Di Sînemaya Tony Gatlif de koçberî û muzîk

Sînema Tony Gatlif koçberiyê yan bêwelatiyê bêyî ku ajîtasyonê bike, rasterast û ji hundirê jiyanê ji me re vedibêje. Di cîhana wî de koçberî û rêwîtî; qada azadî û berxwedanê ye ku qeyrana kûr a ji cih û warên xwebûnê vediguherîne rastiya cîhana fîzîkî

•
1 deqe xwendin
Di Sînemaya Tony Gatlif de koçberî û muzîk

Zafer Sarica

Tony  di 10ê îlona 1948an da li Cezayîrê wekî zarokekî malbateke berberî ya qabîlî û romanî (çîngene) hat dinyayê. Derhêner, senarîst, bestekar û lîstikvan e. Gatlif, ku zarokatiya wî di nav feqîriyê de derbas bû û di salên 1960î de koçî Fransayê kir, piştî ku demekê li kolanan jiya, bi şano û sînemayê re eleqedar bû. Sînemaya xwe bi temamî diyarî koka xwe, çanda romanî, cudakarî û koçberiyê kir. Wî muzîk di filmên xwe da ti carê wekî xemlekê bi kar neanî; beravajî vê, ew kir dilê çîrokê û xiste cihê diyalogan. Wî di 2yê îlona 2026an de li Arlesê, dema ku li ser filmê xwe yê nû dixebitî, di 77 saliya xwe da jiyana xwe ji dest da.

Filmên wî yên berbiçav

Latcho Drom (1993): Geşta sedsalan a romanan a ji Hindistanê heta Îspanyayê, bê diyalog, bi temamî bi muzîk û reqsê vedibêje.

Gadjo Dilo / Biyaniyê Dîn (1997): Filmekî kult e ku di ser çîroka ciwanekî fransî yê ku dikeve gundekî romanan ê li Romanyayê û gundiyan re, pêşdarazî û lihevhatinê dikişîne ber çavan.

Vengo (2000): Teqîna rîtmê ye ku li Andalusiyayê derbas dibe; tola xwînê, pêdiviyên malbatî û hesta xav û hişk a flamencoyê tîne ser ekranê.

Exils / Koçber (2004): Çîroka du ciwanan e ku ji Fransayê bi rê dikevin û ber bi Cezayîra ku malbata wan jê hatibû derxistin ve koçî paşve dikin (vî filmî ji Gatlif re di Festîvala Filman a Cannesê de Xelat Derhênerê Herî Baş anî).

Djam (2017): Çîrokeke rêwîtiyê ya dilşad û xemgîn e ku di xeta ji Midilliyê heta Stenbolê de muzîka rebetîko û krîza penaberan digihîne hev.

Koçberî, welat û bêwelatî

Dema ku em li sînemaya Tony Gatlif dinêrin, hewcedariya me bi qalibên teorîk ên mezin tune ye; çimkî xem û derdê wî bi temamî derdê mirovên li kolanê û li ser rê ne. Gatlif ku derhênerê romanî yê ji Cezayîrê ye, bi rastî ew hesta "di navberê de man"ê ku di hemû jiyana xwe de hilgirtiye, datîne ber kameraya xwe: Ji bo mirovekî "welat" bi rastî li ku der e? Sînorên li ser nexşeyê ne, mala ku lê dijî ye, cihê ku nikare bigihîjê ye yan têkiliyên avakirî ne?

"Mala min tune ye lê ez li ser rê me"

Di filmên Gatlif de dîtina ‘malek’ an ‘welatekî’ di wateya ku em dizanin de kêm zêde nepêkan e. Dema em li filmên Gadjo Dilo an Latcho Drom dinêrin; ji bo civakên roman bêwelatî ne tercîhek e, rewşeke ku di dirêjahiya dîrokê de hatî serê wan e, koçberî ye. Dewlet-netewe sînoran dikişînin, polîs nasnameyan dipirsin, sîstem wan ji cih û warên wan diqewirîne. Lê Gatlif van mirovan bi gotina ‘heyfa wan’ venabêje. Beravajî vê, bêwelatiyê wekî vîna jiyana azad a li dijî rêgezên jiyana niştecih û wê nîzama acizker û malperest nîşan dide. Hûn nikarin pêşiya kesekî ku mala wî tune ye bigirin, çimkî dîwarekî ku wenda bike tune ye. Lê helbet di heman demê da ev diyalektîk hewl dide berpirsyarê tişta ku çima mala wî tune ye aşkere bike jî dihewîne.

Koçberî û vegera li kokan

Di sînemaya Gatlif de koçberî ne tenê trajediyeke ku di rabirdûyê da çêbûye û qediyaye; ew barê derûnî, civakî û kaotîk e ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Karakter daîm dikevin pey tiştekî an cihekî. Wekî mînak di filma Exils de du ciwanên ku li Fransayê ji dayik bûne û mezin bûne, ber bi Cezayîra ku malbatên wan di dema xwe da jê hatibûn derxistin bi rê dikevin. Tûrikên xwe yên li pişta xwe digirin û dikevin rêyan lê tişta ku lê digerin bi rastî ne tenê cihê cografî ye, bersiva pirsyar "Ez kî me?" ye. Qutbûna ji kokan di hemû jiyana wî de wekî siyê digerîne. Gatlif jî di filmên xwe de bi awayekî zelal nîşan dide ku ev ruhê koçberiyê bi hêsanî dev ji mirov bernade. Belkî jî ev aliyê sînemayî ye yê tişta ku Bourdieu dibêje ku koka civakî wek neletê daîm li pey me ye.

Welatên demkî û muzîk…

Di cîhaneke de ku avahiyên betonî nikarin bibin welat, Gatlif tiştekî din ji me re dibêje: Welatên demkî. Derdora karavanekê, derdora agirê ku di şevê da hatî dadan, hundirê konê yan jî maseya ku mirov lê civiyane û du qedeh vexwarin vedixwin... Ji bo Gatlif ev der her yek welatek in û ji van têkiliyên ve bi ewle hîs dikî. Ya herî girîng jî muzîk e. Ji bo civakên ku ji welatê xwe yê fîzîkî hatine qutkirin, muzîk bi rastî bîr û berxwedan e ku bi xwe re radihêlin. Muzîk têkiliya herî bihêz e ku wê valahiya kûr digire ku ji aliyê koçberî û bêwelatiyê ve hatî çêkirin.

Sînema Tony Gatlif koçberiyê yan bêwelatiyê bêyî ku ajîtasyonê bike, rasterast û ji hundirê jiyanê ji me re vedibêje. Di cîhana wî de koçberî û rêwîtî; qada azadî û berxwedanê ye ku qeyrana kûr a ji cih û warên xwebûnê vediguherîne rastiya cîhana fîzîkî.