Dibe bayê heyî ber bi aştiyê ve biçe

Em dizanin ji bo ku pêvajo neyê xitimandin, qanûn bi awayekî derbas bibe,  Rêzdar Abdullah Ocalan ti carê azadiya xwe ya fizîkî nekiriye sedema xitimandina pêvajoyê. Daxwazên gel, daxwazên tevgera azadiyê her tim azadiya fizîkî Rêzdar Abdullah Ocalan bûbe jî, ew her tim azadiya xwe bi azadiya civakê ve girêdaye.

•
1 deqe xwendin
Dibe bayê heyî ber bi aştiyê ve biçe

Ligel hemû kêmasiyên qanûnê jî divê rêya aştiyê bê vekirin

Hefteya borî piştî hewldan û berxwedana nêzî du salan a ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk aliyê dewletê jî bi ‘pêşnûmeqanûna çarçoveyî’ li meclisê gavek avêt. Bêguman her çiqas ji meseleya azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan heta gelek meseleyên din kêmasî û nebasiyên vê qanûnê hebin jî ev gavavêtin di meclisa Tirkiyeyê de gaveke dîrokî bû. Li cihê ku ji sedsalî dirêjtir e ku kurd dihatin înkarkirin, li ser hebûna kurdan qanûn derbas bû. Li ser vê bingeh û hin hurguliyên qanûna çarçoveyî me bi yek ji parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê Bêrîtan Gûneş Altın re hevpeyvînek kir.

Ji 27ê sibata 2025an ve pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi berxwedan û israra aliyê kurd û bi gavên wek 11ê tîrmeha 2025an ku PKKê li ber çavê cîhanê biryara xwe ya çekberdanê anî ziman, berdewam kir. Dawiya dawî di şeva 11ê tebaxa îsal de ‘qanûna çerçoveyî’ di meclisê de hat erêkirin û pêngavek ji aliyê dewletê ve hat avêtin. Ji bo destpêkê tu dikarî hinekî behsa naveroka qanûnê û  rêwîtiya wê bikî?

Rêwîtiya qanûnê, ravekirineke gelekî balkêş e. Ji ber ku rast e, rêwîtiyeke vê qanûnê heye. Lê belê dixwazim despêka vê rêwîtiyê ji pirsê bêhtir paşdetir bibim. Ev rêwîtî di sala 1993yan de bi gotina Rêzdar Abdullah Ocalan ‘Ji bo çareseriyê ez li mixatabekî/ê digerim’ û heta roja îro  didome. Ji bo wê ye ku ev qanûn di hundirê xwe de bîrek û rêwîtiya çareseriyekê dihewîne.. Di sala 1993yan de gotina 'Ji bo vê pirsgirêkê çareser bikim  dixwazim mixatabekî/ê bibînim’, ew mixetab yek bi yek bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan an jî ew daxwaza rêwîtiya aştiyê bi awayekî hat astengkirin û xwe gihand heta van rojan. Bi wê bîr û hişmendiya 30 salan, ev qanûn îro cihê xwe di meclisê de girt. Cara yekemî e ku destpêka çareseriya hiqûqî, fermî, siyasî, cihê ku pisgirek lê destpêkiriye, di meclisê de hat rojevê û bi hêzeke mezin, bi 467 dengan bi awayekî giştî hat qebûlkirin.

Dixwazim bînim ziman ku ev qanûn ji gelek aliyan ve bandora xwe ya siyasî ji metneke hiqûqî zêdetir e. Yanî ku em xal bi xal çarçoveya qanûnê nîqaş bikin, ji aliyê hiqûqî ve gelek kêmasî, gelek nebesî hene. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve guherîn û veguherînekê nîşanî me dide. Guherîn ew e ku dewletê ji dema meclis ava bûye heta roja îro ji bo gelê kurd tenê qanûnên binpekirin, asîmîlasyon, pişaftin, yên wekî Plana Şarq Islahatê û hwd, ji bo tunekirin û înkara gelê kurd xebitandiye. Lê cara yekemîn e ku dewlet bi mixetabgirtina Reberê Gelê Kurd, li ser pirsgirêka kurdî qanûnekê derdixe.

