Di civaka kurd de astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk

Piştî sedsalekê Tevgera Azadiyê ya Kurdî hewl dide ku bi siyaseta demokratîk van her du awayên xitimî derbas bike da ku siyaseta demokratîk a kurdî bi saziyên xwe yên taybet ji neçariya feodal û mijmijok a navxweyî rizgar bibe.

•
1 deqe xwendin
Di civaka kurd de astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk

Siyaseta feodal ew siyaseta ku ji dawiya heyama navîn maye ye. Heya asteke girîng bi cîlaya dîn ve tevlihev e. Ji ber vê yekê siyaseteke kastî ye jî. Ji ber civaksaziya kurdî ku demeke pir dirêj li ser van bingehan xwe birêxistin kiribû, di asteke girîng de tevlî awayê siyaseta hemdem jî bû. Ev awa, ji ber ku hem feodal e û di cewher de bi ketina bi derdorên xwe re mijûl e, awayê siyasetê yê mijmijok e û vejeniyê ji hundir ve mijûl dike. Bandora pîvanên totemî û hozî ji aliyê guman û fikarên siyasî ve li ser vî awayî gelek e. Bi heman awayî kastî ye. Lewma naxwaze ji xwe re hempa û hemtayan bibîne. Hin sedemên girîng ên ku Mîrtiyên Kurd ên sedsalên 18 û 19 an di nav xwe de xitimîn û têk çûn ev e. 

Partiyên kurdî yên serê sedsala 20î jî heya asteke girîng li vê rewşê aliyan. Hişmendiya bûrjûvayên serdestan di tevahiya sedsala 20î de van aliyan û awayê wan ê siyaseta eşîrî bi hev dan mijûlkirin û wisa venêrand. Hin pêşiyên van aliyan bi serdestan re têkiliyên dualîst danîn û bûrjûvayeke kurdî ya berjewendperest di sedsala 20î de derket holê. Ev bûrjûva xwe wekî ku ast derbas kiriye dît û hemû pîvanên civaka xwe bi xwe re firot serdestên tirk, ereb û persan. Di hemû qadên civakî de vana xwe da der. Sedema sereke ya ku îro çand û zimanê kurdî rastî bişaftineke mezin tê ev alî ne. Ev wekî nemûş bi kar anîn. Ji ber xitimîna hişmendî û siyaseta feodal a navxweyî, vana rêya derketinê dûrketina ji pîvan û civaka xwe de dîtin. Lê gava ku dûr ketin jî çi nirxên mayî hebûn bi xwe re bi firotinî birin. Îro bi taybet li bakurê Kurdistanê civaka kurd heya şaneyên xwe yên dawî vê neyîniyê dijî. Tişta ku li pêşiya siyaseta demokratîk a kurd asteng e jî, ev hişmendiya lîberal a pişaftî ye.

Piştî sedsalekê Tevgera Azadiyê ya Kurdî hewl dide ku bi siyaseta demokratîk van her du awayên xitimî derbas bike da ku siyaseta demokratîk a kurdî bi saziyên xwe yên taybet ji neçariya feodal û mijmijok a navxweyî rizgar bibe. Lê ji bo vê pêwîstî bi avakirina saziyên hewce heye. Bêyî sazî, xetereya ku demokrasiya navxweyî vegere demogojiyê pir zêde ye ku mînakên wê di hewldanên siyaseta herêmî de tên dîtin. Bi van saziyan jî nêrîna çewt a ku pêşveçûn û zanînê di bişaftin û dûrketina ji pîvanên xwe de dibîne dikare were teşhîrkirin. Ev, di heman demê de polîtîkayên serweran ên li ser civaka kurd in jî. Heke destwerdaneke demokratîk a navxweyî ya bi vî awayî nebe, dibêtî heye ku di pêşerojê de rewşeke domdar a civakî ji bo kurdan nemîne. Saziyên ku ne li vejeniya rojane ya civakê bibin bar, ne jî wan ji kirdebûna wan dûr bixin. Lê wisa dixuyê ku serê siyaseta kurdî ya ‘legal’ li bakurê Kurdistanê di vê hêlê de têr zelal nîn e. Bi taybet piştî ezmûna çareseriya pirsgirêka kurdî a yekemîn ku ji aliyê dewleta tirk ve ji bo tasfiyekirina tevger û civaka kurd hewl hat dayîn ku were bikaranîn, fikarên bi vî awayî zêdetir xwe didin der. Di vê hêlê de, di çarçoveya danûstandinên bi dewleta tirk re, ji bo rêxistineke bi vî awayî divê ku li zemîneke hiqûqî were gerîn, lê bi tenê xwe bi vê ve jî girêdan dê vîna gel biherişîne. Wekî mînak: li gundan heyetên muxtarî, extiyaran, kooperatîf û hwd dikarin ji bo vê werin veguherandin. Ji vana hemûyî dikare platformeke hevpar were sazkirin. Heke dê bi dewletê re lihevkirinek pêk were û ji pergala heyî qutbûn çênebe, wê demê saziyên heyî dikarin werin veguherandin. Ji bo vê dibe ku guhertinên zagonî jî pêwîst bin. Di guhertineke zagonî ya herêmî de kurd dikarin bixwe jî di çarçoveya şertên rêveberiyên herêmî yên ewropî de bi xwe hewlên bi vî awayî pêk bînin. Dewlet saziyên civaka sivîl kiriye hêmanên biçûkkirin û venêrandina civakî li gorî berjewendiyên xwe. 

Li navçe û bajaran di serî de van saziyan, platformên demokratîk ên bajêr dikarin cihê qaymeqamî û walîtiyên ku li ser gel û bajêr bûne bar bigirin. Şaredarî wekî navenda vana dikarin ristê bigirin ser xwe ku bi qasî tê şopandin, ramanên bi vî awayî jî di nav siyaseta demokratîk a kurdî de hene. Saziyên wekî şaredarî ku milekî wê bi gel ve ye û milekî jî bi dewletê ve ye, ji bo projeyên bi vî awayî bivê nevê ne. Bûrjûvaya dualîst ku di berdêla têrkirin, dewlemendkirina xwe de nirxên gelê xwe dike mijara bazar û firotinê, dikare bi vî awayî were sekinandin û ber bi nav saziyên demokratîk ve were kişandin. Hişmendiya feodal a mijmijok jî bi vî awayî ji kirasê ku ev bi sed, du sed sal in di navê de dixeniqe dikare were rizgarkirin. Li holê ji aliyê dewleta tirk ve ne civak, ne jî pîvan û sazî hatine hiştin. Derketineke nû dê rewşê ji aliyê erênî ve bi tevahî biguhere.