Ji ber ku mirov xerabiyê dikin nikare ji xiraban gazincê bike. Sersebeb ew kes in ku li hemberî xerabiyê bêdeng dimînin û tiştekî nakin. Lazim e em vê qebûl bikin. Îcar çalakiya çekşewitandinê ya 11ê tîrmehê nîşan da ku li dijî "xerabiya rêxistinkirî" ya ku îro desthilatdar dimeşînin, bersiva herî xurt û rastîn têkoşîna aştiyê ya rêxistinkirî û avakirina alternatîfan e.
Ji bo ku ev hişmendiya avakirinê di pratîkê de bi pêş bikeve, pêwîstiya me bi şoreşeke ramanî, civakî û siyasî heye ku jin pêşengiya wê bikin. Rêya herî rastîn a vê yekê jî di avakirina komunan de derbas dibe. Li dijî tundî, tirs û zextên ku dewletê di nav jiyanê de belav kirine, komun wê civakê hînî pergala hevpar a biryardanê, xwedîderketina li nirxên exlaqî-polîtîk û parastina mafên xwe bikin. Civakek ku li ser bingeha komunan xwe birêxistin dike, dikare desthilatdariya pragmatîst neçar bike ku gavên rasteqîn bavêje.
Dîroka komarê ku li ser înkar û tunekirina kurdan hat avakirin, di wijdanê civakî de birînên kûr vekirine û gelê kurd xistiye bin qirkirineke sîstematîk. Dema em li dîrokê dinihêrin, beriya qetlîama ermenan, gava Împaratoriya Osmanî ket şer, hinek jinan li Stenbolê dengê xwe li dijî şer bilind kir, lê ji ber ku ne rêxistinkirî bûn, bandoreke mezin çênekir. Di encamê de, trajediyeke mezin ku birînên wê hîn jî sax nebûne û jehra netewe-dewletê derket holê. Di destpêka salên 1900î de, ger dengê jinan bêhtir rêxistinkirî û bi hişmendî bûya, dibû ku sedsala 20î bibûya sedsala azadiya jinê. Lê îro, sedsaleke din a wendakirinê ne ji bo jinan û ne jî ji bo gelan nîne. Erka sereke ya herî pîroz a jinan e ku vê hişmendiya dewlet-mêr a hişk biguherînin û komareke ku xwe dispêre demokrasiya rasteqîn ava bikin.
Lê belê, dema em li helwesta desthilatdariyê ya vê salê dinihêrin, em dibînin ku gavên dîrokî tenê yekalî hatine avêtin. Zimanê medyayê hîn jî vê pirsgirêka sedsalî di nav têgiha "Tirkiyeya bêteror" de asê dike, ku ev bixwe nîşaneya dewamkirina hişmendiya înkar û tunekirinê ye. Avakirina hin komîsyonan her çend watedar be jî, ji daxwaz û hewcedariyên cidî yên vê pêvajoyê pir dûr in. Di ser çalakiya çekberdanê re salek derbas bû. Lê çima hîn jî qanûnên pêwîst li meclisê nayên derxistin? Desthilata ku her roj ji bo berjewendiyên xwe bi dehan "torbeyên qanûnan" çêdike, çima dema mijar dibe paşeroja gelan gavan bi paş de diavêje? Ev pêvajo, nikare bibe qurbana hesabên hilbijartinê yan jî konjonktura navneteweyî.
Kurdên ku li ser axa xwe û welatê xwe ne, berpirsyariya xwe bi cih anîn; niha pirs ev e, "Aqilê dewletê li ku ye?" Gelo dewlet dixwaze sedsala nû ya komarê bi demokrasiyê tacîdar bike, an dixwaze bibe parêzvan û qereqola pêşî ya hêzên hegemonîk ku cîhanê parve dikin? Senaryoya duyem, wê Tirkiyeyê ber bi parçebûneke kûrtir û krîzeke aborî-siyasî ya mezin ve bibe. Heke armanc rizgarbûna ji şer û talanê be, divê qanûnên ku li ser înkarê hatine avakirin demildest bên guhertin. Rêya vê yekê jî di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibe; da ku weke sermuzakerevan bikaribe bi hemû beşên civakê re têkiliyê deyne.
Her wekî din, divê astengiyên li pêşiya jinan û hêzên demokrasiyê bên rakirin. Paşeroj ne di destê pasifîzm, ezperestî û teslîmiyeta li pêşberî hişmendiya zilam-dewletê de ye. Paşeroj di destê civakê bi xwe de ye. Formuleke tenê tune ye lê gava yekem diyar e; xwebirêxistinkirin.