Her wiha gelek caran hat gotin ku ev qanûn pisgirêka kurdî teqez çareser nake. Tenê encamên serîrakirina gelê kurd bi awayekî hiqûqî dixe formeke din. Berî niha jî me behs kiribû ku gelê kurd ji avakirina komarê ve heta roja îro bi înkarê re rû bi rû maye, kurdan 29 caran li hemberî înkarê serî rakirine û ev serîrakirinên 28 caran jî mixabin  bi tûnekirnê, binpêkirinê û komkujiyê bi dawî bûye. Lê belê cara yekemîn e ku serhildana 29emîn bi wan kesan re tê nîqaşkirin ku serî hil dane. Di vê qanûnê de ev rastî jî û girîngiya qanûnê jî ji me re dubare dide nîşandan. Yanî ji ber ku gelê kurd bi tunekirinê re rû bi rû maye, berê xwe daye çiyayên azad, ji bo ku gelê kurd bi înkarê re rû bi rû maye û siyaset kiriye hatiye cezakirin, derketiye derveyî welêt, koçber bûye…

Ev qanûn dixwaze ku van encaman bi awayekî hiqûqî çareser bike. Lê hîn ji bo sedemên pirsgirêkê xaleke şênber di hundirê xwe de nahewîne. Tenê gavek heye ku em dikarin bi vê ve girê bidin, ew jî avakirina mekanîzmaya ku di hundirê qanûnê de behsa wê tê kirin. Di qanûnê de jî dibêje, 'Ev qanûn a yekemîn e.' û li dû xwe ve mekanîzmayekê dihêle. Mekanîzma binekomîsyonan jî ava dike.  Ev mekanîzma dibe sedem ku bi pirsgireka kurdî re mijûl bibe.

Pêşniyariyên me ji bo jinên ku ji gerîlayan vedigerin, ji Ewropayê vedigerin, ji derveyî welat vedigerin û ji girtîgehan derdikevin hene. Mafên jinan û li gorî taybetmendiyên jinan tevbigere were avakirin. Her wiha ji bo ku ev pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, ev komîsyon guhertin û veguhertinên din jî bi nav dike û di vê komîsyonê de divê Rêzdar Abdullah Ocalan jî cihê xwe bistîne. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku ev qanûn ne hemû pirsgirêkan çareser dike û ne jî plansazî ne. Tenê wê hin encamên pisgirêka kurd bi vê qanûnê ve bi dawî bibe. Berevajî wê mekanîzmayekê ava dike û ev mekanîzma divê sedemên pirsgirêka kurdî jî bi rêya qanûnî, hiqûqî û fermî ji holê rabike.

Dema em bala xwe didin TBMMyê ji sala damezrandina wê hata roja îro ligel ku parlementerên ji Kurdistanê bi salan e li meclisê ne jî navê kurd, Kurdistan û axaftina bi kurdî her û her qedexe bûne. Li cihekî wiha ku her tim kurd dihatin înkarkirin ev cara yekemîn e ku qanûneke têkildarî kurdan ji aliyê gelek partiyên heyî ve derbas bû. Ev yek atmosfereke çawa ava kir, we parlementerên kurd çi hîs kir?

Pişti rêwîtiya bi salan çarçoveya qanûnê hat. Mixabin rexneyên me jî hebûn lê gava ku li ser qanûnê nîqaş dihatin kirin, wek parlementereke kurd min li derdora xwe nêrî û min li axaftinan guhdarî kir, min dît ku tenê du dor mane ku li hemberî qanûnê, li hemberî çareserkirina pisgirêka kurdî bi tundî û bi zimanekî ku bi rastî ji 100 sal berê mayî ve diaxivîn. Ji bilî partiyekê hemû partiyên din, di meclisê de bi rastî jî zimanekî ku car caran em rexne jî bikin, dîsa jî zimanê wan guherîbû. Em ê bi hev re bişopînin. guhertinên civakî bi van pirsan ve dest pê dikin. Qanûn ji meclisê bi dengdayîneke xurt, dirokî derbas bû, ev jî balkeş e. Heger ev qanûn ji meclisê ewqasî xurt derketibe, gelo dikare were  wateya ku gel amade ye, siyaset amade ye, hêzeke mezin ji bo vê çareseriyê heye ? Dibe ku bayê heyî ber bi aştiyê ve diçe? Li gorî min  îxtimala guhertinê ji her demê zêdetir e.

