Di salvegera 12emîn a fermanê de
Di nav van 12 salên tijî êş û tekoşînê de em dibînin ku civaka êzidî hên jî bê maf hatibû hiştin û îro di bin navên cuda de hewldan hene ku hêzên wan yên parastinê tine bikin, saziyên wan hilweşînin û civakê ji nû ve bê îrade, bê parastin û bê biryar bihêlin. Lê li hember vê rewşa dijwar, îradeya civaka êzidî bi ti awayî nerm nebûye û tirs neketiye dilê wan.

Berxwedan, xwerêveberî û lêgerîna statûya demokratîk a Şengalê
Di ser fermana civaka êzidî re 12 sal derbas dibin. Ev 12 sal ew salên tijî êş, birîn, pirsyar û tekoşînê ne, salên sekna serbilind û avakirina îradeyeke nû ya dîrokî ne. Gava ku em îro ji kûrahiya dîrokê û ji perspektîfa geşedanên siyasî li van 12 salên borî dinêrin, wêneyê kûr û zelal derdikeve holê. Di serî de dewleta navendî ya Iraqê di aliyê yasayî, mirovî û exlaqî de erka xwe ya bingehîn û destûrî ya li beramberî civaka êzidî pêk neanî. Di kêliya herî krîtîk a dîrokê de, civakek ku xwestin ew bi temamî ji holê were rakirin û ji erdnîgariya xwe ya pîroz bê derkirin, îro li ser lingên xwe ye, bixwe xwe rêxistin dike û bi sekneke bilind daxwaza mafên xwe yên rewa û destûrî dike.
Lê belê, divê em ji bîr nekin ku encamên fermanê hê jî di jiyana rojane, hişmendî û bîranîna civaka êzidî de pir kûr in. Îro jî li ser xaka pîroz a Şingalê gelek gorên komî nehatine vekirin, delîlên tawanên li dijî mirovahiyê di bin erdê de mane û birînên fermanê mîna roja yekemîn vekirî hatine hiştin. Ew dayik, bav û xwişk û birayên ku li benda hestiyên ezîzên xwe ne, hê jî bersiveke fermî wernegirtine. Dewlet ji bo daxwaza wan bibersivîne xebateke cidî nedaye destpêkirin. Hê jî gelek zarokên keç û jinên êzidî yên ku di tebaxa 2014an de ji aliyê çeteyên hov ve hatin revandin, bazara koleyan li ser wan hat çêkirin û hatin firotin, nehatine rizgarkirin û qeder û çarenûsa wan ne diyar e. Ev rewş bi xwe re berpirsyariya dîrokî, siyasî û mirovî ya dewleta Iraqê û hemû civaka navdewletî tîne ber çavan û nîşan dide ku birîna Şingalê hê jî xwîn jê diçe.
Civaka êzidî di fermana 2014an de bi awayekî hovane û bê wijdane bê parastin hat hiştin. Ew hêzên fermî û leşkerî ku berpirsyarên parastina herêmê û xelkê sivîl bûn, di kêliya herî tarî de li paş xwe nenêrîn, çekên xwe hiştin û gund, bajar û pîroziyên êzidiyan teslîmî dilovaniya çeteyan kirin. Ev paşvekişîn şikestineke leşkerî ya mezin bû, şikestineke mezin a exlaqî û mirovî bû ku baweriya civakê bi sîstemên navendî û hêzên derve bi temamî çikandin.
Di nav wê tarîtî, bêhêvîtî û qirkeriyê de, piştgiriya gerîla û şervanan mîna çiraya yekemîn a jiyanê, hêviyê û azadiyê li çiyayê Şingalê geş bû. Bi vê piştgiriya bilez û dîrokî û bi taybetî bi pêkanîna fikr, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha neteweya demokratîk û xwebirêveberiyê, civaka êzidî gav bi gav ji nû ve zindî bû. Wan ew tirs û bêhêvîtiya giran avêtin aliyekî, xwe birêxistin kirin, dest avêtin çekan û berê xwe dan eniyên berxwedanê da ku welatê xwe ji tunebûnê rizgar bikin. Vê piştgiriyê û vê felsefeyê şervan û welatparêz li ber hev civandin, çanda xwe-birêveberî, xwebûn û xwe-parastinê di kûrahiya civakê de çand. Bûyera fermanê ku bi sedsalan wekî "qedereke neçar" dihat dîtin, bi rêya zanebûn, rêxistinbûn û berxwedanê hat rawestandin û rê li ber fermanên nû hat girtin.
