Divê her kes ‘RABIN’

Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê û Platforma Şiyar Be, li Parka Rojava çalakî li dar xistin. Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî kêşî û girêdanê; berpirsiyariya hevpar e.”

•
1 deqe xwendin
Divê her kes ‘RABIN’

Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê û Platforma Şiyar Be bi dirûşma “Em ê bi piştevaniya civakî, ne bengîtiyê, hêvî û jiyanê mezin bikin” li Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Endam û rêveberên Şaxan ên girêdayî KESKê, Platforma Şiyar Be, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tiryakêşiyê jiyanê diparêzin, pêngava RABINê mezin dikin” vekirin. Hevberdevka Platorma Şaxan a KESKê ya Amedê Hatûn Leyla Tûncer daxuyani xwend.

‘Dermankirina kêşî û girêdanê ne pirsgirêkek e ku tenê bi peywendîdar re bê çareserkirin’

Hatûn Leyla Tûncer diyar kir ku ya ku mirov dike mirov; aqil, wijdana wê ye, civakîbûn û îradeya avakirina jiyana hevpar e û got: “Di dirêjahiya dîrokê de piştevaniya civakî, çanda jiyana hevpar û lêgerîna rastiyê bi rêbazên cuda hatine armancgirtin. Îro jî xizanî, bêkarî, neewlehî, polîtîkayên şer, cûdakariya civakî û bêpaşerojî; di nav sedemên herî girîng de ne ku zemînê ji bo belavbûna kêşiyê amade dikin. Formên tîryakî yan yên wekî tiryakêşiya madeyan, girêdana alkolê, girêdana dîjîtal, girêdana ekranê, qumara serhêl û behîs ne tenê ji bo kesan, ji bo tevahiya civakê pirsgirêkeke tenduristiya giştî ya girîng e. Bi taybetî zarok û ciwan beşa herî hesas û xedar a vê pêvajoyê pêk tînin.” 

‘Pêngava RABIN; Jiyanê diparêze’

Hatûn Leyla Tûncer anî ziman ku wekî Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê, ew pêngava “RABIN” ku ji hêla Platforma ŞIYAR BE ve ku ew jî tê de cih digirin hatiye destpêkirin, pir girîng û hêja dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêngava RABIN; nêzîkatiyeke kêm-zêde temam ku kêşî û girêdanê re ne tenê wekî pirsgirêkeke kesane dibîne, piştevaniya civakî bingeh digire, jiyanê diparêze û zarok û ciwanan di navendê de digire, derdixe holê. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên giştî, rêveberiyên herêmî, kedkarên tenduristî û perwerdehiyê, malbatan, rêxistinên demokratîk û gelê xwe dikin ku têkoşîna hevpar a li dijî sedemên kêşî û girêdanê mezin bikin. Em ê li kêleka jiyanê be ne li kêleka kêşî û girêdanê, li kêleka piştevaniyê be ne li kêleka bêhêvîtiyê, li kêleka têkoşîna rêxistinkirî be ne li kêleka tenêtiyê berdewam bikin. Em ê jiyanê biparêzin, ciwanên xwe ji bo paşerojê bi dest bixin û Pênagava RABIN mezin bikin.”