Di atmosfera şerê 3’emîn ê cîhanê de xwendineke rast û rola dîplomasiya rast
Feylezofê navdar yê serdema me Slavoj Zîzek şoreşa Rojava bibîrtîne û dibêje, “Kurdan hêviyên me ya di dinyayê de ji bo demokrasiyê nemabûn dîse şîn kirin” Dîse ji bo şervanên Rojava Zîzek dibêje,...

Feylezofê navdar yê serdema me Slavoj Zîzek şoreşa Rojava bibîrtîne û dibêje, “Kurdan hêviyên me ya di dinyayê de ji bo demokrasiyê nemabûn dîse şîn kirin” Dîse ji bo şervanên Rojava Zîzek dibêje, “Komek entellektuel, utopyayek şênber kirin”
Wilo dixweyê ku êdî ne tenê em Kurd, hemû gel û pergalên dewletkî jî di wê qeneetê de ne ku di pêvajoyeke dijwar û hesas re derbas dibin. Tiştên di van demên dawî de diqewimin xwedî hêzeke veşartî ne ku çarenusên heyî sero bino bike û yên nû diyar bike. Her çiqas bûbe gotineke klasîk jî ji ber ku vê demê xwedî girîngiyeka mezine hêjaye em dubare bikin. Li dinyayê qaosa pergala dewletkî ji her demê kûrtire û ev demên wusa di nav xwede hem îhtimala felaketên mezin ji bo mirovahiyê hem jî derfetên şoreşên civakî dihewîne. Hêzên hegamonik îdeaya wan ew bû ku bi derfetên pergala modernîteya kapîtalist her diçe pirsgirêkên mirova mînîmize dibin û pergala siyasiya serdest a heyî ya herî baş e. Vê modernîteya serdest ji xwere hin heqîqet afirandibûn û li gorî wê xwe saz kiribû. Her weha xwe navenda her tiştî dida xweyakirin. Pêşberî vê pergalê hemû hewldanên heyî jî weke hewldanên terorî û xerabker pênase û kriminalîze dikir. Moderniya kapitalist ên dijberî xwe weke yên derveyî şaristaniyê binav dikir û li gorî teza wê yên dijberî şaristaniyê gerek werin tinekirin. Bes van demên dawî êdî ne tenê em derdorên ji pergala wan a hov diêşin, ew bi xwe jî her çiqas li ser heqîqetên bê nîqaş li xwe mikur nehatibin jî, dibînin ku cinawirekî çawa afirandine. Nûnerê vê moderniteya serdest ev demeke dikin qare qar û dibêjin felaketên mezin li ber deriyê wan in.
Wek mînak dixwazim di van çend mehên dawî de çend nirxandinên di eniya moderniteya serdest de hatin kirin bi were parve bikim; Wezîrê parastinê yê Almanya Pistorius got ku dive di demeka nêz de weke dewlet ew xwe ji hêla çek û şer ve tekûz û xwurt bikin da ku karibin xwe pêşberî şerekê mezin biparêzin. Wezîrê parastinê yê Britanya Shapps jî got ku bingeha pergala dunyayê di bingeha xwede diheje û got “Em ji dinya piştî herba mezin derbasî pêşiya herbeka nû ya mezin dibin û dive amadekariyên me goreyî wê bin.” Serfermandarê dewleta Norveç îdea kir ku Avrupa ji ber ku karibe bi Rusya re şer bike 2-3 salên wê hene. Nexwe dê firsetê wenda bike. Serfermandarê Swêdê jî di heman çarçovê de got ku dive dewletên rojhilat û bakurê Avrupa hemû ji şer re amade bin. Hin kesên vê pergalê yê payebilin jî pêşniyariyê ji gelê xwere dikin ku têra nizanim çiqasî qut stok bikin da ku di şerekê muhtemel de ji nêza nekevin. Ne tenê rayedarên dewletan heman demêde kesên lêkoliner û akademisyen jî rewşa heyî weke şerekê nû yê cîhanê bi nav dikin.
Lê ev ne binavkirineke nû ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê beriya niha 15 salan di parastnameya xwede dibêje şerê cîhanê yê 3’yemîn dest pê kiriye û wuha didomîne; “Şerê sêyemîn ê cîhanê rastiyeke û navenda wê Rojhilata Navîn û atmosfera çanda wê ye. Tenê tiştên li Iraqê pêk tên jî diyar dike ku şer tenê ne bi dewletekêve eleqedare û ji vê bêhtir bi berjewendiyên hêzên hegamonîk yê dinyayê ve têkildare. Ev şer enceq bê bandorkirina Iranê, bi istiqrarkirina Iraq û Efganîstanê û ji holêrakirina tehdîtbuyîna Çîn û Latîn Emerîqayê dê biqede.”
Birêz Ocalan tenê ne di nirxandineka xwe de em dikarin bêjin roja ku bi itifaqeke lewitiya navdewletî dîl hatî girtin û heta neha di her nirxandinėn xwe de, di her pirtûka xwe de û di her firsetê de bal kişand ser heman tiştî û tenê ne ji gelê Kurd re ji hemû derdorên civakiyê ku ji hêla moderniteya kapitalist ve têne perçiqandin û keda wan tê xwarin re got ku pergala dinyayê ya heyî ji ber ku ne pergaleka adil û miroviye, Ji ber ku li ser keda mirova desthilatdarî û sermayê kom dike dê her biçe krîza wê kûr bibe û êdî nikaribe xwe bidomîne. Yan dê xwe revîze bike û pergala heyî bi şêwazekê din bidome yan jî pêşberî vê pergalê eniyeke kuresela mirovayî û demokratîk dê rêxistin û xwert bibe û di encamê de şoreşek pêk were. Birêz Ocalan her weha derketina şerekê nûyê cîhanî tiştek mutleq didît. Tiştên di van salên dawî de diqewimin gotinên Birêz Ocalan yek bi yek piştrast kirin. Pandemiya Coronayê ya ku 2020 dest pê kir û hemû dinya vegirtî weke şeqamekê li ruyê pergala hegamonîka dinyayê ket û hemû derewên wê raxist ber çava. Me dît kû pandemiyek dikare pergaleka ku xwe wek xweda didît rezîl û ruswa bike. Ne sazî û dezgehên vê pergalê têrî dikir ku bibe bersiv ne sermaye û derfetên din. Ekonomiya dinyayê derbe xwar û krîza pergalê kûr bû. Di vê pêvajoyê de lêgerînên nû dest pê kirin. Ji xwe pergala dunyayê ji dû sê seriyê hegamonîkê afirî bû. Li hêlekê eniya rojava ku ji Emerîqa û dewletên Ewropa pêk dihat, li hêla din jî eniya ku ji Rusya serkêşiya wê dike. Hin kes Çînê jî di nav vê eniyê de pênase dikin hin kes jî weke hêzeka serbixweya ku her diçe mezin dibe dibînin. Lêgerînên pergala hegamonîk weke dihate texmînkirin dê ji gurkirina şerê nuyên cîhanê pêve ne tişteka din bûye. Baş tê zanîn ku xurtbuyîna eniyên hegamonîk enceq bi vegirtin-mê


