Divê Enqere bi îdeal û realîzma zanistî tev bigere
Gotinên Rêber Apo yên “dîroka hevpar”, ”çarenûsa hevpar“, ”jiyana bihevre ya hezar salî“, vê şaşiyê red dike; daxwaza dewleta sosyal, serdestiya hiqûq, siyaseta demokratîk, gelên demokratîk û destûrnameya demokratîk dike. Dewleta Enqerê jî, bi ‘’qanûna çarçoveyî’’ yê ev rastî qebûl kiriye; di çareseriya pirsgirtêka kurd û Kurdistanê de jî, mixatabiya Rêber Abdullah Ocalan erê kiriye.

Qanûna çarçoveyî ya ji bo çareseriya pirsa kurdî, li meclisa Enqereyê hate qebûlkirin. Ev qanûn, di aliyê sosyolojîk de, “red”a anatomiya îdeala yekperestiya neteweyî ya tirk e û di aliyê hîstografîk de, berterefkirina “sefaleta dîroka sed salî” ye.
Divê ev qanûn, ji du aliyan ve werê nirxandin.
Yek, wateya qanûnê…
Du, naveroka qanûnê….
Wateya qanûnê girîng e, divê li gorî zanista felsefîk a têkoşîna nîvsedsalî û encama hatiye bidestxistin were nirxandin. Vê têkoşînê serdestiya hiqûqê gerdûnî da qebûlkirin, fanatîzma yekperest têk bir. Qanûnê, hebûna gelê kurd, wekheviya sosyopolîtîk, sosyoekonomîk qebûl kir. Ev jî tê wateya berterefkirina hişmendiya yekeperest! Neteweparêziya tûranîst û netewparêziya îslam-î tirk a paşverû, bûne bingeha rejîmên totalîter. Demokrasî û nirxên komarî tune kirin. Bi qanûnê, ev bîrdozî hatin mehkûmkirin. Siyaseta înkar û tunekirinê, ku bûye bingeha pirsgirêkan, di nav civakên li Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê de nexweşiyên pisîkolojîk derxistine holê jî pûç kir.
Ekolên taybet, ku baskê “tûranîst” bi pêşengiya Ziya Gokalp, Nihal Atsiz, Reha Oguz Turkkan bi pêş ket; yekperestiya îslam-î tirk ku di kesayeta Ahmed Arvasî de derkete holê, ji nirxên demokrasî û komarî dûr in. Ne li gorî dîrok, çand, exlaq, sosyolojiya gelên li Anatolya û Kurdistanê ne; gel qir kirin, nirxên gelan jî tunekirin.
Divê haceganên tirk bibînin, bizanibin û fêm bikin ku hestên neteweyî, bi îdeolojiyên dogmatîc, yekeperest, fetîşa alê, bi îman û hişmendiya siyaseta înkar û tunekirinê, serketin nayê bidestxistin. Îdeolojiya her du baskên yekperest, hîstoriyek bixwîn, tijî macerayên drametîk, êş û azar derxistin holê. Împaratoriyek têk bir “dewletek nexweşiya têr qolinc, bi baskên felcbûyî” derxist holê.
Lewma, înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan, di aliyê dîrokî de, di aliyê hişmendiya felsefî, argumanên metodolojîk û têgihîştina mantiqa zanistê de, dermanê nexweşiyên dewleta Enqereyê û tevahiya Rojhilata Navîn e. Nexweşiya, di radeya felcê de, encama terora dewletê ye. Ji bo vê jî, gotina, “Tirkiyeya bêteror” şaş e, divê gotina ‘’bidawîkirina terora dewletê” werê bikaranîn.
Dewleta tirk bi gotina ”Tirkiyeya bêteror“, dixwaze neheqî, bêbextî, derew û bedcaniya xwe bidomîne û krîmînalîzekirina gelê kurd bidomîne. Ev jî tê wateya berdewama siyaseta sîstematîk a red û înkarê.
Gotinên Rêber Apo yên “dîroka hevpar”, ”çarenûsa hevpar“, ”jiyana bihevre ya hezar salî“, vê şaşiyê red dike; daxwaza dewleta sosyal, serdestiya hiqûq, siyaseta demokratîk, gelên demokratîk û destûrnameya demokratîk dike. Dewleta Enqerê jî, bi ‘’qanûna çarçoveyî’’ yê ev rastî qebûl kiriye; di çareseriya pirsgirtêka kurd û Kurdistanê de jî, mixatabiya Rêber Abdullah Ocalan erê kiriye.
Vêca pirs ev e; gelo çima tecrîda li ser Rêber Apo ranabe, deriyê zindana Îmraliyê û zindanên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê nayên vekirin? Eger çareserî hebe, divê li gorî rastiya avakirina dewleta Enqereyê û mînakên li cîhanê gav bêne avêtin. Pirsa duyemîn; gelo hakemtiya ”Saziya Neteweyî ya Ewlekariyê“ nayê domandina tehekkuma sed salî? Wan çareserî xwest û banga dexaletê li Rêber Apo kirin. Eger di banga xwe de durist û ji dil bin, di sîstema dewletê de guhertinên bingehîn dixwazin, divê hişmendiya xwe ya civakî û zanista felsefî biguherînin. Êdî nema dikarin demokrasiya ‘’tirk-î tûran’’ bi kesî bidin qebûlkirin. Demokrasiyek bi vî rengî nîne û mekrûh e.
