Divê pergal entegreyî demokrasiyê bibe

Civaka demokratîk, ev şaristanî ye, hem jiyana însanî û wekhev, hem dîrokçeyek însanî û hevpar pêşniyaz dike. Ev jî tê wateya guhertina sîstema netewe-dewletê. Lewma entegrasyona dewletê bi demokrasiyê û şert û mercan re nebe nabe ye.

•
1 deqe xwendin
Divê pergal entegreyî demokrasiyê bibe

Entegrasyon, gotinek teknîkî ye, lihevkirina koçberan bi sîstemê re ye. Ewropa, ji bo koçberên ji welatên cuda têne welatê wan, bi mercên yekbûna bi civaka xwe re gotina entegrasyonê bi kar tînin. Koçber jî biyanî ne, ne ehlê wî erdî ne. Ji bo di her alî de têkildarî civaka wan bibin, entegrasyonê, yanî şertê jiyanek li gorî civaka xwe datînin pêşiya koçberan.

Gelek kes, entegrasyon û asimîlasyonê bi hev re bi kar tînin. Entegrasyon di çarçoveya sosyolojîk de jî nayê nirxandin. Lewma mijara me ne entegrasyona Ewropa û koçberan e. 

Li Tirkiyeyê, yanî li bakurê Kurdistanê, li Suriye, yanî li Rojava, li Iraqê, yanî li Başûr, li Iranê, yanî li Rojhilat kurd ne koçber in. Ehlê cih in, welat, erdê wan e. Sed sal in şerê parastina erda xwe, çanda xwe, dîroka xwe dikin. Di encama şerê nîvsedsalî de, ev qonax bidestxistine û çareseriyek sosyo-polîtîk dixwazin. Muxatabê wan jî dagirkerên welatê wan in. Rewşek dramatîk e, lê rast-sahîh e. 

Lewma, kes nikare, entegrasyona li derî çarçoveya zanista sosyolojîk ji bo kurdan bi kar bîne. Aştî û civaka demokratîk, ji şêwaz û sînorê entergrasyonê dûr e û ji wateya wê jî cuda ye. Ji bo vê jî, kurd û Tevgera Azadiya Kurdî, çareseriyê, ne di wateya ferhengî ya entegrasyonê de, di wateyek sosyo-polîtîk de dibîne. 

Dubare dikim; pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ne babeta entegrasyonê ye, babeta guhertin, cemahîrî û demokrasiyê ye. 

Rêber Abdullah Ocalan, berê jî û di serdema destnîşankirina pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî, bal kişande ser têkiliyên dîrokî yê hezar salî ya gelê tirk û kurd. Ev têkiliya dîrokî, ji serdama Selçûkî, Dewleta Merwanî û mîrekîtiyên kurdan dest pê dike. Lewma “Aştî û Civaka Demokratîk”, tekîliyek felsefeya dîrokî, diyalektîka determînîzma dîrokî û sosyolojîk e; ji wateya ferhengî ya entegrasyona ji bo koçberan û jiyana rojane gelekî cuda ye. Erê jiyana hevreyî ye, lê ne asîmîlasyon, helandin û lihemkirin e. Aîdiyet, nasname, perwerdehiya zimanê dayikê, parastina ziman, parastina çand û rêveberiya herêmê cuda ye!

Ev jî têkildarî diyalektîka tez-antîtez -sentezê ye.

Di şerê nîvsedsalî de rê hatibûne xitimandin. Gelek agirbest hatin îlankirin, hevdîtinên ji bo çareseriyê û pêvejoyên ji bo çareseriyê jî hatin destpêkirin. Mutabaqata Dolmabahçeyê, li ber encamê bû, desthilatdariya AKPê û yekperestan, mase quliband. 

Redkirina Mutabaqata Dolmebahçeyê, dihate birîna dara jiyana gelên li Tirkiyeyê. Armanc ew bû ku herka çemê dîrokê biguhere. Kîn û xwîn zêde kirin, ahenga jiyanê têk birin, nîzam xerab kirin, nakokî kûr kirin, jiyana hevreyî ya gelan têk birin, sîstema nasyonalîst-otorîter, bi gotina Ibn-î Haldûn kirin “ateş-î sûzan” û gelê tirk, kurd û yên din avêtin nava wî agirî.

Aqilên ku xeşîmên tarî ronî dikin tev berteref kirin, rêyên çareseriyê jî xitimandin.

