Diyalektîk û felsefeya di navbera ‘xem’ û ‘şadî’yê de
Pirtûka ‘Xemşadî’ vegotinek e ku li dijî feraseta bindestiyê, dîskûra baviksalariyê û siyaseta bişaftinê, têkoşîneke bêsînor û serhildaneke bêşert û merc radixe ber çavan.

Pirtûkên otobiyografîk ên di wêjeya kurdî de, ji xêzkirina portreyên kesane wêdetir, wekî belgeyên sosyolojîk, polîtîk û hilgirên bîra civakî derdikevin pêş. Di heman demê de, mirov dikare bêje ku cureyê otobiyografiyê di nav weşangerî û wêjeya kurdî de hîn jî mîna rûberên kêmwêneyî û xezîneyên kêm in û nedîtî ne.
Berî ku berhema bi sernavê ‘Xemşadî’ ya Dayika Zekiye Ayata Alokmen bi weşanên Aryenê ronahiyê bibîne, derfeta min a xwendinê çêbû. Ji gava yekem a ku min rûpelên wê qulipandin, min xwe di nav hestbûneke kûr de dît; bi xwendinê re min di kûrahiya dilê xwe de carna hêsir barandin, carna tijî qehr bûm, carna dilşa bûm û bi her xwendinê re min li ber xwe da. Di encama vê rêwîtiya ramanî de, ez gihîştim wê qanihbûnê ku ev pirtûk û hebûna Dayika Zekiye, mînaka herî resen û zindî ya vegotineke xwerû ya jinane ye. Ew vegotinek e ku li dijî feraseta bindestiyê, dîskûra baviksalariyê û siyaseta bişaftinê, têkoşîneke bêsînor û serhildaneke bêşert û merc radixe ber çavan. Her gotineke ku di kûrahiya jiyana Dayika Zekiye de cih digire, di nav sînorên siberoja jiyana kurdewar de, bi rêbaza rexneya wêjeyî re dibe hewldana fêmkirina asîmîlasyona li ser nasnameya jinê û perspektîfeke kûr a li ser çawaniya avakirinê ya mîtolojiya ‘Jina Azad’, û wekî hîmê kiryarên encamgir ên têkoşîna azadiyê, xwe pêşkêşî ramana mirov dike.
Dayika Zekiye wek portreyekê ye ku ji diyalektîk û felsefeya hebûnê ya di navbera ‘xem’ û ‘şadî’yê de hatiye sêwirandin, bi kiryarên xwe yên civakî hebûneke nû afirandiye û xwe bi encamên têkoşîna jina azad daye qebûlkirin. Di wêjeya nûjen de, bîranîn her çend vegera ber bi tarîtiya rabirdûyê ve xuya dibe jî, di vê pirtûkê de em dibînin ku ew hewldana jinûveavakirina nasnameya civakî ya bi rêya nasnameya jinê ye. Dayika Zekiye, ne tenê kronolojiyeke hişk a jiyana xwe pêşkêşî xwendevanan dike; ew paradoksa hebûna jina kurd di bin sîwana têgiha ‘Xemşadî’ de wekî felsefeya hebûnê dinexişîne. Ew di destpêka gotina xwe ya ewil de wiha diqîre û dibêje:
‘Min pir xem kişand, êşiyam. Derd û kulên dinyayê yanî yên jiyanê her û her ez diesirandim, dieciqandim, dipelaxtim. Li welatekî bindest, mêtingeh li Kurdistanê dijiyam, dijîm. Jin bûm, jiyana baviksalar, paşverûtî, paşdemayî, dinyanedîtî ez dibelihandim, divê bifirya û bifilîtîbûma… Jina malê bûm; keda min nedihat dîtin jixwe, ev aliyên min ên tarî, xêrnedîtîbûn. Ne bes e, sêwî bûm; bav û dê zû emir dan haziran, ap-xal-met-metik, pismam, dotmam nîn in. Ez û xwişkek xwe wisa li hemberî jiyana malkambax, stûxwar!.. Ên ku hene dûr û bela…’
‘Şad im; min rêyek, hevalek û bi hezaran heval û hogir dîtin. Bi wan re dijîm, têdikoşim, habûna xwe, azadiya xwe diafirînim. Serbilind, hêvîdar û têkoşer im!’
Bi van gotinan re, ew aşkere dike ku cewherê jiyana wê ne tenê peyveke asayî, lê belê hevbendiya ‘xem-şadî’yê ye; ango ‘Xemşadî’ ye. Em li vir tê digihên ku ev berhem, hewldana fêmkirina trajediyeke civakî û şahiyeke polîtîk e ku di nav agirê sînga wê de hatiye parastin. Ev diyalektîk, di bingeha xwe de, reaksiyona psîko-sosyolojîk a li dijî pergala bindestiyê ye.