Ji dema fermanê û vir ve, Şingal êdî ne ew Şingala berê ye ku li benda biryarên xelkê din bimîne. Şingal ji dema fermanê de xwe bi xwe bi rê ve dibe. Bi meclis, komun, meclisên jinan, ciwanan û hemû saziyên xwe yên sivîl, leşkerî û civakî re, êzidiyan ji hemû cîhanê re nîşan da ku ew dikarin çarenûsa xwe di destên xwe de bigirin û sîstema xwe ya sivîl ava bikin. Di vê çarçoveyê û pêvajoya dîrokî de, hêzên parastinê yên mîna Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) bûn sembola herî bilind a hebûn, rûmet û xwe-parastina civakê. Vê îradeyê di dîroka herêmê de ferq û cudahiyeke gelekî mezin çêkir; êdî civakeke ku tenê li benda alîkariyê yan jî parastina hêzên derve dimîne tune ye, berevajî wê civakeke ku bixwe çareseriyan diafirîne, ewlehiya xwe dabîn dike û ji bo siberoja xwe biryaran dide heye.
Lê belê, îro careke din metirsiyeke nû û xedar li ser vê destkeftiya dîrokî û îradeya gel çêdibe. Niha li ser astên cuda hewldanên siyasî û leşkerî tên dayîn ku ev hêza xwe-birêveberî û xwe-parastinê nemîne û bê bandor bibe. Di çarçoveya projeya hikûmeta navendî ya Îraqê ya bêçekirina komên çekdar û sepandina desthilata dewletê de, hewl tê dayîn ku YBŞ, YJŞ û hemû şervanên êzidî yên ku çiya û rûmeta xwe parastine, bê çek bikin û belav bikin. Ji bo civaka êzidî ya ku ferman dîtine, ev nêzîkatî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Civak vê gavê vekirina derî li ber fermaneke nû û bêparastin hiştina dubare şîrove dike. Ezmûna dîrokî nîşan daye ku dema ev hêzên resen nebin û civak dîsa bê parastin bimîne, ti garantiya leşkerî û yasayî ku fermaneke din dubare nebe tune ye. Civaka êzidî ezmûneke pir giran û biêş derbas kiriye û bi ti awayî nikare dîsa çarenûsa xwe û zarokên xwe bide destê wan hêzan ku ew di kêliya hewce de bi tenê hiştine.
Li beramberî van zext û planan, Meclisa Gel a Şingalê û saziyên wê yên demokratîk bêdeng û bêçare nemane. Wan bi dehan daxuyanî, civînên gel, semîner û komxebatên siyasî li dar xistine ji bo ku projeya "Entegregasyona Demokratîk" bînin rojeva Iraqê û cîhanê. Wate û kûrahiya vê projeyê ew e ku civaka êzidî naxwaze ji Iraqê qut bibe, dixwaze tev li sîstema giştî ya dewletê bibe, bi awayekî demokratîk û taybet. Civak naxwaze van hêzên xwe yên resen teslîmî sîstemeke navendî, hişk û burokratîk bike ku di paşerojê de dîsa bê îrade bimînin. Daxwaza wan ew e ku YBŞ û YJŞ mîna hêzeke fermî, rewa û xwedî nasnameyeke taybet, di bin sîwana Wezareta Bergiriyê ya Îraqê de cihê xwe bigirin, erk û berpirsiyariya parastina Şingalê di destê wan de bimîne. Bi vê rêyê, qanûnîbûn û entegrasyona dewletî çêdibe, nasname, taybetmendî û sekna berxwedêr a herêmê tê parastin. Ev nêzîkatî çareseriyeke zagonî, realîst, aştiyane û mayînde pêşkêşî hemû hikûmet û aliyên Iraqê dike.
