Dewlet Bahçelî çiqas ji dil nêzî çareseriyê dibe?
Di şexse dewletê de Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî silav da DEM Partiyê û peyama çareseriyê da. Lê ji bo ku baweriyê bidin û ji dil nêzîk bibin divê şertên gelê kurd qebûl bikin.

Di şexse dewletê de Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî silav da DEM Partiyê û peyama çareseriyê da. Lê ji bo ku baweriyê bidin û ji dil nêzîk bibin divê şertên gelê kurd qebûl bikin.
Çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê heya niha berdewam dike. Di 1992’an de Turgut Ozal xwest tevgêra azadîya Kurdistan tune bike. PDK-I û YNK tev li artêşa Tirk êrişî gerîlla kirin. Lê encam negirtin. Turgut Ozal fam kir rêya eskerî ve nigarin gerîlla tune bikin. 1993’an de hinek mirovên xwe kirin dewrê û şandin cem Rêber Apo. Rêber Apo got “Ez berê guman nêzîk bûm, taliye me got ka em bicerîbînin û li ser wê me agir best îlan kir.” Dewleta Tirk çi cara ku tengav bûye xeber ji Rêber Apo re şandiye û destê aştîyê dirêj kiriye. Lê dewleta Tirk li dû hîlekariyaye û xwestiye wext qezenc bike. Hevdîtinên Oslo û Îmraliyê hate encamekê dawî de mase hate wergerandin. Ez wisa bawerim ku R.T.Erdogan bi serê xwe ev biryar nedaye. Ji derve emir hat û wî jî pêk anîye. Çawa Bulent Ecevît gotibû “Em nizaninEmerîkayê çima Abdullah Ocalan radestî me kirine”, dê rojek bê R.T.Erdogan jî dê bibêje “Ji derve mudahale nebuya niha pirsgirêka Kurdan me zû de çareser kiribûya.” Dema wisa got jî divê kes şaş nebe. Yên Kurdistan din ava dewleta ereb, faris û tirkan de kirin çar parçe û kirin mîna mîkutekî emperyalizm e. Kurd çi dem derfetek derketiye ji bo azadîya xwe xebitîye. Li her carê jî emperyalîzmê alîkarî daye dagirkeran pêşî girtine. Ku ji derve mudahale nebuya dê di dema Ozal de rêya çareseriyê vebûya. Lê Turgut Ozal dane kuştin û pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurda girtin. Salên 90’î Rêber Apo got: “Ez li muhatabekî digerim.” Dema komploya 9 cotmehê Rêber Apo li şûna çîya, rêya ewrupayê hilbijart. Cîhên pirsgirêka Kurda were çareserkirin hate navenda wê li Emerîkayê hemû tişt hilda bin kontrola xwe pêşî girt. Nehîşt çareserî çêbibe û Rêber Apo radestî dewleta Tirk kirin. 26 sal in Rêber Apo li girava Îmralî dîl hatiye girtin.
Kurd her dem ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan amade ne. Lê muxatabên derkeve pêşiya Kurdan tune ye. Muxatabên Kurdan Rêber Apo ye. Di destê dewleta Tirk de dîl girtî ye. Dewleta tirk herdem dikarin biçin hevdîtina wî bikin. Lê bêdengin. Dur an nêzîk ev pirsgirêka Kurdan dê di navbera PKK û dewleta Tirk de bê çareserkirin. Dewleta Tirk mecbure bi PKK’ê re li ser masê runê. Dewletê bi xwe dît ku bi hîleyan dem winda kirine. Hemû çavkaniyên aboriya heyî li şer xerç dikin. Dibe bombe û li ser serê Kurdan dibare. Li xwezaya Kurdistanê cihê bombê napalmê lêneketîye nemaye her sal havîna xwezaya Kurdistan dişewitînin. Gel birçî dihêlin ji bo cîh û warên xwe wala bikin û bibin penaber. Ji ber polîtîkayên dewletê gelê Kurd li çar alîyê cîhanê belav bûye. Gelê Kurdistanê ji sisiyan yek welatê xwe terikandiye bûye penaber.
Li pêşiya Tirkiyê mînaka De klerkekî heye. De Klerk mecbur maye bi Nelson Mandela re rûniştîye. Lazim e rêveberên dewleta Tirk hinekî bi wêrekî tev bigerin û destê xwe têkin bin kevir/ber. Hemû rê ceribandin. Hindik maye 50 salên tekoşîna çekdarî biqede. Lê nizanim li benda çi ne? Ew plana Tamîla ku hûn xeyal dikin pêk nayê. Hemû emperyalîzmê alîkarî da we. Kurdên xwefiroş xizmeta we kirin lê dîsa encam tune/sifir e. Herî dawî we çeteyên DAÎŞ’ê anîn. Lê dîsa encam nîn e. Tiştekî Tirkiyeyê ku we nefirotibe nema ye. Gelên Tirkiyeyê nikarin debara xwe bikin. Dawiya dawî dê li dijî we serî hilde. Tenê çarek heye. Herin xwe bavêjin deriyê Îmralîyê û ji Rêber Apo alîkariyê bixwezin û pirsgirêka Kurdan çareser bikin.
MHP partiyek netewperestê Tirk e. Lê yên serkêşê vê partiyê dikin jî ne Tirkin. Alpaslan Turkêş kesekî Rume û MHP ava kiriye. Serokê MHP’ê yê niha Devlet Bahçelî jî Ermenê Sîweregê ye. Kalikê wî bar dikin diçin Osmaniyê. Ev kesana niha bûne mezinê Tirkan. Ji tirkan bêhtir tirkin. Kal û pîrên wan di komkujiya Osmaniyan û tirkan re derbas bûne. Li şuna heyfa kal û pîrên xwe ji Tirkan bistîne, bûne tirkparêz, êrişî kurdan dikin. Li Kurdistanê çiqas komkujî çêbûne tiliya faşîstên MHP’ê tê de heye. Kesênne Tirk, eslê xwe înkar kirine xwe Tirk dibînin û hemû di MHP’ê de kom bûne. Di dema Alpaslan Turkêş de perwerdeya kontrgerîlla didîtin. Van kontra na di navnetewî de deng vedan. Yekî mîna M.A. Agca Abdî Îpekçî kuşt, hate girtin. Ji zîndanê dane revandin. Di 13’ê Gulana 1981’an de papa John Paul birîndar kir. Serokê cunta Tirkîyê Kenan Evren got “Hûn terorîstan hembêz bikin ev belayana dê bêne serê we. Ew terorîstên me têne cem we. Wan nehewînin û bidin me.” Xwe plan kirine ji bo dewletên ewrupa penaberan qebul nekin. MHP fikra dewletê ya kûr e. Lê di aliyê eskerî de gladyo jî bikar tîne. Li hemberî tevgêra azadîya Kurdistan bi navê JÎTEM’ê tevgeriya. Di dema Tansu Çiller, Mehmet Agar û Dogan Gureş de di hemû karê kontra, kuştina mirovan û valakirina 4 hezar gundên bakurê Kurdistan de MHP hebû. Bi kurtasî çi karên qirêj derzagonên li Kurdistanê pêk tên, bi destê MHP’ê û kontrayên wê pêk tên. Di nava dewletê de bi cîh bûne. Di her sazî û partiyan de qadroyê MHP’ê hene. Dema Ken


