‘Divê fikrên Ocalan bê navbeynkar bigihîjin gel’

Hevseroka berê ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan Kadriye Dogan derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a heyî de got: “Tê zanîn ku niha bi pêşengiya birêz Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Tevî ku di vê pêvajoyê de sermuzakerevan birêz Ocalan e jî mixabin fikr û nêrînên wî bi rêya navbeynkaran digihîje raya giştî. Li gor min baweriya ji samîmiyeta vê pêvajoyê girêdayî têkiliyên birêz Ocalan ên rasterast ên bi gel re ne.”

•
1 deqe xwendin
‘Divê fikrên Ocalan bê navbeynkar bigihîjin gel’

Tifaqa di navbera Yavûz Sultan Selîm û Îdrisê Bedlisî ku di sedsala 16emîn de hatibû avakirin, di siyaseta herêmê û dîroka gelan de wekî xaleke werçerxê tê dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastin û daxuyaniyên xwe yên cuda de balê dikişîne ser aliyê stratejîk ê vê tifaqê û dibêje: "Tifaqa ku di navbera Yavûz Sultan Selîm û Îdrisê Bedlisî de hat avakirin, ne tenê hevkariyeke leşkerî bû; ew ji bo kurdan peymana yekemîn a fermî, stratejîk û xweseriyê bû ku hebûna wan di nav sîstema osmanî de misoger kir. Osmaniyan bi vê tifaqê derê Rojhilata Navîn vekir, kurdan jî xweserî û statûya xwe parast."

Derbarê mijarê de û rola elewiyan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em bi hevseroka berê ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan re axivîn. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastin û notên xwe yên hevdîtinan de tifaqa navbera Yavûz Sûltan Selîm û Îdrisê Bedlisî wekî peywendiyeke stratejîk û xweser a kurdan a bi dewletê re pênase dike. Civaka elewî û DAD vê xwendina dîrokî ya Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paradîgmaya xwe de hewl dide gel û baweriyên cuda bi hev re bide jiyandin. Wek tê zanîn elewî jî dixwazin ku 72 milet bi hev re bijîn. Di vê çerçoveyê de fikrên Abdullah Ocalan û DADê wekhev in. 

Tê zanîn ku niha bi pêşengiya birêz Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Tevî ku di vê pêvajoyê de sermukerevan birêz Ocalan e jî mixabin fikr û nêrînên wî bi rêya navbeynkaran digihîje raya giştî. Di gihîştina van nêrînan de jî hin tişt li wan tên zêdekirin an jî derxistin. Li gor min heke baweriya ji samîmiyeta vê pêvajoyê girêdayî têkiliyên birêz Ocalan ên rasterast ên bi gel re ne. Dema pêvajo bi vî awayî bimeşiya dê elewî jî bikaribûna nirxandinên birêz Ocalan ên derbarê Yavûz Sultan Selîm ku bûye sedema mirina 40 hezar elewiyan, rasterast jê guhdar bikirina. 

Bêguman jixwe birêz Ocalan di nirxandina xwe ya dîrokê de li ser jiyana bihevre disekine û balê dikişîne ser vê tifaqê lê heke li derva bûna dê elewî karibûna hemû pirsên xwe jê bikirana û dê wî jî mijarên ku nehatine fêmkirin bi aşkereyî û rasterast parve bikirana. 

Ji bo birînên berê dîsa xwîn nebin, rê li ber jihevdûrketina civakê venebe û rê li pêşiya nêzikatiyên manîtulatîf ên rojên dawî venebe divê pêvajoya aştiyê bi gel re were meşandin. Li aliyê din em bi ti awayî îhtîmal jî nadin ku birêz Ocalan ê ku bi paradîgmaya xwe ya Modernîteya Demokratîk ji bo jiyaneke bihevre têdikoşe, derbarê elewiyan de ango derbarê birînên wan ên berê de nirxandineke neyînî bike. 

Tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye, derfeta wî nîne ku bersivê bide nîqaşên heyî yan jî nêrînên xwe berfireh bike. Gelo hin aktor mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan bi kar tînin û gotinên wî ji bo manîpulekirina têkiliyên elewî û kurdan dikin amûr? Ji bo ku rê li ber van nîqaşan bê girtin, divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan çawa bin?

Niha tê zanîn ku pêvajoyek heye û wek ku me got sermuzakerevanê vê pêvajoyê jî birêz Ocalan e. Heke armanc serkeftina vê pêvajoyê be divê şert û mercên birêz Ocalan ên xebatê demildest bên sererastkirin. Ji ber ku niha di bin tecrîdê de ye û nikare bi awayê ku tê xwestin bi gel re pêvajoyê bi pêş bixîne. Hem wek elewiyan hem jî wek endamên vê civakê em bang dikin ku ji bo demildest birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî xebatên pêwîst bên meşandin. Azadiya wî ya fizîkî dê rê li ber zelalmeşandina pêvajoyê vebike.  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê de elewiyan wekî 'dînamîka herî bingehîn' dibîne û gelek caran rola pêşengiya aştiya civakî dide elewiyan. Li beramberî vê hêviya Abdullah Ocalan, elewî û saziyên elewiyan di nav vê têkoşînê de xwe li ku bi cih dikin?

Birêz Ocalan dema ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang dike divê ku elewî di vê pêvajoyê de wek aliyê bingehîn xwe tevlî bikin. Ev nirxandineke pir di cih de ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê yên ku herî zêde rastê komkujî û asîmîlasyonê hatine elewî ne. 

