DFG: 58 rojnameger hatin darizandin
Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), rapora coptmehê ya binpêkirinên mafên rojnamegeran aşkera kir.
Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), rapora coptmehê ya binpêkirinên mafên rojnamegeran aşkera kir. DFG’ê di raporê de ragihandin ku di demeke ku pêwîst e rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin de zext li wan tê kirin û tên binçavkirin. DFG’ê da zanîn ku gelek caran êriş li rojnamegeran hatin kirin û wiha got: “Bi taybetî jî dema bûyerên civakî dişopînin polis tundî li wan dikin. Ji ber vê tundiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Polis hevalên me yên rojnameger dişopînin, li wan didin û amûrên wan ên kişandinê desteser dikin.”
DFG’ê di raporê de da zanîn ku pêkanînên sansurê di cotmehê de leza xwe winda nekirine û wiha got: "Bi qasî ku me tespît kirine tenê di cotmehê de xwegihandina 50 nûçeyan hatiye astengkirin û 5 malperên înternetê hatine girtin. Astengkirin û sansurên di medya dîjîtal de ne tevî wan daneyane. Li Tirkiyeyê heta 2'ê mijdarê hejmara rojnamegerên girtî 62 ne. Di meha cotmehê de 3 rojnameger hatine binçavkirin, êriş li 6 rojnamegeran hatiye kirin, 8 rojnameger dema nûçe şopandine hatine astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin, doz li 4 rojnameger hatiye vekirin, 2 sal, 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li 3 rojnamegeran hatiye birîn, darizandina 58 rojnamegeran berdewam kiriye, di girtîgehê de mafên 3 rojnamegeran hatiye binpêkirin, 2 cezayên RTUK'ê hatine dayîn û 50 nûçe û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.”


