Di civîna NYê de kî dê çawa xwe birêse

Bi rêbaza nedayina vîzeyê ya ji bo Serokê Filistînê Mehmud Ebas dertê holê ku Donald Trump piştgiriya siyaseta qirkirinê ya Benyamin Netanyahu dike. Bi dayina vîzeyê ya Serokkomarê Îranê Mesud Pezejkiyan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî hewl dide di navbera wan û hêzên Parastina Rejîma Îranê de dubendiyê kûr bike.

•
1 deqe xwendin
Di civîna NYê de kî dê çawa xwe birêse

Di 22-23yê Îlanê de civîna 81emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê pêk hat. Bi gotineke zelaltir ev civîn civîna hemu welatên cîhanê ye. Nûnerê 193 endamên NYê yên fermî beşdar bûn. Di misyona civînên wisan de divê kêşeyên cîhanê bên şîrovekirin û ji bo wan rê û rêçikên çareseriyê bêne dîtin. Di civînê de mafê axaftina her serok û serokkomarê welatekî tenê 15 deqe bûn. Bê îstîsna nûnerê hemu welatan ev  mafê diyarkirî binpê kirin û ji 15 deqeyan zêdetir axivîn. Li gel axaftina zêde jî di çarçoveya misyona civînê de ji bo selameta cîhanê rê û rêçikek jî nehat afirandin.   

Lê mirov nikare bêje di civînê de gotinên vikî vala û ji axaftin û hevdîtinên pêk hatin. Mirov rengê daxwaza dîplomatên her welatî hê hêsantir dibîne. Her wiha di helwesta hikûmeta Amerîkayê ya dayîna vîzeyan de jî hesabê siyaseta Amerîkayê ya negotî jî aşkera dibe. 

Bi rêbaza nedayina vîzeyê ya ji bo Serokê Filistînê Mehmud Ebas dertê holê ku Serokê hikumeta Amerîkayê Donald Trump piştgiriya siyaseta qirkirinê ya Serokê Hikumeta Îsraîlê Benyamin Netanyahu dike. Bi dayina vîzeyê ya Serokkomarê Îranê Mesud Pezejkiyan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî hewl dide di navbera wan û hêzên Parastina Rejîma Îranê de dubendiyê kûr bike û têkiliyê Pezejkiyan a bi welatên wek Amerîka û Tirkiye re li pêş bixe. 

HikumetaTrump vize da Serokkomarê Suriyeyê Ehmet El-Şara û Wezîrê Karê Derve Esad Hesen eş-Şeybanî jî. Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo hikumeta Suriyeyê venaşêre. Diyar dike ku pêwîstiya wî bi “Zarokên ne baş” heye. Niyeta wî  ew e ku siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û bi taybet jî ya li dijî Tehranê di ser “Zarokên ne baş” li pêş bixe. Ji bo vê her roj bi rengek piştgiriya wan dike û destê wan xurt dike. Dayîna vîzeyê jî ji bo hikumeta Şamê bi xwe ve girêde bikar tîne. 

Trump li New York ê di Navenda Giştî ya NYê de civîna li ser Îranê li darxist. Di civîna li ser Îranê de li gel Serokkomarê Tirkiyeyê, Emîrê Katarê, Nûnerê Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Kuveyt û Misrê Serokomarê Sûriyeyê Şara jî cîh girt. Taybetiya vê civînê heye. Wek Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vanse di 4ê Îlona 2026an de li Qesra Spî di daxuyaniyê de got: “Tirkiye, Azerbaycan û hin welatên din li pişt deriyan li dijî Îranê piştgiriya veşartî didin Amerîkayê” pêk nehat. Ev civîn ji raya giştî re vekirî pêk hat û navê civînê jî civîna li ser Îranê bûn.  Ev hewildanên bi van rêbazan pêk tên destnîşan dikin ku Amerîka hewl dide piştgiriya hin welatên li dijî Îranê alîkarî didin Amerîkayê aşkera bike. Rêbaza civîna aşkera hem sekna dualî teşhîr dike û hem jî dijberiya navbera welatên piştgiriya veşartî didin Amerîkayê û Îranê kurtir dike. 

Bret McGurk di panela li Councila Atlantîk ya di bin banê NYê de ye Serokkomarê Suriyeyê Şara bi pirsên xwe da axaftin. Şara di bersivan de diyar kir ku ew salek e bi navbeynkariya Amarîkayê bi Îsraîlê re hevdîtinên raste-rast dikin. Ji sedî 90ê pirsgirêkan çaresar kirine. Lê Îsraîl her ku çareserî pêk tê şertên nû datîne holê û lihevhatin pêk nayne. McGurk da zanîn ku kurd parçeyeke civaka Suriyeyê ne. Mafê wan ê çandî û zimanî hem heq e û hem jî rewa ye. Şara vegot ku zimanê kurdî dê bikeve mufredatê.

Divir de Şara hewl dide xwe li gor siyaseta Amerîka û Îsraîl jê dixwazin bide nişandan. Lê bi gotinên xwe helwesta xwe ya veşartî dide dest. Hişmediya ku çand û zimanê gelekî bike mijara bazarê ne pêkane ku ji wî derve keseke din bawerî bi sekin û helwesta wî bîne. Îsraîl ji van gotinên Şara baş derdixe ku destê wî ji aliyê leşkerî û aboriyê ve xurt bibe, hêza xwe ya teknîka hewayî, moşek û dironan hebe; her wiha piştgiriya Tirkiye û welatên misilman ên sune û şîa jî bide pişt xwe dê çi felaketan bîne serê Îsraîlê û hwd. 

Şara xwe çiqasdi bin sîwana rebeniyê de veşêre jî Îsraîl baş zane ku Şara ‘Netanyahuyê lewaz’ e. Îsraîl û analîstên pispor ji siyaseta navxweyî ya Şara, dibînin wî baş nas dikin. Roj were û derfet çê be siyaseta reben ya durû ya Şara dê mala xwe barke û di cihê wê de siyaseta fetwayê ya qirkirina civakan û lêkirina bazara firatina jinan dayne.

Ji niha ve Amerîka ji bo rê li pêşiya vê bigire hewl dide Suriyeyê û hevalbend û piştgirên Şamê yên sozên veşartî didin û pêk naynin aşkera bike da ku rê li ber hesabê siyaseta durû bigire.