Di wêjeya kurdî de hevsengî

Heger em di heman keştiya wêjeyê de bin, divê em xwedî li vê keştiyê derkevin û wêjeya xwe nekin qûrbanê egoyên xwe. Herî pêşîn, em bi xwe re reqabetê bikin, ne ku bi hevalbendên xwe re reqabetê bikin

•
1 deqe xwendin
Di wêjeya kurdî de hevsengî

Kadîr Stêra

Dinya ne reş e ne jî spî, hevsengiya di navbera van her du rengan de... Hevsengî kontrol e. Gava ku em di jiyana xwe de hevsengiya xwe zeft bikin, em dikarin gelek tiştên serkeftî bikin. Mîna ku dibêjin di her tiştî de hevsengî heye; helbet di wêjeyê de jî ev hevsengî divê hebe. Me jî xwest hinekî balê bikişînin ser nivîsandina bi hevsengî û nivîsandina romanê.

Piraniya wêjevanên kurd bi nivîsandina helbestê dest bi wêjeyê dikin û paşê em dibînin ku berê xwe didin nivîsandina romanê.

Helbet ev hilbijartina wan e, bi kêfa xwe ne, dikarin nema helbestê jî binivîsin û tenê bi metnên romanê re jî mijûl bibin; lê heger her du cure bi hevdu re bêne meşandin wê hevsengiyeke çawa di navbera nivîsandina helbest û romanan de çêbe?

Her cureyeke wêjeyê qadeke cuda ye. Pirsgirêk ne ew e ku helbetvan romanan dinivîse; pirsgirêk ew e ku dema ku berê xwe dide romanê, gelo helbestê ji bîr dike yan na. Ji ber vê yekê, divê hevsengiyek di navbera cureyên wêjeyê de hebe. Divê wêjevan her du aliyên xwe jî baş biparêze. 

Helbesta wan êdî ber bi çi astê ve diçe? Êdî nivîsandina helbestan paşguh dikin an na?

Gelo hevsengiya wêjevanan a di navbera helbest û romanê de belawela nabe? Vê hevsengiyê çawa dikarin ber bi hevdu ve bînin? 

Heger estetîkbûn li pêş be; dê hevsengiyeke çawa di navbera tegihên din de hebe? 

Gava ku herî pir bikevin dû estetîkê, wê di metna wan a romanê de hin rîsk çêbin?

Ziman xûrt be; lê honaka romanê qels be yan jî dijberiya di navbera lehengan de dê xweş bîne ziman an na ? Helbet wêjevan herî pir estetîkbûnê bixe çavên xwendevanan dê honak jî qels be, dijberiya di metnê de jî wê qels be. 

Nizanim we jî ferq kir? Piştî ku Rênas Jiyan bala xwe da ser nivîsandina romanê hin helbestên wî li gorî yên berê hinekî qels bûn û hinekî jî xwe dubare kirin. Dibe ku hûn li hemberî vê yekê derkevin; lê li gorî min ev rastiyek e. Diyar dibe ku hûrbûna wî ya li ser nivîsandina romanê bûya sebeb ku weke berê zêde li ser helbestê hûr nebe. Hûn jî dikarîn helbestên wî yên berê û yên aniha bidine ber hev. 

Lê gava tev li bernameyên Rênas Jiyan dibûm, vê yekê jî bala min dikişand. Heger mijar li ser romaneke wî bûya, wî helbestên xwe jî dianî bîra guhdaran. Nedixwest ku romanûsiya wî pêşiya helbestvaniya wî bigire. Kêfa min pir jî vê yekê re hat.

Rênas Jiyan, di romanên xwe de ruhê civakê pir analîz dike, ew ji hêlekê ve mîna psîkologekî lehengê xwe analîz dike. Bîra civakî û bîra takekesî bi hevsengiyekê xweş tîne ziman. Ew dixwaze tedawiya civakê jî, ya şexsan jî bike. Di helbestên xwe de romantîzmê û di romanên xwe de naturalîzmê baş bi kar tîne.

Tewlê hin nivîskar hene, nivîsandina romanê tenê weke nişaneya serkeftinê dibînin. Ev bi tena serê xwe nabe nişaneya serkeftinê. Erê, we romana xwe nivîsand, lê bi hevsengiyeke çawa? 

Gelo lehengên romanê, bi demê re û bi qewimandina bûyerên civakî û takekesî re çi qasî têne guhertin? Dixwazim li ser vê mînakekê bidim.

 Rojekê ez û Şengul Oguz li Nisêbînê bûn. Li qahwexaneyekê niqaşa me roman bû. 

Gelo meriv di hişê xwe de pêşî metna xwe binivîse û paşê derbasî wordê yan kaxizan bike? Gelo ev çi qasî rast e?

Wê çaxê min qala dosyeyeke xwe ya romanê jê re kiribû. Di wê kêliyê de pirsek ji min kiribû. Gotibû gava te dosyeya romana xwe xelas kir, tu guherîn çêbûn an na? Min got belê hinekî çêbûn. Min jê re digot, gava min dest bi nivîsandina metna xwe kir, min nedizanî bê wê berê xwe bide ku. 

Di hişê xwe de nanivîsim. Wî jî gotibû, ji xwe divê meriv pêşî di hişê xwe de romana xwe nenivîse. 

Ew teknîk helbet hilbijartina wan e, lê bi min xwezayî nayê. Ev yek, zimanê romanê hinekî nêzî zimanekî çêkirî dike.

Em dikarin bêjin ku divê roman ne tenê ji bo nivîsandinê bêne nivîsandin, divê civakê biguherînin, kesan biguherînin. Divê her tişt li gorî hevsengiyekê bimeşe. Heger hevsengî tune be, wê kêmasî jî pir bin. 

Wêje, bi hevsengiyê li ser lingan dimîne, wêje bi bîra civakê li ser lingan dimîne. Divê wêje ji mirovan re bikaribe hêviyêkê ava bike; di nava modernîzma kapîtalîst de nefetise.

Erê, wêjeya kurdî li ber siya sirgûnê, di zindanan de û di nava şerê bi dagirkeran re hate hetanî vê astê. Divê em wê biçûk nekin û bi wêjeyeke kolektîf destên xwe bixine bin vî kevirî. Em bêjin em dikarin ji bo vê yekê çi bikin? Ji bo ku di pêşerojê de wêjeya kurdî geş bibe em dikarin çi bikin? Ne bi reqabeteke kapîtalîst ku kî ji kê xweştir dinivîse. 

Heger em di heman keştiya wêjeyê de bin, divê em xwedî li vê keştiyê derkevin û wêjeya xwe nekin qûrbana egoyên xwe. Herî pêşîn, em bi xwe re reqabetê bikin, ne ku bi hevalbendên xwe re reqabetê bikin. Ev lîstikên kapîtalîzma modernîst in.