Dema em ji dîroka komarê digirin heta niha komkujiyên; Koçgirî, Dêrsim, Madimak, Gazî, Umraniyeyê dertên pêşiya me. Elbet wek civaka ku herî zêde bi komkujiyan re rû bi rû maye ji bo em bikaribin bi hev re jiyanekê ava bikin û vê jiyanê di bin qanûnan de misoger bikin, divê em di nav vê pêvajoyê de wek aliyê esasî cih bigirin. Ji bo ev pêk neyê hin aliyên ku ne alîgirên pêvajoyê ne birînên berê yên elewiyan dîsa tînin rojevê. Divê di astekê de were qebûlkirin ku hin elewî jî ji bo fêmkirina nêrîn û paradîgmaya birêz Ocalan hinek bi mesafe ne. Lê divê bê zanîn ku elewî ti carê ne dijberê aştiyê ne, kesî tune nahesibînin û dijberiya ti kesî nakin. Ji ber ku elewî li ser esasê wekheviyê û fikra ‘tu biêşî jî neêşîne’ tevdigerin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku aştî felsefeya elewiyan a esasî ye. Lê komkujiyên ku berê hatine jiyîn ew gumanên wan ên derbarê van pêvajoyan de derdixe holê. 

Divê elewî hinek wêrektir tevbigerin û li dîroka xwe vegerin. Divê ji komarê heta niha li ser komkujiyên ku pêk hatine û ji aliyê kê ve hatine baş lêkolîn bikin. Li ser van lêkolînan dê derbikeve holê ku divê bi kê re çawa tevbigerin. Êdî pêwîstiyeke ku divê rêxistinbûna xwe xurt bikin û bikaribin bibin hêza biryarwergirtinê. Mixabin heta niha rêxistinbûna elewiyan a ku bikaribe pêşengiya aştiyê bike û bibe îradeyeke bihêz bi pêş neketiye. 

Çawa ku birêz Ocalan dibêje ‘elewî pêkhateyên esasî yên aştiyê ne’ divê elewî jî bi vê zanebûnê tevbigerin û xwe bikin hêza aştiyê ya sereke.

Wekî ku tê zanîn, elewî li van erdnîgariyan bi salan rastî gelek êrişan hatine. Paradîgmaya Abdullah Ocalan di yekbûn û xwe-birêxistinkirina elewiyan de roleke çawa lîst?

Di rastiyê de tevgera têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, hişt ku kurd ji înkarê ber bi avakirina hebûn û nasnameya xwe ve gav biavêjin û hişmendiya xwe ya civakî xurt bikin. Yanî kurdên ku duh wek 'kart-kurt' dihatin pênasekirin, îro veguherîne tevgereke civakî ku bûne mijara cîhanê ya sereke; ew ji bo çareseriyê, demokratîkbûnê û misogeriya destûrî têdikoşin. Bi vê re elewiyan jî xwe ji nû ve ava kir.

Elewiyên ku di rabirdûyê de hatibûn înkarkirin, nasnameya xwe vedişartin û baweriya xwe di qada cemawerî de bi azadî nedijiyan, bi vê têkoşînê hebûna xwe ji nû ve ava kirin. Îro bi çi mebestê hatibin ava kirin jî, avakirina cemxaneyan û di qadên diyar de bicîhanîna îbadetan nîşan dide ku têkoşîna tevgera kurdî û ji nû ve avakirina elewiyan bi hev re meşiyaye. Em di ferqa vê yekê de ne û divê civaka elewî jî vê ferasetê bijî. Mînaka herî xweş a avakirina jiyana hevpar û demokratîk a beşên civakê ev e.

Dema ku ziman û nasnameya kurdî hat zindîkirin, di heman demê de baweriya elewiyan jî di nav vê civakê de dîtbar bû û di qada xweavakirinê de çeperên girîng bi dest xistin. Elewî divê rola xwe ya pêşeng û resen di pêvajoya aştiyê de bilîzin û vê bandorê bikin hişmendî.

Heke li Tirkiyeyê li cihê pêşketina demokratîk faşîzm û otorîterîzm xurt bibe, kesên ku herî zêde wenda bikin dê elewî bin. Mînaka vê ya herî berbiçav li Sûriyeyê qewimî; piştî têkçûna rejîma Esad, em dizanin ku komkujiyên çawa li ser elewiyan pêk hatin.

Jiyana demokratîk û hevpar ku em hevdu bi cudahiyên xwe qebûl dikin, pêdiviya me ya herî lezgîn e. Ji ber vê yekê, beşdarbûna di avakirina aştî û jiyana demokratîk de berpirsyariya me ya herî mezin e.

Tifaqên siyasî, hesabên pragmatîk an referansên dîrokî li aliyekî... Ji bo elewî û sunî, kurd û tirk ên li van axan dijîn, bê hesab dest bidin êşa hevdu, beriya her tiştî divê çi biguhere?

Pêdiviya civakê ya bingehîn a îro ew e ku jîngeheke ku hemû gel û bawerî bi taybetmendiyên xwe bi hev re bi azadî bijîn were avakirin. Di vê pêvajoya ku şerê çekdarî bi dawî dibe de, divê hemû beşên civakê vê pêvajoyê bi destûreke bingehîn a demokratîk û bi Komareke Demokratîk tacîdar bikin.

Demokratîkbûna komarê dê di avakirina jiyana hevpar a bawerî û beşên civakê de roleke girîng bilîze. Bi zelalî, em di nav civakekê de dijîn ku ti vebijarkeke wê ya din nîne. Ji bo pêvajoyekê ku mafên her kesî tê de di bin misogeriya destûrî de bin; hemû kes bikaribin axaftin, ziman, bawerî û nasnameya xwe bi azadî bijîn, divê aştî bibe bingeha jiyanê, birêz Ocalan bikaribe rola xwe ya rastîn bilîze û ev pêvajo bi destûreke bingehîn a demokratîk were tacîdarkirin.