DFG'ê: 746 rojnameger tên darizandin
Li gor rapora DFG'ê ya sala 2021'an, di nav salekê de hezar 460 nûçe hatine astengkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye, doz li 52 rojnamegeran hatiye...
Li gor rapora DFG'ê ya sala 2021'an, di nav salekê de hezar 460 nûçe hatine astengkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye, doz li 52 rojnamegeran hatiye vekirin, li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal ceza hatiye kirin û 62 rojnameger girtî ne.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li avahiya xwe ‘Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2021'an’ bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di civînê de destpêkê hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglû axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku îro 4 çîleyê duyemîn salvegera damezrandina komeleya wan e û qala zextên li ser rojnamegeran kir.
Piştî Muftuoglû hevserokê komeleyê Serdar Altan axivî û rapora salê ya ku amade kiribûn aşkera kir. Altan da zanîn ku di nava salekê de êrîş li 55 rojnamegeran hatiye kirin û 2 rojnameger hatine kuştin. Polîsan avêt ser malên 9 rojnamegeran, 61 rojnameger hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin û îşkence li 23 rojnamegeran hat kirin. Altan destnîşan kir ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamegeran hatiye kirin, 102 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.
Di beşa ‘binpêkirina azadiya îfade û ramanê ya li dijî rojnamegeran’ raporê de hat ragihandin ku 54 rojnameger ketine ber lêpirsînê, doz li 51 rojnamegeran hatiye vekirin li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72.206 hezar TL jî cezayê pere hatiye birîn. 746 rojnameger tên darizandin û 62 rojnameger girtî ne.


