Di Kafkaeskê de rastî

Josef K. sibehekê radibe û nizane bê ji ber çi hatiye girtin. Mîna ku em jî nizanin bê ji ber çi hatine vê dinê, em jî Josef K. in û li pirsa hebûna xwe digerin

•
1 deqe xwendin
Di Kafkaeskê de rastî

Kadîr Stêra

Di vê nivîsê de, ez ê hinekî li ser têgiha Kafkaeksê hûr bibim. Ez ê li ser pirsa "Çi ye Kafkaesk?" bisekinim. Kafkaesk labîrentek e û di nav vê labîrentê de li xelasiyê digere.
Rastî çi bû? Di nav vê pergala kapîtalîst de, di nav vê modernîzma kapîtalîst de lehengên Kafkaeskê ji rastiyê dûr dikevin, jiyan li wan giran dibe, ew jî berê xwe didin êşa hebûnê, li xwe digerin; lê xwe nabînin. 
Kafkaesk; ew şewqa biçûk e di nav tarîtiyê de. Ew lehengên ku di nav qaosê de, li xwe digerin û dizanin wê têk biçin; lê car din jî diceribînin. Kafkaesk bêwatebûn e, di vê bêwatebûnê de rastî û xeyal nêzî hevdu ne. Pirî caran leheng nizanin bê rastî çi ye, xeyal çi ne.
Ruhê lehengên têgiha Kafkaeskê, ji hêla dagirkeriyê ve  hatine talankirin,  baskên wan hatine şikestin; lê car din jî ew li firînê digerin.
Kafka bixwe ji Komara  Çekyayê bû û li Pragê hatibû dinê, ew cihû bû, berhemên xwe jî bi almanî dinivîsandin. Wî nasnameya xwe wekî gelek cihûyan vedişart. Em hemû dizanin bê ji hêla Naziyan çi hatibû serê cihûyan. 
Franz Kafka di wê serdema xwe de, dizanîbû bê wê ev serdema me çawa be. Dê mirov dûrî civakbûnê biçûna, wê rê li ber bejewendiyan nehata girtin, wê bi pêşketina takesaziyê mirov bibûna biyaniyê civakê, bi vê rewşê re wê xwe-kuştin zêde bibûna. 
Kafka ev hemû dizanîbûn û di berhemên xwe de qal dikirin; lê nedihate fêmkirin. Hetanî ew sax bû, berhemên wî nedihatin xwendin jî; lê piştî mirina wî ew kêm zêde hate fêmkirin.
Çi fêde wî xwe nas nekir, ji hêlekê di nav civakê de difetisî, ji hêla din bavê wî lê hatibû xezebê. Bav jiyan lê teng dikir, li gel van zordariyan wî pênûs ji destê xwe bernedida û her tim berê wî li wêjeyê bû.
Wêjeya ku Franz Kafka afirandiye ne wêjeyeke jirêzê ye, wî lehengên absûrd afirandine. Lehengên wî li hemberî desthilatdariyê serî radikin. Mînak "Josef K."  sibehekê radibe û nizane bê ji ber çi hatiye girtin. Mîna ku em jî nizanin bê ji ber çi hatine vê dinê, em jî Josef K. ne li pirsa hebûna xwe digerin. Josef K. ji ber çi hate girtin; em ji ber çi li vê jiyanê hatine girtin? Li gorî Kafka, ji xwe jiyan girtîgehek e û ji roja em çavên xwe li vê dinê vedikin  em tên girtin.
De îcar bi çûyîna demê re, her ku em bîra vê girtîgehê dibin dixwazin xwe ji vê girtinê azad bikin. 
Em ê çawa azad bibin, bi mirinê an bi xwe-naskirinê? Gelek mirov xwe nas nakin û dimirin mîna koleyan ji vê dinê bar dikin. Kêm mirov xwe dinasin û bi ruhê xwe yê azad dimirin. Wê çaxê em dikarin bêjin ku xwe-naskirin azadî ye. 
Josef K. çi qas li sedema girtina xwe bigere jî ew gera wî belasedem e. Ew ji hêla hiş ve hatiye girtin, çi bike neke jî wê nikaribe xwe ji girtîgeha hişê xwe azad bike. Dadgeh hatiye avakirin, hikum hatiye birîn. Ew girtî ye û nikare xwe azad bike, wê her ku biçe bêhtir rastiyê tevlihev bike, wê ji xwe dûr biçe. An wê bibe xwe an jî wê bişibe civakê.