Dema em bala xwe didin pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê, em dibînin ku ji serî heta binî gelek zor û zehmetiyên wê hene û her wiha kesên ku wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel tecrîda 27 salan jî di aştî û avakirina azadiyeke mayînde de bi vî awayî cih negirtiye ango di aştiyê de israr nekiriye. Ji bo vê sekn, îrade û israra ji bo pêşeroja civaka kurd a birêz Abdullah Ocalan mirov çi dikare bibêje? Bi heman awayî di qanûnê de yek ji kêmasiyên herî berbiçav ew e ku têkildarî azadiya fizîkî ya sermuzekarevanê yekemîn Abdullah Ocalan, çima ti maddeyek tune ye?

Di dîrokên çareseriyê de ti mînak tune ye ku ji bo çareserkirina meseleyekê, rêberek evqas di aştiyê de israr kiribe, evqas li çareserî, li mutabaqata demokratîk, siyasî û hiqûqî geriyabe. Di demên herî bihêz de jî aştî parastiye, her dem alîgirê aştiyê bûye.

Lê belê, ev rewşa heyî ku ji destpêkê heta rojên îro bi gavên xwe, bi bangawaziyên xwe, bi manifestoyên xwe, bi daxwazên xwe her dem pêşiya aştiyê vekiriye. Hîn jî di girtîgehê de ye, hîn jî di qanûnê de cihê xwe nedîtiye û bi ser de jî ji bo pêşiya aştiyê neyê girtin, ji azadiya xwe ya fîzîkî gavek bi paş ve avêtiye. Em dizanin ji bo ku pêvajo neyê xitimandin, qanûn bi awayekî derbas bibe,  Rêzdar Abdullah Ocalan ti carê azadiya xwe ya fizîkî nekiriye sedema xitimandina pêvajoyê. Daxwazên gel, daxwazên tevgera azadiyê her tim azadiya fizîkî Rêzdar Abdullah Ocalan bûbe jî, ew her tim azadiya xwe bi azadiya civakê ve girêdaye. Her wiha ji bo azadiya civakê jî, ji azadiya xwe ya takekesî jî feragat kiriye. Kêmasiya herî mezin jî ew e ku ev qanûn di hundirê xwe de mafê hêviyê nahewîne. Jixwe Rêzdar Ocalan mafê hêviyê wek mafekî jî pênase nake, wekî rêgez, destûr û seknekê nîşan dide û dibêje, ji bo tevahiya gel divê hêvî hebe. 

Gotina Rêberê Gelê Kurd a ‘rêwîtiya ji bo rêya hezar kîlometreyî bi gaveke biçûk dest pê dike’ di hişê me de ma. Bi hezaran salan berê jî, em di gavavêtinên ji bo bidawîkirina şer ên aliyan de jî nêzîkatiyên wek ‘aştiya herî xerab, ji şerê herî mafdar baştir e’ de dibînin. Mirov dikare vê gavavêtina dewletê bi vî awayî şîrove bike?

Pênasekirina Rêzdar Ocalan ku dibêje, “Rêya bi hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike”, têgihên derûnî tîne bîra min. Di derûnînasiyê de, ji bo  çareserkirina fobiyan, travmayan an jî nexweşiyên derûnî, têkiliyen terapotîk cihekî girîng digirin. Carcaran nexweş an jî ew kesên ku gazinên derûnî dijîn, ji bo çareseriyê serî li derûnnasan didin û ji bo başbûna xwe bi rê bikeve re tê gotin. “Hemû nexweşî, bi gavekê, bi guhertina reftarekê, bi gotinekê, an jî bi ramanekê dest pê dikin.’’ Dibe ku em niha wê gavê diavêjin? Carcaran derûnnas ji hin aliyan ve pisgirêka gelê kurd bi fobiyê pênase dikin. Ji hin aliyan ve rast e, ji hin aliyan na. Lê wekî derûnnasekî ez dibînim ku siyaseta heyî, bi gelek awayan li ser kesan pêşdarazî ava kirine, pêşdarazî bi xwe re cudakarî aniye, cudakarî bi xwe re nefret aniye û nefret jî bi xwe re dûrahiya civakê ya di navbera wan de ava kiriye. Bi vê gavê ew ê jî ferq bikin ku ew tirs, guman an jî nexweşiyên xwe yên li hemberî gelê kurd di mejiyê xwe de ava kirine. Ew rêya hezar kîlometreyî ku bi nefretê ava bûye, divê ku bi gavekê ve ber bi başiyê ve biçe, le rê dûvdirêj e.