Kurd û Tevgera Azadiya Kurdî jî, israr, qerastin û şaşiya di ‘’demokrasiya neteweyî, tirk-î tûran’’ de, weke israr û qerastina di terora dewletê de dinirxînin.
Demokrasiya neteweyî ya ‘’tirkî’’ nîne, têgihek şaş e û gotinek çêkirî ye. Hem dûrî zanistê ye, hem ji argumenên navneteweyî, hem ji hiqûqa gerdûnî dûr e. Ev cure demokrasî tenê li cem naziyan û yekperestan heye. Her gel, di aliyê soyolojîk de, di aliyê çand, tore, îktîsad û siyasî de sîstemekê ava dike; ev sîstem jî, bi taybetî di nav gelê kurd de, di çarçoveya demokratîk de bi pêş ketiye. Îro jî, bajarên bakurê Kurdistanê ku ol û baweriyên cuda, civak û zimanên cuda diparêze, mînak têne nîşandan. Abdullah Ocalan berhemê vê çandê ye û bi têgihiştineke felsefî, dîrokî, sosyo-polîtîk, bi mînakên xurt, arguman û formulasyonek metodîk daniye holê û pêvejoya ‘’aştî û civaka demokratîk“ da destpêkirin.
Ev revîtalîzasyonek giştî ye, divê mirov di teoriya Einstein a ‘’relatîvîte’’yê li gorî argumanên modern û kozmogoniya civakan binirxîne. Civaka demokratîk jî guhertinek dîrokî û civakî ye, tê wateya ji nû ve avakirina sîwana demokrasî û hiqûqa gerdûnî. Divê ev guhertina ku wê bibe dermanê nexweşiyên psîkolojîk ên sedsalî, bi “hekîmtî û hakemtî’’ya, Saziya Neteweyî ya Ewlekariyê neyê berterefkirin.
Kurd, Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdî, di vê guhertina dîrokî de dilsoz in. Bi hişmendî û diruşma; ‘’dema çûk li ser çiqliyê darê deyne, ji şikestina çiqliyê darê natirse, ew li baskên xwe ewle ye’’ hereket dikin. Lê yekperestên dewleta Enqereyê, bi gotina Karl. R. Popper, ‘’qijikên cîhanê tev reş in’’ hereket dikin, hemû zanistên cîhanê, argumenên hiqûq û demokasiyê red dikin, tenê teorî û metodên nazîst, lewlabaziya terorê û belakirina tirsê hereket dikin.
Bêguman ‘’mirovên aqîl’’ ên Tirkiyeyê hene, divê ev mirov li dijî hişmendiya yekeperestî ya hişk- dogmatîk derkevin û helwestek erê nîşan bidin.
Ji bo vê jî, divê meclis raneweste, nebêje karê min bi dawî bûye û pirsgirêkê di destên “Saziya Neteweyî ya Ewlekariya” de nehêle. Pêwîst e li gorî “wateya qanûna çarçoveyî”, qanûnên sazûmankariya herêmî û destûrnameya demokratîk amade bike.
Xala herî girîng, garantor û çavdêriya baskê sêyemîn nîne. Ev jî gumanên gelê kurd zêde dike. Ji bo ku gelê kurd baweriyê bi dewleta Enqereyê û detshilatdariyê bîne, divê û demildest mixatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurdî Rêber Abdullah Ocalan azad bibe; kesên ji doza mafên kurdan di zindanan de ne werin berdan.
Misogeriya vegera serê çiyayan, tevlîbûna tevgera civakî û siyasî were misogerkirin…
Ya rastî ez, weke nivîskar û rojnamevanekî kurd, li derveyî welat, xwe di vê qanûnê de nabînim. Lewma min got, ‘’naveroka qanûna kok ne girîng e’’, dikare were guhertin; divê meclis bi vî barê dîrokî rabe... Eger qanûna kok, bi qanûnên misogeriya serdestiya hiqûq û demokratîk neyên temamkirin; pirsgirêka dîrokî ya kurdî, wê di paşverûtiya yekperestiya tirkî de, di fetîşa alê de kîlîtkirî bimîne.
Civaka demokratîk şoreşek cidî ye, li gorî standard û argumenên gerdûnî pêk tê. Neteweyan di wekheviyê de erê dike, çand û toreyan hevpar, şaristaniyan jî gerdûnî dibîne. Hingî dewleta tirk, wek demên berê, çiqas Pakta Sadabadê ‘’Paktên Mekke’’yê ava bike jî, wê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.
Kurdan jî dewleta tirk test kir, dewletê jî kurd û Tevgera Azadiya Kurdî test kirin... Kurdan di damezrandina dewletê de ezmûnek serketî nîşan da; Tevgera Azadiya Kurdî jî, di felaketên wek erdhejê û tevgerên civakî yên wekî hilbijartinan de, ezmûnên serketî pêk anîn. Mixabin em nikarin heman tiştî ji bo dewletê bêjin.
Divê dewlet û desthilatdar, ne bi hişmendiya atomîze-xurtkirina çekan, bi realîzma zanistî-felsefî û pêşketinên bûyerên dîrokî yên îroyîn hereket bike .


