Di sedsala Lozanê de Ronesansa Civaka Kurd

Peymanên weke Lozanê li ser bingeha dabeşkirin û birêvebirina gelan hatin avakirin. Şerê di navbera kurd û tirkan de encama vê siyasetê bû. Yekîtiya gelan ku li ser bingeha pîvanên demokratîk û rêzgirtina li hember mafên hevdu ava bibe, dê Lozanê bêbandor bike.

•
1 deqe xwendin
Di sedsala Lozanê de Ronesansa Civaka Kurd

Peymana Lozanê ku di sala 1923an de hate îmzekirin, di dîroka Kurdistanê de weke nuqteya guherînê ya herî tarî tê naskirin. Ev peyman ji bo gelê kurd bû sembola dabeşbûn, bêstatûbûn û siyaseta înkar û îmhayê. Sîstema ku li ser bingeha netewe-dewleta tekparêz li herêmê hate avakirin, hebûna kurdan ji nedîtinê ve hat û axa Kurdistanê di navbera çar dewletan de hat dabeşkirin. Sedsala yekem a vê peymanê ji bo gelê kurd bi êş, komkujî û zextên mezin derbas bû. Lê, di destpêka sedsala duyem a Lozanê de, tabloya li herêmê û helwesta gelê kurd êdî ne weke sedsala borî ye. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re, gelê kurd ji pozîsyona neynika qederê derket û bû xwedî îradeyeke dîrokî. Vê têkoşînê hişt ku di sedsala duyem de êdî ti hêz nekaribe hebûna kurdan înkar bike.

Têkoşîna bi dehsalan a ku di bin ronahiya paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan de hate meşandin, hişmendiya qederparêziyê di nav civaka kurd de belav kir û hişmendiyeke nû ya azadiyê afirand. Ev têkoşîn ne tenê berxwedana li dijî sepandinên Lozanê bû, di heman demê de xebateke kûr a avakirina civakî û siyasî bû. Bandora vê têkoşînê li ser Komara Tirkiyê gelek kûr û dîrokî ye. Komara Tirkiyê ku li ser bingeha yek netewe, yek ziman û yek al hatibû avakirin, neçar ma ku rastiya pirrengî û hebûna kurdan qebûl bike. Tevgera azadiyê nîşan da ku bêyî çareserkirina pirsa kurd, demokratîkbûyîn û aramiya navxweyî ya Tirkiyê ne mimkun e. Di encamê de paradîgmaya Rêber Ocalan îspat kir ku pirsa kurd ne pirsgirêke ewlehiyê ye, belkî pirsgirêke demokrasiyê û mafên mirovî ye.

Bi rêya vê têkoşînê, ronesansek kûr di nava civaka kurd de pêk hat û vê ronesansê guherînên mezin bi xwe re anîn. Civaka kurd ji tirs û paşverûtiyê rizgar bû, bi serbilindî xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derket û ew parast. Di vê çarçoveyê de bi modela Jin, Jiyan, Azadî, xeta rizgariya jinê bû stûna bingehîn a ronesansê û di pîvanên civakî yên Rojhilata Navîn de şoreşeke kûr afirand. Bi vê hişmendiyê kurd ji neteweyeke ku dihat birêvebirin, bûn aliyekî ku ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelên çareseriyê.

Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bedelên mezin re îro di sedsala duyem a Komara Tirkiyê de weke aktorekî sereke û diyarker ê ser mesaya muzakereyê ye. Li gorî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan, hebûna Kurdan di vê sedsala nû de divê ne di nav sînorên netewe-dewleta klasîk û şovenîst de, belkî di çarçoveya Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk de bête pênasekirin. Vê pênasekirinê şûna cudakarî û serdestiya neteweyekî, pênasekirina welatiya azad û wekhev ku mafên hemû çand, ziman û baweriyan diparêze dihewîne. Di heman demê de mafê civakê ku di hemû qadên jiyanê de xwerêveberiya xwe ava bike bêyî ku sînorên heyî bike armanc û avakirina destûra bingenîn a nû û demokratîk ku hebûna kurdan û hemû gelan bi rengekî hiqûqî diparêze digire nav xwe.

Demokrasiya rasteqîn di paradîgmaya Rêber Ocalan de ne tenê sîstemeke sindoq û hilbijartinê ye, belkî ew rêbazeke jiyanê û birêvebirina civakê ye. Demokrasiya temsîlî ya Welatên Rojava gelek caran civakê bêbandor dike, lê Demokrasiya Rasteqîn li ser bingeha rêxistinkirin û tevlîbûna rasterast a civakê bi rêya meclîs, komûn û meclîsên gel ava dibe. Civaka demokratîk civakeke piştgir, rêxistinkirî û azad e. Ji bo ku sîstemeke wisa ava bibe, divê sazûmanên dewletê paşde bikişin û qada biryardanê ji civakê re bête hiştin. Bêyî civakek rêxistinkirî, demokrasiya rasteqîn û aştiya mayînde nayê avakirin.

Ger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve û bibe xwedî encamên pratîkî, wê qezencên dîrokî ji bo civaka Tirkiyê û gelê Kurd bi xwe re bîne. Ji bo gelê Kurd, ev yek tê wateya dawîhatina siyaseta înkar û şer, fermîbûna nasname û zimanê kurdî, avakirina sîstema xweseriya demokratîk û gihîştina jiyaneke azad û bi rûmet. Ji bo civaka Tirkiyê jî, demokrasîbûna dewletê, rizgariya ji barganiya aborî û siyasî ya şer, bidawîhatina neteweperestiya jehrî û geşbûna aramiya civakî garantî dike. Di asteke herêmî de, aştiya kurd û tirk wê modela Neteweya Demokratîk di tevahiya Rojhilata Navîn de bike referans. Ev rewş wê rê li ber yekîtiya konfederal a gelên herêmê veke û dawî li destwerdanên hêzên împeryalîst bîne.

Peymanên weke Lozanê li ser bingeha dabeşkirin û birêvebirina gelan hatin avakirin û şerê di navbera kurd û tirkan de encama yekser a vê siyasetê bû. Ji ber vê yekê, Aştiya Dîrokî ya kurd û tirk tenê çareserkirina pirsgirêkeke navxweyî nîne, belkî ew di heman demê de îradeya biryardar e ku siyaseta înkarê ya Lozanê hilweşîne. Yekîtiya gelan ku li ser bingeha pîvanên demokratîk û rêzgirtina mutleq a li hember mafên hevdu ava bibe, wê di sedsala duyem de Lozanê bêbandor bike. Bi vê yekê re, li şûna sînorên xwînî û dijminatiyê, serdemeke nû ya ronesans, biratî û azadiyê ji bo hemû gelên herêmê dest pê dike.

Dema em di vê çarçoveyê de li Peymana Lozanê dinerin girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan hatiye despêkirin bêhtir tê famkirin. Lewma em dikarin bêjin ev pêvajo ne tenê ji bo pêşîlêgirtina bûyer û mijarên siyasî yên ronane, ji bo rûbirûbûna dîrokî û xwedî derketina li mîrateya serhildêrên gelê kurd ên ji aliyê dagirkeran ve hatine qetilkirin jî xwedî girîngiyek mezin e. Ji vî milî ve dema em sedsala duyem ya peymana Lozanê dinirxînin, em dikarin bêjin ku wê sedsala duyem bibe sedsala Ronesansa kurdan.