Di ziman, têgih û gotinên qanûnê de em dikarin bêjin ku hê jî bermahîkên aqilê dewletê yê nijadperest hene. Ji bo pêşerojê ev zimanê qanûnê dê rêyeke çawa li siyasetê vebike? 

Yanî ev qanûn helbet ji mêjiyê sed salan ê mêranî, yê nijadperest, yê antî-demokratîk ne dûr e û helbet bi vê hişmendiyê hatiye avakirin. Helbet ew di bin avabûna hişê ku pirsgirêka kurdî pirsgirêka ewlehiyê ye, pirsgirêkeke ‘terorê’ ye nav lê dane de em dibînin. Jixwe ji ber ku hişmendî nehatiye guhertin, ziman jî nehatiye guhertin û şêwaza qanûnê jî nehatiye guhertin. 

Berî niha jî min gotibû, gava me dest bi siyasetê kir, di hindurê vê meclisê de em herî zêde 10 kes bûn û em pir tenê bûn. Lê îro ew kesên li dijî me ew tenê ne. Ew 10-15 kes mane, ew li hawirdorê mane, ew tenê wek partiyek mane. Ev guhertin ji wan rojan ve dest pê kir û hat. Piştî vê yekê avabûna guhertinê, deriyekî mezin  bêhtir vekiriye. Derfet bêhtir hene. Heger bi rastî jî em bikaribin pêşiya siyasetê vebikin, ew ê mîna ‘berfegogê’ guhartinê zûtir, hêsantir ava bike. Jixwe civak ji bon vê amade ye. Ev 50 sal in ku ji bingehê ve ev tê amadekirin. Ji ber vê yekê helbet rexneyên me ji bo wê hişmendiya sed salî ya antî-demokratîk, ya nijadperest, ya ku tenê xwe dibîne, tenê xwe dixe navendê û her wiha ya mêrperest, baviksalar, ataerkîl heye. 

Gelek derdorên heyî qanûna çarçoveyî rexne dikin. Li ser van fikarên heyî hewce ye çi bê gotin?

 Di raya giştî, di civinên gel, di serdana esnafan de, li ser hesabên me yên medyaya civakî rexneyên em dibihîzin, em dixwînin helbet nîqaş dikin. Dixwazin fêm bikin armanc  çi ye, ji hev derxin, analîz bikin.  Rexnekirin-rexnedayîn ji bo me çiqas jiyanî ye hewce nake behs bikim. Ji ber ku her neferekî gelê kurd wateya rexneyê baş dizane. Lê bi qasî wateya rexneyan piştî rexneyan gelo encam digihîje ku derê, çi derdixe holê, ava dike an ji qut dike, mezin dike an jî biçûk dike, li gorî armancê tev digere an xwe bi xwe bi xwe tune dike, ev cihekî muhîm digire. Rexne ji hestan ava bûye, derdayina reftarekî travmayê ye, objektîf e, gelo nigên wê digihîjin erdê, an jî balê dikişîne xetereyeke neteweyî, çavkaniya rexneyê ku der e ew muhîm e. Ji 27ê sibatê ve gelek gotin, analîz û rexne hene, helbet ew ê hebin jî. Piştî ku qanûn derket hin rexne li paş man, lê hin rexneyên nû bi xwe re anîn. Em jî qanûnê rexne dikin, ji gelek hêlan ve em kêm dibînin, lê belê bi hemû kêmasiyên xwe ve em rê didin aştiyê û ji bo temamkirina kêmasiyan jî soza berxwedanê didin. Ji bo me kêmasî, rexne, nebesî dibin sedema berxwedanê, dibin sedema xeta berxwedanê û bêhtir birêxistinbûnê. Ji bo kêmasî werin daborandin, hewcehî bêhtir bi xebat, dîplomasî û siyasetê heye.