Civaka êzidî piştî van salên tijî ezmûn gihîştiye wê baweriya kûr û neguhêr ku eger ew pişta xwe tenê bi hêzên derve, dewletên herêmî yan jî hêzên ku li gorî berjewendiyên xwe yên rojane tegeriyan girê bidin, xetereya fermanan û qirkeriyê wê her tim li ser serê wan hebe û berdewam bike. Tekane garantiya hebûn, azadî û rûmetê, hêz û îradeya navxweyî ya civakê bixwe ye. Pêwîst e civak xwe bispêre hêza xwe ya rêxistinkirî, leşkerî û civakî, li ser vê bingehê pêwendiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk bi derdorê û dewletê re ava bike.
Lê belê di vê salvegera 12emîn a giran de, pêvajoyeke nû û dîrokî jî li herêmê geş dibe û balê dikişîne: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rojeva giştî ya herêmê de ye. Ev bang û ev geşedan rasterast bandora xwe ya siyasî û ewlehî li ser Şingalê û paşeroja wê dike. Girêdaneke kûr û stratejîk di navbera geşedanên li Bakur û rewşa giştî ya Şingalê de heye. Eger pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk li Bakur bi ser bikeve û encamên erênî bide, ev wê rasterast deng bide û bandorê li ser polîtîkayên dewleta Iraqê jî bike. Di rewşeke biewle, aştiyane û demokratîk de, Iraq jî dê neçar bibe ku nêzîkatiyên xwe yên kevnar û ewlekarî yên li hember civaka êzidî biguhere, dev ji polîtîkayên givaş, zext û bêçekirinê berde û mafên wan ên qanûnî nas nake.
Di rewşa îro de, mixabin Şingal bêhtir wekî baregeheke leşkerî tê dîtin û em dibînin ku gelek artêş, hêzên leşkerî yên cuda û polîsên navendî li nav Şingalê û derdora wê hatine biwar kirin. Ev leşkerîkirina zêde ya herêmê, jiyana sivîl dixe bin zexteke giran, geşepêdana aborî û civakî asteng dike û îstiqrar û ewlehiyê xira dike. Lê belê, bi gavên demokratîk ku li Bakur û li herêmê tên avêtin re, zemîna vê nêzîkatiya leşkerî lawaz dibe û hewcedariya bi guherîna van nêzîkatiyan hîn bêhtir derdikeve holê. Geşedanên siyasî nîşan didin ku pirsgirêka Şingalê bi rêyên leşkerî û zextê nahêle, tenê bi diyalog û di çarçoveya projeyên demokratîk de dikare bibe xwedî çareserî.
Di encamê de, di nav van 12 salên tijî êş û tekoşînê de em dibînin ku civaka êzidî hên jî bê maf hatibû hiştin û îro di bin navên cuda de hewldan hene ku hêzên wan yên parastinê tine bikin, saziyên wan hilweşînin û civakê ji nû ve bê îrade, bê parastin û bê biryar bihêlin. Lê li hember vê rewşa dijwar, îradeya civaka êzidî bi ti awayî nerm nebûye û tirs neketiye dilê wan. Civaka êzidî îro bêhtirî her demê biryardar e û israr dike ku gerek ew xwe bi xwe bi rê ve bibe, biryarên xwe bixwe bide û herêma xwe bixwe biparêze. Ev daxwaz ne li dijî destûr û yekîtiya Iraqê ye; di çarçoveya destûra Iraqê bixwe de mafê wan ê xweseriyê, naskirina îradeyê û birêvebirina herêmê dixwazin. Ev maf ne tenê daxwazeke siyasî ye, mafekî sirûştî, dîrokî, exlaqî û rewa ye ku bi xwîna hezaran şehîdan hatibû bidestxistin. Şingal a xweser, xwedî îrade û demokratîk, misogeriya herî mezin e ku fermana 75an bi ser civakê de neyê û garantiya yekane ye ji bo avakirina pêşerojeke azad, birûmet û di nav aştiyê de.