Di dema xwendina pirtûkê de, em têdigihîjin ku jiyana Dayika Zekiye ne tenê çîrokeke xweser û serbixwe ye; ew di heman demê de neynika serdem, çand û birînên kûr ên civakekê ye. Dîroka tevgera azadiyê ku di pêvajo û merheleyên herî dijwar re derbas bûye, bêyî vê şahidiyê kêm û sêwî dimîne. Ev berhem dibe mînakeke herî berbiçav a vê rastiyê. Dayika Zekiye jiyana xwe di navbera du hevbestên dijber ên wekî xem û şadiyê de dihûne û bi rêya vê çîroka herikbar, portreya rûmetdar a jina kurd xêz dike.
Em di her rûpelê de rastî êşeke kûr (xem) tên; ji ber ku bindestî û zilm li wir serdest e. Di heman demê de, dema ku ew malbata xwe yek bi yek wenda dike, bi tenê dimîne, bêxwedî û bêkes di nav sînorên hişk ên bajaran de diçe û tê, ev xem girantir dibe. Lê belê, ligel vê xemê, ‘şadî’ jî her tim wekî sîberekê bi wê re ye; ji ber ku li wir berxwedan, hişyariya neteweyî, piştgiriya şoreşgerî û avakirina qadên jinan hene ku hêviya azadiyê zindî dikin. Ew hem li hember pergala serdest a mêr û dewletê, hem jî li hember astengiyên jiyana rojane têdikoşe. Ev têkoşîneke dualî ye ku ti carê ji hev naqete; di vê pêvajoyê de dilê wê dibe perçeyek ji ceger û polayê.
Tişta ku herî zêde bala mirov dikişîne, ji têkoşîna asayî ya li hember jiyanê wêdetir, serhildana li dijî pergala serdest û neqebûlkirina bindestiyê ye. Gav bi gav, em di nav bîranînan de rûbirûyî fîgûrên dîrokî yên wekî Mehşo (Fermandar Egît), Mazlûm Dogan, Heqî Karer, Ferhat Kûrtay, M. Emîn Aslan û gelek şehîdên din dibin. Berxwedana Şikestûnê, ruhê Biloka, Guleya Yekem, pîrozkirina 8ê Adarê û Newrozê ku tê de bûk û zava berê xwe didin qadên azadiyê, di pirtûkê de bi zimanekî hêsan dertên pêş. Li dû van, Wedat Aydin, gelek şehadetên din û ya herî li ber çavan, şehadeta Kendal tê. Ew şehadeteke wisa ye ku hîn jî Firat li Nisêbînê, li ser şopa Kendal, çiyayê Bagokê gav dike. Her wiha, bi serkêşiya Leyla Zana damezrandina yekem komeleya jinan li Amedê jî wekî rûpeleke zêrîn di bîranînan de cih digire û nayê jibîrkirin.
Ev pêvajoya ku di 50 salên dawîn de tevgera azadiyê tê re derbas bûye û Dayika Zekiye şahidî jê re kiriye, mîna manifestoyeke kurt felsefeya veguhastina ‘jina malê’ ber bi ‘jina azad’ ve radixe ber çavan. Ew diyar dike ku di vê rêyê de wendakirin ne xala esasî ye; ji ber ku ya girîng, berxwedana domdar û pêşveçûnên civakî ne.
Wekî encam, ‘Xemşadî’, di cewherê xwe de, diyarîkirin û fedakirina jiyanekê ye ji bo Tevgera Jinên Azad û têkoşîna gelê kurd. Dayika Zekiye, bi zimanekî sade lê xwerû, bi hestên kûr lê rûmetdar, nîşanî me dide ku mirov çawa dikare ji nav xweliyên ‘xemê’, tovên jiyanî yên ‘şadiyê’ û azadiyê biafirîne. Ev berhem, di asta giştî de şahidiya zindî ya serhildana gelê kurd û jinên kurd e û di asta taybet de jî bîranîna berxwedana bêhempa ya Dayika Zekiye ye. Bi vê yekê, ew ji objektîfeke bêdeng ber bi subjektîfeke polîtîk ve gavan diavêje û di ronesansa kesayetiya xwe ya otobiyografîk de, felsefeya jiyana azad bi me dide hînkirin. Ji ber vê yekê, otobiyografiya Dayika Zekiya û pirtûka ‘Xemşadî’, wekî metneke felsefî-wêjeyî, herî zêde hêjayî xwendin û fêmkirinê ye.
Keda Mamoste û gelek tiştên din jî, bila li benda xwendevanên ‘Xemşadî’yê bin.