Erê Josef K. sibehekê rabû ku hatiye girtin. Jixwe di berhemên Franz Kafka de, çi dibe ji nişkan ve dibe. Weke ku Gregor Samsa sibehekê ji xewê radibe ku bûye kêzikek. Edî Gregor Samsa, sibehê nediçû kar, di çavên malbata xwe û civakê de nema bi kêrî ti tiştî dihat. Ew di çavên modernîzma kapîtalîst de bibû kêzikek. Li gorî bejewendiyên malbat û civakê ew mirov bû; lê gava dibû antî-lehengek ew dibû kêzikek û dihate pelçiqandin
Kêm kes di wê ferqê de ne ku ew bixwe Gregor Samsa ne. Çi jiyaneke absûrd e, per û baskên te çêbibin û bi esmanan jî bikevî, heger tu li gorî civaka kapîtalîst neçî, tu yê her dem di çavan de kêzikek bî. Lê xelasî çibû? Helbet xelasî li derdora civaka komunal bû. Bi qasî ku em komunal bin, em ê xwe li ser esasê xwe-avakirinê bijîn; berevajiyê vê Gregor Samsa ye. Em çi qas jiyaneke komunal bipejirînin; em ê ew qas jî ji xwe hez bikin, em ê ew qas jî bi xwe re di nav aştiyê de bijîn. 
Em di berhema Guherînê ya Franz Kafka de, rastî du lehengên sereke tên. Yek Gregor Samsayê xebatkar yek jî Gregor Samsayê bêkar e. Di navbera van her duyan de cudahiyeke pir mezin heye. Yek serî ditewîne û li gorî esasê kapîtalîzma modernîst jiyana xwe didomîne, ê din serî hildide û xwe dijî; lê gava ew xwe dijî absûrdîzm derdikeve holê. 
Guherîn ( Die Verwandlung), Doz (Der Prozess) du berhem û du lehengên ne jirêzê; Josef K.  û Gregor Samsa. Heman şûngeh cihê xwe li van berheman girtine. Her du leheng jî li nav cihê xwe ne û sibehekê şiyar dibin. Di van berheman de şûngeh nav livînan e, odeya razanê şûngeh e. 
Gelo em dikarin bêjin ku her du leheng jî berdewama hevdu ne? Her çiqas hin hevparî hebin jî cudahî jî pir in. Di berhema ( Die Verwandlung) de nediyarî zêde ne li pêş in, sedema kêzikbûna Samsa diyar in; lê berhema ( Der Prozess) ne wisa ye. Nediyarî pir li pêş in, bûyer heye lê sedeb nediyar e. Lê her du berhem jî absûrd in, mîna vê jiyanê. 
Jixwe ev jiyan jî bintena serê xwe absûrd e û li gel vê absûrdiyê meriv pirî caran naxwaze ji nav cihê xwe rabe ser xwe.
Lîstik ji aliyê kê ve hatiye amadekirin? Çi karê me li vê dinê heye? Em kî ne, çima dijîn, wate bi xwe re çima êşan tîne? Çima, çima em vê lîstikê têk nabin? Hema em têk diçin, lê car din jî diceribînin. 
Di vê labîrentê de, Josef K. û Gregor Samsa rastî hevdu hatin û di nav êşan de li xwe digeriyan; ew absûrd, ez absûrd, hûn absûrd. De ka wê çawa be? Dixwazim êşên xwe biverişim û sibehê bi dilekî rehet ji xewa şêrîn rabim ser xwe, ji jiyanê hez bikim, bi kelecaniya mezin bendewarê Mîlenaya xwe bim. 
Dixwazim bi xwe re rast bim, bi civakê re rast bim, dixwazim siya xwe têk bibim. Lê ez anha bi kêrî xwe nayêm, bi tenê bi vê nivîsa xwe dixwazim bi kêrî we bêm. Ji qewlê Franz Kafka ve, dixwazim bibim qefesek û derkevim gera çûkekê. 
Pir gotinan meriv dikare li ser Kafka û lehengên wî binivîse; lê ez jî mirov im êdî wextê xewa min e. Belkî di xewnan de rastî Franz Kafka bêm, em li Pragê bigerin, belkî Josef K., Gregor Samsa û Mîlena jî li wir bin. Kî dizane?