Rêber Apo, neşter li birînê da, rêyên hatibûne xitimandin vekirin, gorîfa xerboqî ya rîs ji hev vekir. Weke Skenderê Makedonî, şûr li Girêka Gordiumê da, bi hişmendiyek feylesofî û berpirsyariyek dîrokî, bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Ev vekirina rêya çereseriyê pirsgirêka dîokî bû. 

Ji bo vê jî, divê dewlet û desthilatdarî gotina “sedsala komarê ya bêteror” terk bikin; pirsên; “Em ji kîjan qonaxe hatin qonaxa îro; em li ku ne û em ê di paşerojan de bigihîjin ku derê?” ji xwe bikin. Eger li bersiva van pirsan negerin, pirsgirêka kurdî di destê “Konseya Ewlekariya Neteweyî”de bimîne, zor e ku pirsgirêka kurdî çareser bibe.

Erka Konseya Ewlekariya Neteweyî, ji erka parlamentoyê Enqereyê mezintir nîne. Mesele, erdheja maddî û manewî ye, aqil û têgihiştina diyalektîka dîrokê ye. Êdî dîwarê pûtperestî û fetîşan, hem dîwarê netewparêzî û yekperestiyê hatine herifandin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li herêmê û cîhanê “ant-î santralîzm” serdest bûye. 

Nexşeya “aştî û çareseriya demokratîk,” bi xwîna mirovan hatiye amade kirin, serdema xewnan têk çû, fikra metfûnkirina di gora betonî de jî hatiye berterefkirin. Lewma û pêwîst e, divê sîstema dewletê ya sedsalî, li gorî gelan-cemahîr, li gorî nirxên demokrasî ji nû de werê dizaynkirin. Entegrasyona rast ev e û di çarçoveya sosyolojîk de ye. Ev jî bi qanûnên demokratîk û destûrnameya demokratîk dikare çêdibe. Komîsyona meclisê ji bo vê yekê hate avakirin, di encamê de qanûna çarçoveyî derket holê. 

Çarçove gotinek kurdî ye, çar aliyên wê girtî ne, nava wê vala ye. Pêwîst e nava “çarçove”yê, bi entegrasyon-guhertina sîstema dewletê were dagirtin. Entegrasyona sîstema dewletê, şoreşek mezin e û bi qasî şoreşa Frensayê wê bandorê li herêm û cîhanê bike, 

Gotina “Sedsala Komarê ya bêterorê” têra dagirtina vê çarçoveyê nake. Kurd, Tevgera Azadiya Kurdî, zanistên kurd û ne kurd, mod û argumenên demokrasiyê datînin holê. Ev jî, qanûnên demokratîk û destûrnameya demokratîk in, ku mafên gelê kurd û hemû gelan misoger bike, werin amadekirin.

Cîvaka demokratîk, tezeke çanî û civakî ye; dive di wateya felsefeya civakî de were nirxandin. Hem di aliyê dîrokçeyê de, hem di aliyê sosyolojîk de pirsgirêka mezin çareser dike. Divê dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, siyaseta çaqûberkê nekin, şerê psîkolojîk nekin, serî li rêyên polemîc nedin, li hemberî daxwazên kurdan xwe kerr nekin. 

Divê dewlet û desthilatdarî, ne bi aqilê “îhsan”ê, bi aqilê “îrfan”ê tevbigerin. Aqilê “îhsan”ê, hem hiyerarşiya “terapî” û “fetîşan” e, hem kilîtbûna di aqilê dîrokzanên dewletê û îdeolojiya fermî de ye… Ev siyaseta “wehşetê” ye. 

Civaka demokratîk, “îrfan” e, “kollektîf zihniyet” e û ji wehşetê derbasbûna “şaristani”yê ye. Şaristanî, pirsgirêka civakan di formulasyona sosyo-polîtîk de çareser dike. Qebûl dike ku, “her civak xwedî dîrokek xwezayî ye, xwedî çandek cuda, xwedî zimanekî cuda ye û di aliyê sosyo-polîtk de nêzîk dibe. 

Civaka demokratîk, ev şaristanî ye, hem jiyana însanî û wekhev, hem dîrokçeyek însanî û hevpar pêşniyaz dike. Ev jî tê wateya guhertina sîstema netewe-dewletê. Lewma entegrasyona dewletê bi demokrasiyê û şert û mercan re nebe nabe ye.